"Divê em jinên şoreşger ji bo xwe mînak bigrin"

Endama Rêveberiya bajarê Kobanê Edle Bekir der barê têkoşîna jinan de wiha dibêje: "Ji bo jiyana wekhev û bi edalet bi sedan jinên pêşeng ên mîna Zîlan, Bêrîtan û Sema canê xwe feda kirin û bûn pêşengên me. Ew şoreşger ji bo me mînak in û divê di her warê jiyanê de em xeta wan esas bigrin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Jinên têkoşer her dem li dijî hemû cureyên tundiyê, neheqî û desthilatdariyê têdikoşin. Di kesayeta jinên têkoşer de rêgezên jiyana rast û civakeke bi exlaq tên pêşxistin. Di kûrahiya vê mijarê de mirov dikare fedakarî, berxwedanî, rêxistin û veguhertinên erênî bi jinan ve bide girêdan. Ji ber ku mirov dikare hemû başiyan di kesayeta jinan de bibîne. Her çiqas êrîş li ser nirxên van jinan tên kirin jî dîsa ew fedakariya ji bo parastina hebûn û rûmetê li gel jinan tê dîtin. Dilsoziya bi doza azadiyê re li gel jinên têkoşer di astên herî jor de ye. Ji bo wê jiyana koletî û bindestiyê ji ser xwe avêtiye û ber bi jiyana bi rûmet û azad ve diçe. Bêguman tevgera azadiya jinan van hemû rêgezan di nava xwe de hembêz dike û îro jî jinên ji her beşa civakê jî li ser van rêgezan tên birêxistinkirin. 
Edle Bekir jî di nava civaka Kobanê de, li dijî hişmendiya civakê serî hilda û jiyana koletî nepejirand. Edle di nava xebatên Kongera Star de dixebite û di lêgerîna jiyana demokratîk û hevjiyana azad de ye. Edle li dijî malbatê têkoşiyaye û hata roja îro bi tena xwe jiyana xwe bi rê ve dibe. Edla erka bi rêxistinkirina jinan girtiye ser milên xwe. Edla Bekir niha Endama Rêveberiya bajarê Kobanê ye û der barê jiyan û têkoşîna jinan de nêrîna xwe parve dike.
"Jin du şoreşan bi rê ve dibin"
Edle di destpêka axaftina xwe de qala têkoşîna jinan a bi salan e li dijî hişmeniya baviksalarî dike û wiha dibêje: "Erka me ya bingehîn ew e ku em wek rêxistin pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bikin. Her wiha em dixwazin civakê perwerde bikin da ku kevneşopiyên civakê derbas bikin. Em li hemberî hişmendiya heyî têdikoşin da ku bibin bersiv ji tevahî jinan re. Armanca têkoşîna me yek jê ew e ku em di nava civakê de guhertin û veguhertinên erênî çêbikin. Ji bo jiyana wekhev û bi edalet bi sedan jinên pêşeng ên mîna Zîlan, Bêrîtan û Sema canê xwe feda kirin û bûn pêşengên me. Îro jî em li ser şopa wan têkoşîna xwe didomînin. Heta roja îro jî zext û zilim li ser jinan tê meşandin, sedama yekem jî ew e ku jinan karibûn artêşa xwe ava bikin û li dijî desthilatdariyê şer bikin. Pêşengên me mohra xwe li dîrokê dan û îro em bi têkoşîna wan riya xwe ronî dikin. Perwerdeyên ku em dibînin hemû li ser têkoşîn û fedakariya jinan in ku em wan ji xwe re mînak digrin. Jin du şoreşan bi rê ve dibin, yek têkoşîna guhertina hişmendiya civakê ya duyem jî li dijî dîktatorî û faşîzmê ye."
"Jin nîvê civakê bi rê ve dibin"
Edle bal kişand ser têkoşîna jinan di nava dîroka jinan de û wiha pêde çû: "Di hemû perwerdeyan de em waneya dîroka jinan dibînin. Di tu dîrokan de zêde behsa lehengiya wan nayê kirin lê di dîroka Kurdan de behsa lehengiya jinan tê kirin. Bi pêşengiya artêşa jinan YPJ'ê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Ev yek jî bi saya vîna jinên şerker û jinên serhildêr pêk hat. Îro jî di çeperan de jin cihê xwe digrin, sîng bi sîng bi dijmin re şer dikin û rûmeta tevahî jinan diparêzin. Di nava van salên şoreşê de gelek jinên têkoşer û berxwedêr hene ku têkoşîna xwe didomînin. Her wiha di van demên dawî de gelek bûyerên kuştin û xwekuştinê çêdibin, ev yek jî bi zanebûn e. Divê em bi riya perwerde û rêxistinkirina jinan vê mijarê çareser bikin û jinan zane bikin. Her wiha divê em îro jinên şervan ên ku di qadên şer de li ber xwe didin xeta wan bingeh bigirin. Ew ji bo jiyanê şer dikin divê ji me re bibe mînak. Ji ber ku xwekuştin ne rêbaza çareseriyê ye. Îro gelek saziyên jinan hene ku ji bo mijara kuştin û xwekuştinê çareser bikin xwe bi rêxistin kirine. Her wiha divê em li hemberî şerê taybet ê ku li ser ciwan û civakê tê meşandin bi hişyarî tevbigerin. Herî dawî jî em dibêjin em ê xeta berxwedan û têkoşînê mezin bikin da ku hişmendiya nebeş û paşverû ya civakê biguhêrînin."