‘Divê em ji bo medyaya azad û wekhev xwe birêxistin bikin’
Sekretera Giştî ya DÎSK Basin-Îşê Ozge Yurttaş, diyar kir ku tevgera jinan li dijî pêkanînên dij-demokratîk ên desthilatdariyê helwesta herî bi biryar pêşkêş dike û dînamîzma ku afirandiye bandorê li çapemeniyê jî dike.
ROJDA KIZGIN
Navenda Nûçeyan - Rojnamegerên jin li gelek welatan hema bejê di hemû qadên çapemeniyê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Tabloya medyayê li Tirkiyeyê jî eynî ye. Rojnamegerên jin rastî tundî, newekheviya mûçeyan, nebûna ewlehiya kar, saetên dirêj ên xebatê, mobîng û tacîza zayendî tên. Rojnamegerên jin ên ku carna di bûyerên civakî de rastî tundiya polîsan tên, bi hinceta xebatên xwe yên pîşeyî tên binçavkirin, girtin û der barê wan de doz tên vekirin.
Rojnamegerên jin ên ku di saziyên çapemeniyê yên dixebitin jî qet di pozîsyona rêveberiyê de cih nayê dayîn, tevî hemû zehmetiyan jî pîşeya xwe ya rojnamegeriyê didomînin. Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Basîn-Îş Ozge Yurttaş, behsa şert û mercên xebatê yên rojnamegerên jin kir û zextên li ser rojnamegerên Kurd nirxand.
Ozge Yurttaş, bal kişand ku rojnamegerên jin di pozîsyona rêveberiyê de hema bêje bi qasî bê gotin nîn in cih digrin û tune ne û diyar kir ku birêvebirina rojname, kanalek televîzyonê yan jî malperek dîjîtal wek tiştekî ku tenê rojnamegerên mêr dikarin bi dest bixin tê dîtin. Ozge Yurttaş, bal kişand ku pêkan e saziyên çapemeniyê ku dibejê ji medyaya sereke re anternatîf e, bijardeyên ku piştgiriya rojnamegerên jin dikin pêşniyar bike û wiha got: “Ya rast alternatîfa rast ne tenê naveroka nûçeyên tên çêkirin e, li gorî min bibe xwedî hin zêdetir şewazê xebatê ya rêxistinên medyayê bingehên xwe yên organîzyonê jî wek modeleke alternatîf avabike, hin zêdetir wekhevîtir, ji mafên bingehîn ên xebatkarên xwe re rêzdartir bûyin û xebat û birêvebirina pêvajoya hilberîna nûçeyan a bi têgihiştineke hin demokratîk û zelaltir jî dê ji çareserkirina van pirsgirêkan re rê vebike.”
Ozge Yurttaş diyar kir ku dema li Tirkiyeyê diçin hilbijartinan di operasyona sibeha 25’ê Nîsanê de binçavkirina rojnamegerên Kurd jî ne tesaduf e, da zanîn ku hikûmet di her pêvajoyê de bi riya tevgera Kurd muhalefetê ditirsîne û her gava li dijî bêdengkirina rojnamegerên Kurd niyetek ku di demek kurt de veguhere pêleke êrîşê ku dê hemû rojnameger û hemû dezgehên ragihandinê bihewîne, hildigre.
Jin ji ber newekheviya zayendî neçar dimînin bi mûçeyên kêmtir di bin şert û mercên bê sîgorte de bixebitin. Hinek caran rastî mobîng û tacîza zayendî jî tên. Yek ji sektorên ku herî zêde newekhevî lê zêde ye jî çapemenî ye. Pirsgirêkên ku rojnamegerên jin di sektora çapemeniyê de dijîn çi ne?
Li Tirkiyeyê di sektora medyayê de şertên xebatê giran û dijwar in. Wekî ji gelek milên kar cuda jî hinek zehmetî dijîn. Weke ku em dizanin di rastiyê de ev 30 sal in li Tirkiyeyê jiyana kar bi awayekî cidî bêewle bû. Bi awayekî mûçeyên kêm, bê sendîka, ji mafên civakî û ewlekariya kar bêpar xebitandin, pir belav bûye. Dema rojnamegerên jin dibin mijara gotine, ev pirsgirêk zêdetir dibin. Ji ber ku hawirdora medyayê ya Tirkiyeyê hawirdoreke ku karê bêewle pir tê jiyîn e. Lê rojnamegerên jin bi pirsgirêka newekheviya mûçeyan re rû bi rû dimînin.
