‘Divê em weke jinên Başûr parastina Şoreşa Rojava bikin’
Çalakvan Şorê Mayî der barê êrişên dewleta Tirk li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Divê dest bidin destê hev û xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî ya Rojavayê Kurdistanê derbikevin.”
AVZEM VIYAN
Silêmanî- Di roja 27’ê Mijdarê de bi dagirkirina Helebê ve êrişên dagirkeriyê ya li ser Kantona Şehba-Efrîn hat destpêkirin. Bi êrişên dagirkeriyê ve gelê Efrînê ku ev cara duyem dibin koçber berê xwe dan heremên bi ewle ya Rêveberiya Xweser. Bi rojane dewleta Tirk û çeteyên wî êriş dibin ser Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Digel ku êrişên çeteyên dewleta Tirk bi berxwedana QSD’ê, YPJ’ê û YPG’ê ve vala tê derxistin, dewleta Tirk li herêmên mîna Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê komkujiyan dike. Piraniya wan jin û zarok bi dehan welatî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.
Jinên ji Başurê Kurdistanê li hemberî êrişan bi bertek in. Çalakvan Şorê Mayî ya bal kişand êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, anî ziman ku li dijî êrişan helwestek yekgirtî ya jinan pêwist e û banga têkoşîna hevpar kir.
Çalakvan Şorê Mayî der barê şoreşa Rojava ya û pêşengtiya jinê de nirxand û wiha got: “Weke ku diyar e, şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ji destpêka 19’ê Tîrmeha 2012’an ve jinên Rojava karîn di hemû qadên leşkerî, siyasî, civakî, aborî û hwd de xwe rêxistin bikin. Helbet ev şoreş ji xwe nehatiye, bi salan amadekarî jêre hatibû kirin û zemînek wê yê zîhnî û îdeolojîk heye. Xwedî projeya konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk e. Piştî serhildanê gelê Sûriyê ku jêre digotin ‘Bihara Ereban yan bihara gelan’ rewşek guncaw raxist berçavan û gelê me li Rojava karîn sûdê ji vê rewşê bigrin û vê serhildanê vegerînîn şoreşa gelan. Helbet divê pêşketinê de jin û bi taybet jinên Kurd xwedî rolek baş û giring bûn.”
‘Hêzên desthilatdar li dijî Rojavayê Kurdistanê ye’
Şorê Mayî der barê aqlê mêr û îslama siyasî divê rewşê de wiha got: “Hêza Îslamî ya radîkal, desthilat û xwedî biryarê mêrsalar di bingeh de dijî fikrê azad, azadiya kes û civakê ye. Beriya hertiştî li dijî wekheviya jin, mêr û gelan e. Hebûna xwe di neman û lewazbûna jinan de dibîne. Ev e li aliyekê, li aliyê din jî fikrê van komên çekdar û îslama tundraw ya dijî wekheviya jin û mêran bi tu awayî naxwazin cihê jinê bi hêz bibe. Beşek zêde ya van komanên xwedî fikrên tarî, jinê wek amûrek ji mêr dibînin, nabe jin bibe xwediyê xwe, nabe jin xwedî îradeya xwe ya serbixwe be. Ji ber vê jî dijminatiyê li dijî Rojava û bi taybet jinên Rojava û fikrê wan dike. Weke em hemû dizanin ev fikrê encama felsefeya Rêber Apo ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Helbet ev komane ev rastî famkirine û ev fikir di bingeh de bûye cihek, akademiyek ku ji bo avakirina kesên azad e. Ji ber vê ev gelek li zora wan çûye û bi hemû hêza xwe bi piştevaniya welatên dagirkerên Kurdistanê û hêzên dijî ronahiyê li dijî vê tevgerê radiwestin.”
‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bûye’
Şorê Mayî têkildarî pêşengtiya jinên başûr li Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Em weke jinên başûrê Kurdistan xetek me ya baş ji bo parastina yekitiya me û xwedîderketina li vê şoreşê bikin heye. Xwedîderketina şoreşê beriya hemû kesê ji bo mey e, piştre ji bo jinên din, hemû tişt amade ye û li ber destê me ye, pirtuk heye, rê û rêbaz diyar e, fikir û felsefeya jinê heye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bûye, êdî em çi dixwazin? Tenê tiştek maye, ew jî ewe ku em xwe perwerde bikin û bi hevre têbikoşîn û ber bi ronahî û azadiyê ve gav bavêjin.”
‘Divê em bersiv bidin êrişan’
Şorê Mayî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta ragihandinê û wiha got: “Ragihandina Başûr û dem û dezgahên girêdayî şerê taybet, fikrê wan diyar e û kesên ku ji exlaqê civakê û Kurditiyê dûr ketine. Dikarim bejim kesên valan e û bi xwe jî ji gotin û şîroveyên xwe bawer nakin. Dezgahên mafya dijî Kurdan pareyek zêde didin û bi navê dezgahên ragihandinê, akademî û navenda lêkolînê pênase dikin û her dema ku pêwîstî pê hebe li gor berjewendiyên xwe tevgerê pê dikin û bikartînin. Helbet nabe li beramberî vî şerê taybet em bêdeng bimînin. Divê bi awayek hişyar û pêwîst em bersiv bidin.”