‘Divê jin karê ku di hişê wan de ye bikin’
Ejîn Fuad ku xwedî pêwîstiya taybet e dibêje: “Divê jin kar bikin, ji ber ku di aliyê madî û manewî de sûd jê bigrin. Ji ber wê divê jin şerm nekin, di qadên ku kêrhatiyên wan û hêza wan hene de bixebitin.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê di sala 1997’an de hat avakirin. Li gorî daneyên Yekîtiya Kêmendaman, li herêma Kurdistanê mûçeyê 89 hezar xwedî pêwîstiyên taybet, hatine birîn. Her wiha piraniya kesên xwedî pêwîstiya taybet li sînorê parêzgeha Silêmanî ne, piştre Hewlêr, Duhok û Helebce tê.
11 jin di xebatê de ne
Endama Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê Ejîn Fuad ji ajansa me re axivî. Ejîn Fuad ragihand ku ji sala 2005’an ve di rêxistinê de dest bi xebatê kiriye. Ejîn wiha got: “Ez beşdarî dewreyên kompîter û dirûtinê û xetên xweş bûm. Ev nêzî 3 salan e ev dewre tên vekirin da ku jin beşdar bibin û jê sûd bigrin. Destpêkê 24 jin bûn, lê belê piştî me karê xwe nirxand, tenê 11 jin man, her yek jê xwedî kedên destê rengîn in. Du ji me, bi taybetî karê seramîk dikin. Her wiha duyên din jî bi taybetî dirûtinê dikin, hinek jinên din jî hemû karan dikin. Wek Kuwêstan Xan, di heman demê de hemû karan dike.”
Ejîn Fuad da zanîn ku çalakiyên wan zêdetir ji bo destekdayîna kesên xwedî pêwîstiyên taybet in û da zanîn ku her wiha dewreyên cûda jî vekirine û li gorî hêza xwe beşdarî çalakî û mihrîcanan dibin. Ejîn destnîşan kir ku dema destpê kirine, tenê sê jin bûne û roj bi roj hejmara me zêde bûye û wiha got: “Yekem sponsora ku di destpêka kar de hevkarî kirî kirî, Yekîtiya Jinan û kampanyaya Araz bû.”
‘Divê jin kar bikin’
Ejîn Fuad anî ziman ku ev nêzî sê salan e, serpereştiyariya 11 jinên ku karê dest di vê rêxistinê de dikin, pêk tîne û wiha domand: “Her wiha rêxistin ji çend beşan pêk tê. Wek beşê seramîk, nexş, dirûn û aksesuar. Divê jin kar bikin. Ji bo ku di aliyê madî û manewî de sûdê jê bigrin. Komek jin hene, ji bo kêfxweşiya me serdana me dikin. Li vê derê ev di aliyê madî û manewî de pêwîst e û divê jin zêdetir hewl bidin. Ez li vê derê karê dest dikim û serpereştiyariya yên din dikim. Her wiha karê bazarkirina berheman jî ez dikim û pêwendî jî ez û Hacer xan datînin. Ew kesên li vê derê xwedî destrengîn in û bi hêz in. Dikarin bêyî me jî başdarî çalakiyan bibin.”
‘Bila jin karê ku difikirin bikin’
Ejîn Fuad da zanîn ku dixwazin projeyên mezintir amade bikin û wiha got: “Da ku em bikaribin zêdetir alîkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet bikin, bi taybet di demê xweş û nexweş de, em hewl didin projeya xwe mezintir bikin. Karê jinan bi welatên din bidin nasîn. Di çalakî û mihrîcanan de bes em karê seramîkê didin nasîn. Peyama min ji bo jinan ew e ku ew karê ku di hişê wan de ye, bikin û şerm nekin. Ji ber ji derveyî aliyê madî, ji bo aliyê derûnî jî gelek baş e.”