“Divê hikumeta Herêmê aramiya gel xira neke”

Parlementer Gulistan Seîd diyar kir ku erkê hikumetê ye hem deverên herêma Kurdistanê bi aramî bi parêze.

 
TERZE TAHA
Silêmanî- Piştî hewla kuştina hemwelatiyê Bakurê Kurdistan yê bi navê Ferhat Barîş li taxa şekerek ya bajarê Silêmaniyê ji aliyê kesên ne nas ve û piştre jî hedefgirtina endanê Komiteya Malbatê Şehîdan ya PKK’ê Yasîn Bilut bi nasnav Şukrî Serhed, welatiyan nerazîbûna xwe dan diyarkirin ku êdî aramî li herêmê namaye û asayiş jî ne bi ewle ye. Di derbarê nehiştina aramiya Başûrê Kurdistanê de Parlementere herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ji ajansa me re axivî.
“Di vê demê de asayîş bixwe di nava metirsiyê de ye”
Endama Parelemena herêma Kurdistanê Gulistan Seîd da zanîn ku ji ber nabûna aramiya siyasetê, Kurd hemû di rewşek nerihet de ne û wiha got: “Hertim dagerkeran xwestin sînorên me dagir bikin. Divê dewleta dagirker û herêma me rêzê li hevpeymaniyên cihanê bigrin û aramiya welat nexin bin metirsiyê. Di vê demê de asayîş bixwe ji dikeve nava metirsiyê. Destpêkê desthilatên siyasî yên weke Encûmena Wezîran, Parlemen, Serokê Herêm û desthilata dadwer ya herêma Kurdistanê erkê wan parastina aramiya herêmê ye. Divê li dijî êrîşan jî xwedî helwest bin. Pêwîste li gora desturê zextê li hikumeta Îraqê bike daku helwesta xwe li beramberî pêşîlêgirtina mafê mirovan nîşan bide. Divê hem hikumeta herêmê hem jî hikumeta Îraqê xwedî helwest bin. Divê hikumet erkê xwe pêk bîne û parastina jiyana hemwelatiyan bê bingeh girtin.”