‘Divê her roj bibe roja têkoşîna li dijî tundiyê’

Endama Rêxistina Karêgeriya Tora Hevbeş Emîne Ehmed diyar kir ku ne tenê divê 25’ê Mijdarê hewldana ji bo kêmkirina tundiyê bidin pêwîst e 12 mehên salê her roj li dijî tundiyê rawestin û got: “Divê jin dakevin qadan û hemû qadan tije bikin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Her sal piştî 25’ê Mijdarê kampanyaya 16 rojan li seranserê cîhan û Başûrê Kurdistanê li dijî tundiyê tê destpêkirin. Di van 16 rojan de li dijî tundiyê kar, çalakî û semîner tên lidarxistin. Endama Rêxistina Karêgeriya Tora Hevbeş Emîne Ehmed der barê rewşa jinan, rol û bandora jinan li ser kes û kêmkirina tundiyê nirxandin  kir.

Emîne Ehmed diyar kir ku divê weke salên din îsal jî li dijî tundî û kuştina jinan rawestin û got: “Em dixwazin di 25’ê Mijdara îsal de weke salên din li hemberî tundî û kuştina ku ji dîrokê ve li ser jinên cîhan tê pêkanîn û başûrê Kurdistanê ji ji vê kuştinê para xwe girtiye rawestin. Em jî bi temamî dixwazin alîkariya jinên ku rojane di nava civakê de rastî tundiyê tên bikin.”

‘Divê jin xwedî helwest bin’

Emîna Ehmed da zanîn ku yek ji sedema berdewamî û zêdebûna tundiyê medyaya dîjîtal e û got: “Beşek ji dezgahên ragihandinê li cihê ku hişyariyê belav bikin tometên li dijî jinan belav dikin. Jin jî heta ku hişyar dibin, ji aliyê mêran ve rastî tundiyê tên. Gelek cureyên tundiyê hene û bi asanî nikarin dawî li vê yekê bînin. Lê belê divê jin ji bo kêmkirina tundiyê xwedî helwest bin û dakevin qadan. Ji bo hişyarîkirinê divê bi riya perwerdeyê hewl bidin û malbat û kesan bi awayekî baş perwerde bikin. Ji bo rûbirûbûna tundiyê nabe tenê kar, çalakî û helwest di yek mehê de werin lidarxistin. Divê 12 mehên salê û her roj li dijî vê tundiya ku li ser jinan e rawestin. Em jin divê karekî ji bo jinên civakê bikin ku dîrok deyndarê me be, ne em deyndarên dîrokê bin.”

‘Li dijÎ tundiyê hevgirtin divê’

 Emîne Ehmed destnîşan kir ku ji bo kêmkirina tundiyê divê jin bi dengekî û yekgirtinê li hemberî tundiyê rawestin û got: “Divê jin dakevin qadan û hemû qadan tije bikin ji bo dengê azad û bi destxistina mafê xwe yê rewa. Pişta partiyan negire û tundiya siyasî li hember me neyên pêkanîn û li hemberî desthilatdariyê rawestin da ku ew jî ji mafê jinan têbigihîjin. Ji ber ku welatê me jî her dem dagirkerî li ser e. Ji ber wê divê ji hemû welatan zêdetir em ji bo welatê xwe xemê bixwîn. Divê bi destxistina jiyana azad ji bo me ne zehmet be. Divê jin 25’ê Mijdarê bikin riyek ji bo kêmkirina tundiyê, kar û çalakiyan zêdetir bikin. Hewl bidin karên ku îsal bikin ji salên borî baştir ji bo kêmkirina tundiya li hemberî kes û civakê kar bikin.”