‘Divê jin li dijî her cure êrişan xwedî helwest bin û têbikoşin’

Bêrîvan Demîra li Mexmûrê mamoste ye diyar kir ku sedema hemû êrişên li dijî jinan pergala baviksalar e û got: “Ji bo em jin xwe ji pergala baviksalar rizgar bikin û azadiya xwe bi dest bixin divê piştgiriya hev bikin û berxwedaneke mezin bidin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Li seranserê cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn jin rojane rastî êrîşan tên û bi qetilkirinê re rû bi rû dimînin. Jin herî zêde ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve bi hincetên namûsê rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Bi taybetî di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê rêjeya qetilkirina jinan gihîşt asta herî jor.

Bêrîvan Demîr a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mamostetiyê dike der barê tundî û qetilkirina jinan ên di demên dawî de gihîştiyê rêjeyek pir zêde de ji ajansa me re axivî.

Bêrîvan Demîr di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li seranserê cîhanê jin rastî her cure êrişan tên û wiha axivî: “Di demên dawî de jin bi rêjeyeke zêde tên qetilkirin. Di roja me ya îro de jin rastî îşkence, şewitandin û qetilkirinên hovane tên û mafên wan tê binpêkirin. Bi taybetî di van salên dawî rêjeyekî asta herî bilind de ye. Li hemû deverên cihanê êriş li ser jinan tê kirin û armanca biçûk xistina jinan e. Di sedsala 21’emîn de ku sedsalek modern û peşketî tê dîtin, ruxmê qaşo vê pêşketinê ev rewşa jinan gelek bi xeter e. Bi taybetî li Rojhilata Navîn jin li gorî asta cîhanê herî zêde rastî qetilkirinê tên. Ji bo mafê jinan tu zagon nayên bicihanîn. Ev qetilkirin û îşkence bi destên mêr, diktatoran û bi destê dewletan tê kirin.”

‘Divê em zextên li dijî xwe qebûl nekin’

Bêrîvan Demîr, diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rojê jinek tê qetilkirin û wiha got: “Divê jin li hemberî vê yekê xwedi helwest bin. Di ferqa rastiya xwe û pîrozbûna xwe de bin û nehêle ev yek ser jinan bê ferzkirin. Ji ber ku dema em li dîroka jinan mêze dikin, dibînin ku jin xwedî mîtolojî, destan û çîrokên cur bi cur in. Ji ber vê divê jin di ferqa hêza xwe de bin û divê li cihên ku jin dijîn azadî bê misogerkirin. Ji ber ku mebesta jinan a jiyanê azadî ye. Divê em weke jin her dem di nava lêpirsînê de bin ku çima mafê jiyanê ji jinan re nayê dayîn. Divê em vê yekê ji bo xwe qebûl nekin.”

Bêrîvan Demîr, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku sedema hemû êrişên li dijî jinan pergala baviksalar e û wiha got: “Sedema hemû êrişên niha li dijî jinan tên kirin, pergala baviksalarî ya îro tê meşandin e. Ji ber ku ger di nava malbatê mafê jin neyê ditin, ger jin biçûk bê dîtin, guhdayîna dengê jinan nebe, mafê wê yê axaftine tunebe divê em bizanibin ku ev berdewamiya pergala baviksalarî ye û ev pergala baviksalar di roja me ya îro de destên xwe hîn zêdetir xurtir kiriye.”

Li ser jinan bandora polîtîkayên şer

Bêrîvan Demîr bal kişand ku bi polîtîkayên şer bêtir bandorê li ser jinan dike û wiha got: “Şerên ku di roja me ya îro de di qewimin, bêkarî, rewşên aborî, koçberî û xizanî dibin sedema têkçûna malbatî. Ger jin jî di vê mijarê de bê zanebûn, bê perwerde bin û ger nikaribin dîroka xwe bizanibin dê winda bikin. Ji bo vê çi pêwîst e em li hemberî vê pergala hovane ya ku bi taybetî êrîşê bedena jinan dike, êrîşê destkeftî, çand û hemû cure rengîniya jinan dike têbikoşin. Ne tenê li bakur, başûrê Kurdistanê li hemû cihên jin lê dijîn, jin tên qetilkirin, tên tacîzkirin û mafên wan ji destên wan tên girtin. Jin weke amûrên reklaman tên bikaranîn.”

