'Divê ji bo jin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet çareseriyên mayînde bên hilberandin’

Şaden Moataz û Magda Soliman, diyar kirin divê li Misirê têkildarî pirsgirêkên jin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet rû bi rû dimînin çareseriyên mayînde bên hilberadin û dest nîşan kirin divê têkildarî malbatên hewceyê agahiyê xebatek lezgîn bê kirin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Mirovên xwedî pêdiviyên taybet, li her derê di nava civaka dijîn de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ev mirovan, ji bilî zehmetiyên biyolojîk û fizîkî, ji ber lewaziya hişyariya civakî, neçarin hem bi şert û mercên hawîrdorê û hem jî bi têgihiştinên cuda re têbikoşin. Rêvebira Projeya Weqfa Pergalên Tenduristiyê ya Şamsia Shaden Moataz, der barê xebatên xwe yên têkildarî jin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet de axivî.

Şaden Moataz, diyar kir ku ji bo mirovên xwedî pêdiviyên taybet bigihijin derfetên hîn zêdetir rehet tevbigerin, bi wezaretên tenduristiyê û hevgirtinê yên xizmet didin re projeyek dimeşînin û da zanîn sepana "Em bi hev re dişopînin" ku dikarin bertekên zarokan di temenên biçûk de bipîvin û bizanin di pêşerojê de pirsgirêk bijin an ne, di sala 2015'an de meşandin e.

'Gelek girînge ku çareseriyên mayînde bihilberînin’

Şaden Moataz, da zanîn armanc dikin bi vê sepanê re ji bo mirovên xwedî pêdiviyên taybet çareseriyên rast bibînin û wiha got: "Pir girînge ku di warê xizmet dayîn û xizmet standin de çareseriyên mayînde, sûd didin bên hilberandin. Şaden Moataz, da zanîn armanc dikin ku hem ji bo dayik, bavan, pisporan û hem jî kesên xwedî pêdiviyên taybet ji xizmetan sûd bigrin û wiha got: “Kesên xwedî pêdiviyên taybet jî di nav de pêwîstî xebatek kolektîf heye. Em dikarin bi xebatên hevpar re kedxwarîkirina jin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet asteng bikin û şert û mercên hîn baştir bên misoger bikin.”

'Divê xizmetên tevahî bên sepandin’

Şaden Moataz, dest nîşan kir li ser girîngiya jinên xwedî pêdiviyên taybet, tenduristiya jinan û plansaziya malbatê û da zanîn ji bo pêkanîna xizmetên tevahî perwerdekirina kesên perwerdekarên tenduristiyê girîng e. Şaden Moataz, da zanîn divê yekîneyên tenduristiyê û navendên hekîm ên malbatê ji aliyê fizîkî jî li gorî pêdiviyên kesên xwedî pêdiviyên taybet tên çêkirin û diyar kir ji bo kursiyên biteker çêkirina rampayan, yek ji wan e.

'Koma herî pir ji mafên xwe yên agahî û parastinê tên bêparkirin’

Dîrektora Bernameya Mafên Tenduristî û Jinê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Magda Soliman, diyar kir mirovên xwedî pêdiviyên taybet koma herî zêde ji mafên xwe yên agahî û parastinê tên bêparkirin in. Magda Soliman, da zanîn di dibistanan de têkildarî kesên xwedî pêdiviyên taybet hişmendiyê bilind dikin û wiha got:  “Bi taybetî di demên derbasbûnê de gelek malbat nizanin çawa nêzî zarokên xwe bibin û beralîbikin. Divê ji bo dabînkirina pêwîstiyên agahdarî yên pêwîst ên têkildarî têkildarî qonaxên jiyana zarokan, saziyên mafên mirovan mudaxaleyên bibandor bikin.”

'Divê li ser pirsgirêkên tendurustiya zayendî û zêdebûn xebat bê kirin’

Magda Soliman, balkişand divê malbat ji bo zarokên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet girîngî bidin qonaxên temenî yên cuda, lê ji ber şert û mercên aborî nikarin vê yekê pêkbînin û wiha got:

“Em derbarê sînorên fizîkî û pirsgirêkên têkiliyê de rojên perwer de li dar bixin. Di pêvajoya xebatan de pêdiviya agahî ya dayik û bavan derdikeve pêş. Dayikan, pirsgirêkên cuda yên zarokên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet ên wekîpaqijî, lênêrîna şexsî, zayendî û nasnameya zayendî vedibêjin. Ez difikirim hêj mijara herî girîng ku divê li ser bê xebitandin tenduristiya zayendî û zêdebûn e. Ji ber ku di navbera malbatan de wek qadek tarî xuya dike. Divê ji bo xizmeta wan zarokan, rêxistinên civaka sivîl hewildanek hevpar nîşan bidin.”