‘Divê ji bo parlamentoyê pirsgirêka jinan girîngtir be’

Parêzer Peyman Ezedîn diyar kir ku guherîna zagonî bê erêkirin parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê nabe û got ku ger pirsgirêka jinan di warê civakî de were çareserkirin dê bi xwe re çareseriya gelek tiştan bîne.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê mafê zagonî yê hemwelatiyên herêma Kurdistanê ye. Lê belê hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê tevî diyarkirina dema wê jî çend caran hat peşvexistin. Paşxistina hilbijartinê metirsiyek mezin li ser herêma Kurdistanê çêdike. Her wiha di parlamentoya Iraqê de der barê guherîna zagona 188’an a sala 1959’an de pêşniyar tên kirin. Ger ev guherîna der barê Zagona Rewşa Kesane de bê kirin dê bandorê li ser civakê û bi taybetî li ser jinên başûrê Kurdistan û Iraqê bike. Bertek û nerazîbûnên li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane berdewam dikin.

‘Guherîna zagonê bê erêkirina parlamentoya herêmê nabe’

Parêzer Peyman Ezedîn diyar kir ku guherîna her zagonê li parlamentoya Iraqê, bê destûra ji herêma Kurdistanê nabe û wiha got: “Guherîna zagonê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve, heta ji aliyê herêma Kurdistanê ve neyê erêkirin, nabe beşek ji zagonên herêma Kurdistanê. Guherîna zagonan jî bê erêkirin parlamentoya herêma Kurdistanê, nayê bicihkirin.”

Peyman Ezedîn bal kişand ser paşxistina hilbijartinên li herêma Kurdistanê û wiha got: “Li herêma Kurdistanê divê her çar sala hilbijartinên parlamentoyê werin kirin lê belê ev çend care hilbijartin tê paşxistin. Her wiha bi paşxistina hilbijartinê re metirsiyek mezin dikeve ser rûberê herêma Kurdistanê û guherîna zagonan di encûmena nûnerên pêşeroja Iraqê de. Di rewşeke wiha de, hemû ev zagonên di dewleta federal de û encûmena Iraqê de derdikeve. Wê demê ji bo tevahî Iraqê dibe zagonek ku karpêkirî.”

‘Guherîna zagonan divê bi erêkirina civakê be’

Peyman Ezedîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser guherîna zagona der barê rewşa kesane de li Iraqê nerazîbûnên mezin derketin holê. Di gelek guftûgo û konferansan de behsa bandorên neyênî yên guherîna rewşa kesane de hat kirin. Civaka Iraqê dizane guherîna zagona der barê rewşa kesane de pêwendî bi kes û kesên civakê ve heye. Guherîna zagona der barê rewşa kesane de weke mijara aborî, siyasî girîngiya xwe heye. Ger hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê, di dema xwe de bi cih bike, bigihîjin wê biryarê ku pirsgirêka jinan ji yên aborî siyasî gelek girîngtir e. Ji ber rewşa jinan û hemwelatiyan wisa dike ku rewşa aborî û siyasî baştir bibe.”