‘Divê jin li dijî tundiyê hay ji mafên xwe yên zagonî hebin’

Li Tûnisê ya ku tundiya li ser jinan zêde dibe jinên li gundan dijîn di bin xeteriyê de ne. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku divê ji bo destekkirina van jinan xebateke xurt bê kirin.

ZIHUR EL MEŞRIQÎ

Tûnis - Li Tûnisê şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Ligel ku gelek rêxistinên sivîl ji bo jinan têdikoşin, hewl didin desteka hiqûqî û civakî bidin jinan. Rêvebira Navenda Spartinê Erwa El Qîrewaniye ya jinên bi tundiyê re rû bi rû hatine ya girêdayî Yekîtiya Jinan Menal Koşat têkildarî tundiya li ser jinan a ku her roj zêde dibe axivî.

Menal Koşat anî ziman ku piraniya jinên bi tundiyê re rûbirû tên di nav rewşekê zehmet de dijîn û got: “Eyaleta min a herî zêde ye tundî bi rengekî hovane lê zêde dibe û ew e ya hovanetirîn proseya qetilkirina jinekê li ser destê hevjînê wê bi kêrekê di cejna qurbanê ya borî de dîtiye û li pêşiya hemû welatiyê li kolanan bêyî ti kes dengê xwe bike. Navenda ez bi rê ve dibim rojane jinan pêşwazî dike ji bo em li wan guhdarî bikin û em hewil didin wan bihewînin, ji bo venegerin cem kesê tundî li wan kiriye.”

Rewşa jinan li gundewaran

Menal Koşat  bal kişand rewşa jinan a li heremên gundewar û got: “Li herêmên gundewar ên li Qîrewanê rewşa jinan ber bi xirabiyê ve diçe. Ji ber ji eyaletên herî xizan li Tûnisê ne û di encam de tundî hêsan dibe. Bi taybet kesê tundiyê dike dizane jina tundî lê dibe bê piştgiriya civakî û aborî ye û dê nikaribe gilî bike. Ji ber rewşa wê zehmet e û nikare parêzerekî jî ji xwe re bigre."

Menal Koşat a got "Em lêborîna xwe ji jinên li gundan ên me nikarîbû em xwe bighînin wan dixwazin ji ber me nikarîbû em xwe bighînin wan û li wan guhdarî bikin” wiha domand: “Em dizanin gihîştina gundan mijareke gelekî zehmet e ji gelek aliyan re. Lê belê divê kar ji bo jinên gundî bê kirin. Bi taybet zihniyeta li wir hîna zehmet e. Nezanîna zagonan jî dihêle tundî û qetilkirin bilind bibe. Ji ber navenda guhdarîkirinê bi alîkariya wezareta malbatê, jinan û hevkaran ji komeleyan li eyaleta wê kar li ser hişyarkirina jinan bi zagonên heyî yên parastina wan dikin û piştgiriya derûnî ji wan re pêşkêş dike. Em hewil didin wan iqna bikin ku dawiya riya bêdengiyê li dijî tundiyê, qetilkirin e."

Menal Koşat bang li jinan kir û girîngiya bikaranîna numareya kes ya gilîkirinê bi wan da nasîn ji bo gilî bikin û netirsin. Menal Koşat diyar kir ku pêngava 16 rojan li dijî tundiya li ser jinan boneyeke divê tê de were bibîrxistin ku zagonên ji tundiyê parastina jinan hene.   

‘Xurtkirina aboriya jinan faktorekê sereke ye’

Menal Koşat destnîşan kir ku xurtkirina aboriya jinan faktora sereke ye ji bo têkoşîna li hember tundiyê û anî ziman ku serxwebûna madî ya jinan dikare bibe piştgirek berdayîna li dadweriyê bêyî di madiyetê de bifikirin. Menal Koşat wiha dewam kir: "Bernameya El Samîde ya ku wezareta jinan ji bo piştgiriya aborî bide jinên tundî li wan dibe, girîng e. Hin jin li navenda Erwa El Qêrewaniye hene ji vê projeyê sûd girtine û piştgiriya ji bo pêkanîna projeyan bidest xistine."

Menal Koşat derbarê gavên têkoşîna li hember tundiyê de teqez kir ku koordînetiya di navbera komeleyên jinan û rêxistin û hikûmetê de gava yekê tê hesibandin û got: “Ji ber her aliyek bi rolekê radibe û ev yek dikare jîngeheke ewle ji jinan re ava bike û wan teşwîq bike gilî bikin. Bi taybet jî bikaribin dema tundî li wan dibe xwe agahiyan bigihînin wan û hay ji zagonan hebin.”

‘Têkildarî tundiya dîjîtal hişyarî nîne’

Menal Koşat bal kişand ser tundiya dîjîtal a li hemberî jinan û got: "Nebûna hişyariyê bi taybet derbarê tundiya sîber yan jî dîjîtal heye. Navenda stargehê li Qêrewan keçên ducanî yên bûne qurbana şantaja cinsî û tecawizê pêşwazî kiriye. Li ser vê yekê jî bandora torên medya dîjîtal a li wan jinan me çavderî kir. Di vê mijarê de jî pêwistî bi hişyariyê heye.”

Di dawiya axaftina xwe de Menal Koşat got ku rewşa jinên tundî li wan bûye bi taybet li gundan xirab e û pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye.