‘Divê ji bo Gulistan û Hêro em dengê xwe bilind bikin’

Rojnameger Hejan Xalid bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamegeran da û got: “Ne tenê rojnameger, divê her Kurdekî dakeve kolanan û êrişê şermezar bike.”

Silêmanî- Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmanî a Başûrê Kurdistanê êrişî seyareya rojnamegeran kir. Di êrişê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan, berpirsê Şîrketa Chatr Rebîn Bekir jî di nav de 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Ji Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran a Chatrê rojnameger Hejan Xalid êrişê şermezar kir û got: “Rojnamegerên jin di tevahiya jiyana xwe ya pîşeyî de bi êrişan re rû bi rû tên. Bûyer ewqas bi êş e ku rayedarên heremî derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî jî nadin û şermezar nakin. Ne tenê rojnameger divê her Kurdekî dakeve kolanan û êrişa pêk hatiye şermezar bike. Êrişa ku îro du rojnameger rû bi rûyê wî hatin dibe ku bê serê her kesî.”

‘Divê rojnameger gav paş de navêjin’

Hejan Xalid bêdengiya saziyên civaka sîvîl şermezar kir û got: “Em ji bo hemu saziyên civaka sîvîl vê yekê nabêjin, lê seknekî wan jî nîne. Rojnameger ji bo rastiyê derxin holê kar dikin. Divê ev mijar bê lêkolînkirin û destgirtin. Dê rojnameger ji vegotina rastiyê gav paş de navêjin.”