‘Divê jin ji bo mafên xwe têbikoşin’

Rojnameger û çalakvana mafên mirovan Çiya Yasîn diyar kir ku divê jin mafên xwe bizanibin û civakê şiyar bikin û anî ziman ku divê zagonên li dijî tundiya li ser jinan bê cudakarî werin bicihanîn.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Di civaka Başûrê Kurdistanê de ji ber aqilê mêrsalarî jin di hemû qadên ku lê kar dikin de rastî astengî û êrişan tên. Ragihandina ku nêzî desthilatdariyê û bi aqilê mêrsalar dixebite her dem ji bo dengê jinan qut bike û di weşanên zindî de gotinên nexweş li hemberî jinan bi kar tînin û jinan dikin hedef. Bi vê yekê hewl didin hebûna jinan di qadên siyasî û civakî û hunerî de tune bike. 

Rojnameger û çalakvana mafê mirovan Çiya Yasîn da zanîn ku li başûrê Kurdistanê tu bingehek ji bo jinan nehatiye danîn, di dema kar de jin rastî tundiyê tên û lê belê ji ber pêkanîna dahatê û nabûna kar piranî jin dema li ser kar rastî tundiyê tên neçar tên hiştin ku bêdeng dibin. Çiya Yasîn wiha got: “Di malbatê de dema tundî li dijî jinan tê bikaranîn, jin nikarin dengê xwe bikin. Zagonên me li dijî tundiya malbatê hene lê belê li herêma Kurdistan pêk nayê. Mixabin jin ewqas ne hişyar in dema ku tundî li hemberî wan tê pêkanîn dengê xwe dernaxin, li hemberî civakê bêdeng dimînin. Ev demek e jin ji bo hişyarkirina der barê mafên xwe de hewldanên wan hene lê belê li hemberî vê yekê komek kesên ne hişyar dixwazin li dijî vê mafê jinan raweste. Ew hewldanên jinan ji ber astengiyên fikrî, olî û siyasî di civakê de û her wiha nebûna hişyariya jinan di berjewendiyên aliyên siyasî ya herêma Kurdistanê de nagihîjin encamê.”   

‘Siyaseta heyî jinan ditepesîne’ 

Çiya Yasîn da zanîn ku destdirêjî û bêrêziya li hemberî jinan di ragihandinê  de bi awayekî berbiçav reng daye û wiha domand: “Beşek ji ragihandinan bi riya bikaranîna peyvên nexweş li hemberî jinan di weşana zindî de hewl didin cih û asta jinan kêm bikin. Beşek ji kenalan bi riya siyaseta xwe hewl didin ji aliyê hinek pêşkêşvanan ve gotinên hişk li hemberî jinan bi kar bînin bi mebesta şikandina jinan. Di medyaya dîjîtal de hewl didin keda çend salan a jinan vala derxin. Hebûna siyaseta ji bo tepisandina jinan li herêma Kurdistanê wisa kiriye ku bibe astengî li hemberî riya jinan a ji bo bidestxistina hêza wan. Ji ber bandora siyaseta heyî, civaka me naxwaze jin hişyar bibin û ber bi astên baş ve biçin. Divê êdî jin ji bo pêkanîna armanca xwe hewl bidin.”

‘Zagona tundiya li dijî jinan nayê bicihanîn’

Çiya Yasîn destnîşan kir ku hebûna sîstema siyaseta vî welatî bi rê ve dibe bi sîstema dadgeh û parlamentoyê, weke zincîrek bi hev ve ne girêdayî ye û got: “Dema parlamento zagonan derdixe ku tundiya ku tundiya li hemberî jinan bi kar neyê, li dadgehan li gorî berjewediyên xwe zagonan bi cih dikin. Divê jin hewl bidin xwe hişyar bikin û civakê jî hişyar bikin.”