Jin di pozîsyonên rêveberiyê de kêm in’
Mîna ku li seranserê cîhanê û di asta welat de, di milê kar ê medyayê de jî kêmtir girtina mûçeya jinan a ji mêran mijara gotine ye. Ji derveyî vê yekê dema em li medyaya Tirkiyê dinêrin, em dibînin ku medyaya mûxalîf jî di nav de di pozîsyonên rêveberiyê de hema bêje qasî bê gotin nînin cih jin cih digrin. Qasî ku em fêm dikin birêvebirina rojname, kanalek televîzyonê an jî malperekê web’ê wek tiştekî ku tenê rojnamegerên mêr dikarin bi dest bixin tê dîtin, ger em li ber çavan bigrin hejmarek pir kêm a rêveberiyên jin heye. Ev jî nîşaneya cihêkariyê ye.
Jin zêdetir dibin hedefa tundî û mobîngê
Helbet divê li van hemûyan mijaran, bûyerên tacîz, tundî û mobîngê yên li cihê kar bên zêdekirin. Dîsa jin ji ber pozîsyona xwe ya nazik a hem di sektorê de hem jî di jiyana civakî û ya xebatê de dibe ku zêdetir bibin hedefa tundî û mobîngê. Ev di warê rojnamegeran de ye divê tundiya dewletê ya li kolanan, tundiya qanûnê û tundiya êrîşkaran a ku dem bi dem di bin rêveberiya welatiyên sivîl an jî çeteyên sivîl de tevdigerin jî were zêdekirin. Bi kurtî, em dikarin bibêjin di warê rojnamegerên jin de ji bilî xebata bêewle, bi mûçeyên kêm xebitandin, di sektorê de hem mûçe hem şert û mercên xebatê û hem jî di warê pozîsyonên xwedî mafê gotinê ya rêveberiyê de, di şert û mercên gelek caran cihêkarî tê jiyîn de dixebitin.
We diyar kir ku dema rojnamegerên jin dibin mijara gotinê, pirsgirêk zêdetir qat bi qat dibin. Hûn dikarin ji bo çareseriya van pirsgirêkên ku we diyar kirine çi pêşniyar bikin, ev pirsgirêk çawa dikarin bên derbaskirin?
Di çareseriya van pirsgirêkan de helbet erka her rojnamegerek heye û erka ku divê li ser milên van be beriya her tiştî birêxistinbûn û sendîkabûyîn e. Ji ber ku li dijî pirsgirêkan amûra têkoşîna hevpar a sendîka ye. Tevî ku pîşesaziya medyayê mixabin yek ji wan pênc milên karsaziyê ye ku di nav 21 milên karsaziya Tirkiyeyê de pîşesaziyek pir piçûk ku rêjeya herî kêm sendîkayî lê heye ye. Di rastiyê de ev tabloyek xemgîn e. Ez difikirim ku yekane tişta ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikeve ser milê kesên di vê sektorê de dixebitin, ew e ku hem bi ferdî û hem jî bi awayekî komî lêgerîna mafan bikin û bi hev re ji bo baştirkirina şert û mercên xebatê têkoşîn bikin. Lê belê, berpirsiyariya sereke dikeve ser milên hukûmetê, çêkerên qanûnan. Lê mixabin li Tirkiyeyê di şert û mercên heyî de hikûmet ne saziyeke birêkûpêk e. Ji ber ku hemû amûrên di destên xwe de ji bo ku rojnameger, cîhana rojnamegeriyê û cîhana medyayê bigrin bin zextê bi kar tîne, di vê kêliya dîrokê de ji bo Tirkiyeyê ne rêbazek pir bi bandor e ku vê yekê ji hêza siyasî re wekî daxwazek rêxistinkirî ragihîne.
We jî behsa girîngiya birêxistinkirinê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan kir. Li gorî vê tevlibûna rojnamegerên jin a rêxistinên pîşeyî çawa ye? Gelo dikarin di mekanîzmayên biryardanê de cih bigrin?
Bi rastî jî mixabin li Tirkiyeyê di pêvajoyên rêvebirina sendîkayan de hejmara jinan kêm e. Profîla endamên me hema bibêje nîvî bi nîvî ye. Dema em di li milê kar ê sendîkayên ku bi rastî ji dewlet û sermayeyê serbixwe dinêrin, dibînin ku di qada karkeran de du sendîka hene. Dema ku em li rêxistinên pîşeyî dinêrin, dibînin ku jin bi mêran re di hejmara wan de cih digirin. Em dibînin ku dikarin di mekanîzmayên rêveberiyê de di pozîsyonên bi bandor de cih bigrin.
Tevgera jinan li Tirkiyeyê riya hemû kesan vekir
Ez difikirim ku ev hinekî jî ji ber asta pîşeya rojnamegeriyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji ber tevgera jinê li Tirkiyeyê riya hemû kesê vekir û di veguhertin û femînîzyona rêxistin û sedikayan de roleke aktîf dilîze ye. Mînak Sendikaya Disk-Basın-Îş ne sendîkayek pir mezin e. Di mile kar de sêyemîn an jî çaremîn sendîkaya herî mezin be. Lê ji 7 rêveberiya me 3 jin in. Temamiya komîteya me ya dîsîplînê jin in. Hejmara jinên di komên me yên lêkolînê de cih digrin hema bejê bi ya mêran re wekhev e. Ez dizanim ku di sendîkaya din û Cemiyeta Rojnamegeran de jî tabloyek wekhev heye. Bi qasî ku ez dizanim û dişopinim rêxistinên xweser an jî komên ragihandinê jinan ên cuda hene. Di vî warî de ez difikirim ku dema rêxistinên di warê rojnamegeriyê de bi rêxistinên qadên din re berhev dikin, di rewşekî hin baştir de ne.
Li Tirkiyeyê rojnamegerî roj bi roj dijwartir dibe. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê hêviyên we yên der barê maf û azadiya rojnamegeran de çi ne?
Ez difikirim ku di vê mijarê de li şûna ku mirov bendewariyan bêje, erkdayîn di cih de be. Ji ber ku desthilatdarî kî dibe bila bibe, em ê daxwaza azadiya çapemeniyê bikin, dawî li sansurê bînin, bi operasyonên qanûnî ve hedefgirtina rojnamegeran bi dawî bibe û hikûmet û dadwerî destê xwe ji rojnamegeran bikşînin bişopînin. Em dizanin ku kîjan bijarde hikûmet be, heta ku em bi awayekî rêxistinkirî daxwaz nekin, dê pêk neyê. Ev hinekî nêrîna min a kesane ye jî, lê piraniya hevalên min ên di sendikayê de nêrînên mîna hev parve dikin. Ji ber ku azadiya çapemenî, azadiya ramanê û azadiya gel a ku divê li welatekî demokratîk hebe, li welatên wekî me bi îsrar daxwazkirina pêkanîna azadiya agahî girtine, di vê mijarê de gav bi gav bi vekirina qadekê û pêşketinê vê pêkan e.
Em ê piştî 14’ê Gulanê daxwaza azadiya rojnamegerên girtî bikin
Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku ne hêviya me ye lê daxwaz û daxwaza me ya têkoşînê wek îro piştî 14’ê Gulanê hikûmetek e ku rêzê li mafê agahdarkirina gel bigire û berî her tiştî ji azadiya çapemeniyê re rêz bigre ye. Niha li girtîgehan gelek hevalên me yên rojnameger hene. Hevalên me yên ku piştî meha Hezîrana sala borî di meha Gulanê de piştî operasyona li dijî hevalên me yên ji kevneşopiya çapemeniya azad hatine girtin hene. Bi dehan rojnameger bi daxwazên bi dehan salan di girtîgehê de tên darizandin. Hema bêje her roj rojnamegerek li salonên dadgehê amade ye ku îfade bide yan jî beşdarî dadgeha xwe bibe. Helbet daxwaza me û tişta ku emê hertim daxwaz kirin ew e ku rojnamegerên girtî bên berdan, karê rojnamegerî ji sûcbûyine derkeve, pîşeyên me dema karê xwe dikin neyên sûcdarkirin, di şopandina nûçeyan de neyên astengkirin, nebin hedefa polîs û hezên dewletê û berî her tiştî daxwaza me ew e ku hikûmet bêdengkirin û fetisandina rojnameger ên ku bi rêya sazî û rayayên di destê hikûmetê de, bi dawî bike.
We behsa zextên li ser rojnamegeên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên kir. 25’ê Nîsanê danê sibehê dîsa operasyonek pêk hat. Di operasyona ku li 21 parêzgehan hat kirin de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnamegerên Kurd jî hene. Hûn bi taybetî zextên li ser rojnamegerên Kurd çawa dinirxînin?
Belê di vê operasyonê de endamên sendîkaya me jî di nav de gelek rojnameger hatin binçavkirin. Bi rastî jî ji sala par û vir ve ku di operasyona 8'ê Hezîranê de li dijî rojnamegerên Amedê pêk hat em heman tiştî dibêjin. Operasyonên hikûmetê yên ji bo tengkirina qada demokratîk û azadiya çapemenî û derbirînê her dem ji çapemeniya Kurd dest pê dike û piştre li tevahiya welat belav dibe. Beriya her tiştî ez difikirim ku ev êrîş ne tesaduf bû rastî pêvajoya hilbijartinê hat. Em dibînin ku armanc dikin gelê Kurd û bi bêdengkirina dezgehên ragihandinê yên Kurdî, leza kampanyayên hilbijartinê kêm bike (bi qasî ku ez dikarim ji derve bişopînim, ji ber erka xwe ya pîşeyî) ku gelek serkeftî, pir dengbêj û pirreng in. Her wiha ez difikirim ku hewl didin hevpîşeyên me yên bi taybetî saziyên çapemeniyê yên ku bi dengê tevgera Kurd dixebitin krîmînalize bikin. Tevî ku niha di dosyayê de biryara sînordarkirinê heye jî, wek her carê îdiayên wekî 'endamtiya rêxistinê' û 'propagandaya rêxistinê' derbas dibe.
Operasyona dawî niyeta pêla êrîşan a li dijî hemû rojnamegeran di nava xwe de dihewîne
Ez dikirim ku hikûmetê di her pêvajoyê de bi rêya tevgera Kurd muhalefetê ditirsîne û her gava li dijî bêdengkirina rojnamegerên Kurd niyetek ku di demek kurt de veguhere pêleka êrîşê ku dê hemû rojnameger û hemû dezgehên ragihandinê bihewîne, hildigre. Di vî warî de em gelekî bi fikar û bi hêrs in. Ji ber ku rojnamegerên di 8'ê Hezîranê de hatin girtin dê nêzî salek û mehek şûnde bên darizandin, ne diyar e ku bi çi sûcê tên sûcdarkirin. Em dibînin ku hin hevpîşeyên me yên di meha Cotmehê de hatine binçavkirin, tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi sûcên cuda re rû bi rû ne. Helbet di binê vê de jî hewldanek heye ku pîşeya rojnamegeriyê wek sûc pênase bikin û xebatên rojnamegeriyê sûcdar bikin.
Li hemberî êrîşan yekbûyîn girîng e
Lê helbet rastiya hedefbûna organên dengê û bêhna gelê Kurd ku li Tirkiyeyê hem aliyê muxalefetê roleke krîtîk dilîzin û hem jî kilîla demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, li gorî hin zêdetir tişt vedibêje me. Ez wek gelek kesan kesatetî jî bawer nakim ku heta daxwazên gelê kurd neyên bicih anîn demokrasiyeke tam li vî welatî pêk were. Yek ji nîşaneyên sereke yên vê jî çapamenî ye. Dema ku hevpîşeyên me yên li Amedê hema bejê her şeş mehan carekê bi operasyonên tên dubare tên binçavkirin, bêdengkirin, xebatên wan ên rojnamegeriyê weke sûc tên nîşandan, ez bawer nakim ku em li Tirkiyeyê bi temamî û bi azadî xebateke rojnamegeriyê ya rast bimeşînin. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku li hemberî êrîşan yekbûyîn girîng e.
Herî dawî bangek an jî peyamek we ji bo jinên ku tevî hemû zehmetiyan jî bi israr in pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bidomînin heye?
Banga min a herî girîng ji bo rojnamegerên jin helbet rêxistinbûn û endamtiya DÎSK Basin-Îşê ye. Ji ber ku hêza me ji yekitiya me ya karkeran tê. Wek jin hêza me bi rastî ji hevgirtina me tê. Li gorî min tevgera jinan a li Tirkiyeyê yek ji pêkhateyên civakî ye ku bi taybetî di van 10-15 salên dawî de li dijî pêkanînên dij-demokratîk ên hikûmete helwesta herî bi biryar û îrade nîşan dide. Ez difikirim ku gihandina vê dînamîzmê ji sendîka û rêxistinên me yên pîşeyî re dê ji bo demokratîkbûna medyaya Tirkiyeyê û bidestxistina karekterek wekhevtir de bide bandor. Ji ber vê yekê ji bo hawirdorek ragihandinê ya azad û wekhev ez bang li hemû hevpîşeyên xwe dikim ku bi rêxistin bibin û ji bo azadiya çapemeniyê û di hawirdorên ewle de bixebitin bi hev re têbikoşin.”