“Divê federasyonên sporê pêşî li cudakariya zayendê bigrin”

Ji IFJ’ê Maria Angelis Sampirio, got ku jinên rojnameger dixwazin nûçeyên sporê bişopînin lê ji ber cudakariyê tên astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Seroka Konseya Zayenda Civakî ya Federastyona Rojnamegeran a Navneteweyî, Maria Angelis Sampirio got; "Jinên rojnameger dixwazin beşdarî çalakiyên sporê bibin lê rastî şîdeta zayendî tên û kêm ji wan li vê qadê dixebitin. Divê di sporê de cudakariya zayendî ji holê were rakirin. Ger ev cudakarî nebe dê jinên rojnameger bikaribin bişopînin.”
Maria Angelis Sampirio, rapora IFJ’ê ya di 14’ê Tîrmehê de hat weşandin bi bîr xist û got: “Di bernameyên sporê de mijarên naveroka wan jin e tenê ji sedî yek yan jî heft e. Ji sedî 9 hevgirtiyan re bi giştî ji sedî 15 jinên rojnameger li qada sporê dixebitin.” Maria Angelis Samprio got; “Olîmpiyat, ji bo spor bi awayê cuda were nirxandin girîng in. Ji bo ku saziyên medyayê di rojanamegeriya sporê de û li cihên din, şîdeta zayendî ji holê rakin, teşwîqkirina stretejiyan fersendek e.” Maria Angelis Sampirio, bang li federasyonên sporê kir ku êrîşên li dijî jinên rojnameger tên kirin şermezar bikin û tedbîrên pêşîlêgirtinên bistînin.