‘Divê jin li dijî her cure êrişan xwedî helwest bin û têbikoşin’

Bêrîvan Demîr, diyar kir ku divê jin li dijî pergala desthilatdar têbikoşîn û wiha axivî: “Divê em vê yekê bi zanibin jina ku bixwaze xwedî li çanda xwe derbikeve, xwe li ser lingan bigre, malbatek demokratîk ava bike yan ji mafên xwe bi dest bixe divê têbikoşe. Divê em li dijî vê pergala baviksalar, dagirker û feodaliya heta roja me ya îro bi navê şêx, beg, mela û bav tê meşandin, derbikevin û têbikoşin. Bi taybetî jî divê jin mafên xwe bizanibin û li hemberî vê têbikoşin. Divê jin têkoşînê bimeşînin û vê pergalê hilweşînin. Çawa îro jinek li başûrê Kurdistanê bêşewîtandin û hemû kes bêhelwest bimîne. Li Rojhilatê Kurdistanê jin tên qetilkirin, jin bêhelwest in. Ev yek qebûlkirin û wek qedera xwe dîtin e. Divê jin li dijî her cure êrişan xwedî helwest be û têbikoşe. Divê em xwe, malbat û zarokên xwe perwerde bikin.”

‘Pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye’

Bêrîvan Demîr, da zanîn ku pêwîstî bi guhertina feraseta serdest a baviksar heye û wiha got: “Pêwîstî bi guhertina feraseta serdest ê baviksalar heye. Divê em feraseta ku xweşiktiya jinan di aliyê fîzîkî de şîrovê dike biguherînin. Pêwîst e xweşiktî di aliyê mejî de be. Xweşiktiya herî xweşik pêşengiya civak, malbat û zarokan e. Divê em mafên jinan ên aydê xwe biparezin. Ji bo ku jinek bibe pêşenga civak û malbata xwe, divê xwedî hêz be. Divê em weke jin xwe bikin xwedî hêz. Divê em jin bi mejî û aqilê dewlet û desthilatdariyê neyên birêvêbirin, bi hêza xwe bên birêvebirin.”

‘Kujerên jinan bêceza tên hiştin’

Bêrîvan Demr, diyar kir ku qetilkirina jinan rewa tê dîtin û wiha got: “Di demên dawî de rêjeya qetilkirina jinan pir zêde bûye. Bi taybetî jî li Iraq û başûrê Kurdistanê rojane jin tên qetilkirin. Her wiha rewşa xizanî û aborî jî dibe sedema tundî û qetilkirina jinan. Di heman demê de teknolojiya ku îro pergal birêve dibe jî dibe sedema tundiya li dijî jinan. Bi taybetî jî kiryarên li dijî jinan rewa tên dîtin û kiryar bêceza tên hiştin. Li Iraqê hewl tê dayîn benda 57’an zagonê ku bi taybetî ji bo mafên kesî û di berjewendiyên jinan e, were guhertin. Hewl didin zarokan ji dayikên wan bigrin û teslîmê bav bikin. Ji ber ku dixwazin jinan bê maf bikin, hewl didin yekane madeya têkildarî jinan jî biguherînin.

Ji bo jinan perwerde xwedî girîngiyek mezin e’

Bêrîvan Demîr, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku li dijî êrîşên heyî berxwedanek mezin bidin û wiha axivî: “Divê em li dijî tevahî êrîşan bikaribin zêdetir xwe û civaka xwe zana bikin. Em encax dikarin bi têkoşîneke mezin, li dijî van êrişên li ser jinan rawestin. Ji bo jinan perwerde xwedî girîngiyek mezin e. Divê em weke jin rastiya xwe bizanibin. Pêwîst e em ji bo pirsgirekên ku em wek jin dijîn, çareseriyên mayînde peyda bikin û wek hemû jinên cihanê hev fêm bikin. Ji bo ku em weke jin xwe ji pergala baviksalar rizgar bikin û azadiya xwe bi dest bixin divê piştgiriya hev bikin, helwesta rast nîşan bidin û berxwedanek pir mezin bimeşînin.”