‘Divê ji bo gelê Filistînê em hîn zêdetir bixebitin’

Endama Yekîtiya Çalakiyên Jinan ya Mexrîbê parezer Aişa Lakhmas diyar kir ku li hember êrîşên Îsraîlê bi gelê Filistînê re di nav hevgirtinê debin û got:”Ji bo ku dorpêç rabe divê em hîn zêdetir kar bikin.”

Mexrîb– Endama Yekîtiya Çalakiyên Jinan ya Mexrîbê Aişa Lakhmas êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zivala Xezayê didomîne nirxand. Aişa Lakhmas di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Zivala Xezayê şereke îmhakirinê tê meşandin û diyar kir ku di heremê de Îsraîl gelê Filistînê ji xwe re xeter dibine û ji bo ku hebûna xwe îspat bike êrîşên xwe didomîne.

‘Bi salane mafê gelê Filistînê tê binpêkirin’

Aişa Lakhmas  di despêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Filistînê rûxmê hemû êrîşan xwedî li axa xwe derdikevin û li berxwe didin û wiha pê de çû:”Ev gelê berxwedêr bi salan bi gelek binpêkirinên ku mîna dorpêçkirina dibistan, nexweşxane, saziyên sîvîl û tesîsan re rû bû rû hatiye. Di êrîşan de sîvîl tên qetilkirin, bi nêzîkatiyên xerab re rû bû rû tên, çavkaniyê elektrîk û avê tê qutkirin, bi zorê ji cîhê xwe dibin û ji alîkariyê bêpar tê hiştin. dema ev rewş diqewi me cîhan jî bêdeng lê temaşe dike.”

‘Zagonên navneteweyî ji bo hemû welatan derbasdar e’

Aişa Lakhmas di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên Îsraîlê di huquqa navneteweyî de sucê şer e û wiha got:” zagonên navneteweyî ji bo hemû welatan derbasdar e lê mixabin Îsraîl piştgiriyek bi bandor ji Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê digre. Ev rejîm vê avakir û rê li ber dagirkirina Filistînê vekir. Van axa bi armanca ku çavkaniyên xwezayî kontrol bike kirî. Piştî karesatên îro li Xezayê qewimîn û cîhan nehejand, hemû îdiayên derbarê mafên mirovan, demokrasî, hiqûqa navneteweyî û parastina sivîlan de betal bû. Welatên emperyalîst tenê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe qanûn çêkirin.”

‘'Divê sîstemeke nû ya navneteweyî bê avakirin' 

Aişa Lakhmas  bi pirsên ku “Mehkemeyên navnetewî li kur in? Ev hemû sazî li kur in ? bertek nîşan da diyar kir ku divê sîstemeke nû ya navneteweyî ku pêbawertir, mirovî û bikaribe hevsengiyên baştir pêk bîne, ji nû ve were formûlkirin û wiha got: " Amerîkaya ku piştgirî dide hebûna Îsraîlê ya li Filistînê, astekî diyarkirî piştgiriya gelê Amerikayê ji doza Filistînê re heye. Lê piştî ku propagandaya wan hat eşkerekirin, me dît ku gelên welatên rojavayî ji bo rawestandina êrîşa li Filistînê meşiyan.”

'Jin çalakiyan lidardixin’

Aişa Lakhmas bal kişand ser girîngiya hevgirtina femînîst a ji bo piştgiriya doza Filistînê û got: “Piraniya xwepêşandan ji aliyê jinan ve tên lidarxistin û piraniya meşên piştevaniya bi Filistînê re jî bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin.” Aişa Lakhmas bal kişand ku tiştên li Xezayê diqewimin bandorê li jinan dike û wiha got: “Ji ber ku yên herî zêde rastî tacîz û tundiyê tên jin in. Jinên ku di bin bombebaran û xirbeyan de welidandin hene. Ji ber dorpêçkirin an jî bombebarankirinan zehmet e ku ew dermankirina xwe li nexweşxaneyan bidomînin.”

'Divê em zêdetir bixebitin'

Aişa Lakhmas diyar kir ku hevgirtina ji aliyê eniya jinan ve didome û wiha got:

“Divê em zêdetir bixebitin û ji bo rakirina dorpêçê her rê û rêbazan bikar bînin. Divê em zextê bikin ku dawî li bombebaranê were û mafê av, elektrîk û dermankirinê bide welatiyên Filistînî. Weke Yekîtiya Çalakiyên Jinan em bi xurtî beşdarî hemû meşên ku gelê Mexrîbê ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezayê li dar xistibûn, bûn. Jin û mêr beşdarî van çalakiyan bûn. Em bi rêya şebekeyên Ereb, Ewropa-Behra Spî tevlî xebatê bûn. Em di hemû tevgeran de ne. Em peyaman didin saziyên navneteweyî û berpirsyaran.

Bang li welatên Ereban dikin

Aişa Lakhmas, dubare kir ku wan bertekên xwe yên li dijî êrîşên Îsraîlê nîşan dane û wiha got: “Banga me ji welatên Ereb re; Îsraîl baregehên xwe yên leşkerî bigire. Ji bo vê jî weke jin divê em zextê li welatên Ereb bikin. Em jinên Filistînî ên ku ji ber biryardarî û têkoşîna wan a ji bo têkbirina dagirkeriyê û bidestxistina serxwebûnê silav dikin.”