‘Divê em rojnamegeriya ku jin tê de kirde ne pêş bixin’

Rojnameger Sûad Ebû Xetla diyar kir ku medya rolên zayendî pêş dixe û bal kişand ser girîngiya pêşxistina rojnamegeriya ku jin tê de kirde ne.

NAGHAM KARAJEH 

Xeza – Li gel her roja derbas dibe zêdebûna tundî, destdirêjî, qetlîamên li dijî jinan, mijara ku ev bûyer di ragihandinê de çawa cih digrin girîngiyê bidest xist. Nûçeyên li ser jin û zarokan gelek caran rê li ber dubarekirina tundî, destavêtin û rola zayendî vedike.

Di çapemeniyê de jin ne weke mijar, bi mêr re tê pênasekirin. Di medyayê de ew dikare wek dê, keç, jin an jî evîndarê mêrekî cîhekî bibîne. Şîdet û îstîsmara li ser jinan bi rewakirina wan hewl tê dayîn bê rewakirin. Rojnameger Sûad Ebû Xetla ku di rojnamegeriya jinan de dixebite, diyar kir ku divê rojnamegeriya jinê pêş bikeve û got ku divê hemû qalibên di çapemeniyê de yên der barê jinan de bên hilweşandin û nûçeyên ku mijara wan jin in bên zêdekirin.

'Di guhertina civakê de rola çapemeniyê girîng e'

Sûad Ebû Xetla destnîşan kir ku di guhertina zîhniyeta civakê de kedeke girîng a çapemeniyê heye û diyar kir ku divê di mijara jinan de cihekî taybet bê dayîn. Sûad Ebû Xetla axaftina xwe wiha domand:

“Çapemenî bi taybetî li hember pirsgirêkên jinan bêhesas e. Perspektîfek kevneşopî, baviksalarî heye. Rewşeke ku rasterast li pêşberî bûyerekê jinê sûcdar dike an jî di civaka kevneşopî de balê dikişîne ser rola jinê heye. Ev jî rola kevneşopî ya jinan dide."

'Li dijî her cure tundiyê divê qanûn bên çêkirin'

Sûad Ebû Xetla bal kişand ku jin bi rêya platformên dîjîtal rastî şîdet, her cure îstîsmar û neheqiyê tên û wiha got: "Heta niha qanûneke zelal a Filistînê ku jinan ji şîdeta nav malê û elektronîk diparêze tune ye. Ev jî ji bo her cure tundiyê dibe bingeh.”

Sûad Ebû Xetla da zanîn ku ji bo çapemenî helwesta xwe ya li hemberî jinan biguherîne, divê weşaneke ku destketiyên jinan, çîrokên jiyanê û berxwedana wan a li dijî baviksalariyê bi têkoşîneke xurtir ragihîne were kirin û got, "Jin û zarokên keç rastî gefan tên di bin ronahiya geşedanên teknolojiyê yên berfirehtir de, pêwîst e qanûnên dadmend bêne çêkirin ku wê ji her cure tundûtûjiyê biparêze, bi taybetî elektronîk ku bûye pirsgirêk.”