‘Divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin’

Li Efrîna di bin dagirkeriyê de ji ber agirê li qadên daristanê tê pêxistin û şewatên ku derdikevin belavî gelek gundan bû, jinan diyar kir ku darên kevnare yên li wê derê mîrasê dapîr û bapîrên wan in û xwestin ji dewleta Tirk hesab were xwestin.

 FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Dawiya meha Tîrmehê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, herêma ku diçe gundê Alabaskî û Adamo ya girêdayî navçeya Racoya kantona Efrînê dan ber agir. Ji ber mudaxelenekirinê şewatên ku derketin, du hefte ne berdewam dikin, şewat belavî gelek gundan bûye.

Li gorî îstatîstîkên herî dawî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, şewata ku ji dema dagirkeriyê ve heta niha derketiye, ji derveyî darên zeytûn, gilyaz, gûz, hinar, hêjîr ên bi berhem û mezin, darên daristanî yên çam û spîndar jî  tune bûne. Li Efrînê heta îro zêdeyî 391 dar şewitîne, ji derveyî 12 hezar hektar eraziyên çandiniyê, nêzî nîv milyon darên zeytûnan û cureyên cuda zêdeyî 12 milyon dar hatine birîn.

Der barê mijarê de me bi jinên Efrînê re hevdîtin kir û li ser rewşa heyî ji ajansa me re axivîn.

‘Sûcê li dijî mirovahî û xwezayê tê kirin tenê li Efrînê bi sînor nîn e’

Endama şaredariya gel a kantona Efrîn-Şehbayê Fatima Muhammed diyar kir ku dewleta Tirk ji dagirkeriyê heta niha ziyanê dide xwezayê û wiha got: “Dewleta Tirk zêdeyî du hefteyan e xak û daristanên naçeya Recoya Efrînê ya dagirkirî dide ber agir. Dewleta Tirk û çeteyên wê, 6 sal in li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê û xwezayê pêk tîne, tenê bi Efrînê re sînordar namîne. Li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê şewatên daristanan, texrîbkirina hawirdorê, bi tunekirina xwezayê re polîtîkayên şerê taybet tê pêkanîn. Bi ziyandayîna xwezayê re hevsengiya cîhanê xirab dikin.”  

 ‘Divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin’

Fatîme Muhammed da zanîn ku dewleta Tirk li Efrînê darên sedsalan dibirin, ziyanê didin xweza û hawirdorê û sûc dike, hewl didin van sûcan veşêrin. Fatîme Muhammed ji sazî û rêxistinên ku bi parastina xweza û hawirdorê re eleqedar dibin xwest ku mudaxeleyî şewatên li Efrînê bikin û rawestinîn û ev bang kir: “Dewleta Tirk li Efrînê bi derxistina van şewatan ziyanê dide malên mirovan û milkên wan. Divê sazî û rêxistin der barê sûcên ku dewleta Tirk dike de hesab bipirsîn.”

‘Darên hatine tunekirin mîrasê dapîr û bapîrên me ne’

Ji jinên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê koçî Şehbayê kirî Hamîda Arîf ji wiha got: “Dewleta Tirk a li Efrîn dagirkirî ziyanê dide xwezaya me. Darên me yên sedsalan ên ku ne tenê parçeyek ya xwezayê ye, di heman demê de ew dar mîrasê ku dapîr û bapîrên û kalên me ji bo me hiştine. Mirovan bi salan dahata xwe bi berhemên ku ji daran berhev kirine pêk aniye. Dewleta Tirk û çete ne xwediyên Efrînê ne û ji ber wê ziyanê didin xwazayê û dîrok û her tiştê wê, tune dikin. Xeyalên min careke din vegera Efrînê ye, çandina daran û wê derê careke din ava kirine.”

‘Efrîn bi qadên xwe yên kesk û xwezaya xwe tê nasîn’

Ji koçberên Efrînê Hêvî Abdo jî destnîşan kir ku Efrîn bi qadên xwe yên kesk û xwezaya xwe tê nasîn û wiha got: “Ji roja dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye ve heta niha, ew der vegerand xweliyê. Li Şehbaya ku me koç kiriye ev bi salan e em zehmetiyan dijîn û xeyalên me ew e ku em rojekê vegerin ser xaka xwe. Xwediyên axê li Efrînê çi dibe bila bibe divê malên xwe radestî dagirkeriya Tirk nekin. Em ê heta dagirkerî bi dawî bibe û bi rûmet vegerin ser xaka xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo vê jî heqê hemû zorî û zehmetiyan derbikevin.”