‘Divê em destkeftiyên xwe yên di warê ziman de biparêzin’

Derçûya Fakûlteya Wêje û Zimanê Kurdî Rodîn Mihemed destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ziman tê jiyîn û got: “Berhemên hewildanên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê xwe didin der ku destkeftiyên dîrokî tên qezenckirin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – 15’ê Gulanê ku weke Roja Zimanê Kurdî hatiye pejirandin, gelê Kurd di hundir û derveyî welat de her sal di vê rojê de îsar û biryara xwe ya parastina zimanê xwe yê dayîkê de tînin ziman. Bi vê wesîleyê derçûya Fakûlteya Wêje Û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Rodîn Mihemed nirxandin û çavdêriyên xwe bi me re parve kir.

‘Kovara Hawar yek ji zemîn û jêderên resen ya zimanê Kurdî ye’

Rodîn Mihemed dîroka vê rojê û girîngiya wê ya dîrokî wiha bilêv kir: “15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye ku ev roj ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke girîng û binirx e. Hilbijartina vê rojê jî xwe dispêre Kovara Hawar ku ji aliyê malbata Bedirxan ve hatiye çapkirin û yekemîn kovara bi alfabeya kurdî ya latînî derketiye. Ev kovar bû sedema ku piştgiriyeke netewî, çandî û wêjeyî ji bo çand û zimanê Kurdî re pêşbikeve. Tevî ku ev kovar bi derfetên kêm hatibû çapkirin jî, lê di roja îro de zemînekî bihêz yê pêşxistina ziman e û ji bo dîroka nûjen bûye belgeyeke girîng. Her wiha jêdera herî rasteqîn û resen ya ku mirov xwe pê bighîne koka zimanê Kurdî. Ji xwe ev ziman yek ji zimanên herî kevnar yên dîrokê ye ku di gelek qirkirinan re derbas bûye, tevî wê jî dikarbû heta astekê xwe biparêze û pêşbixe.”

‘Bi qasî hewildanên pişaftinê parastin jî pêk dihat’

Rodîn Mihemed girîngiya ziman û rewşa Kurdan ya di vî warî de wiha anî ziman: “Zimanê dayîkê pêwîra ku mirov xwebûn û hebûna xwe pê biparêze û pênase bike. Her netewek xwedî zimaneke ku heta em dikarin bêjin nasnameya wî ye. ji bo vê zimanê mirov ji dayîk û malbata xwe bigre, pê bihizre, ramanên xwe bîne ziman û armancên xwe bi cih bîne, zimanê dayîkê ye. Ziman di heman demê de dayîk, ax û welat e. Lê ji bo Kurdan ev rewş cudatir dibe. Hêzên mîtînger yên li Kurdistanê bicih bûn weke Inglîz, Firansa, Osmanî, Sûriyê, Îraq û Îran zexteke mezin li ser ziman û çanda Kurdan kirin ku bi qasî komkujiyên fîzîkî yên çandî jî pêkanîn. Lewra dema ji bo me behsa zimanê dayîkê tê kirin, yekser ew têkoşîn û girêdana bi axê re tê bîra me. Çawa ku me dikarbû bi riya parastina ziman û çanda xwe ve, dagirkirina axê vala derxin. Bê gûman rewşeke wiha jî hebû ku perwerdeya me ya bi zimanê dayîkê di nava malbatê de sînordar bû ku di dibistanan de em neçarî xwendina bi zimanê dewleta dagirkerbûn. Ji bo vê jî li gelek deveran zimanê Kurdî lawazbûye ango hatiye pişaftin jî.”

‘Li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên dîrokî tên bidest xistin’

Rodîn Mihemed destnîşan kir ku hesreta gelê Kurd ya perwerdeya bi zimanê dayîkê li Rojavayê Kurdistanê diteyse û got: “Li tevahî parçeyên Kurdistanê hewildanên teysandina perwerdeya bi zimanê dayîkê tê kirin, lê derfetên û zextên tên jiyîn rê nadin. Li Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê rewşa cudatir dibe. Lewra em dikarin bêjin ku ev şoreş di heman demê de bi xwe re şoreşa ziman jî afirand. Derfetên di nava şoreşê de pêşketin şert û mercên pêşxistina perwerdeya bi zimanê kurdî jî ava kir. Beriya şoreşê jî xebateke taybet ya ji bo ziman dihatkirin, lê bi serxwebûna Rojavayê Kurdistanê re me dikarbû bi rengekî fermî pergala xwe ya perwerdehiyê derbasî qonaxeke nû bikin. Yekemîn dibistana ku perwerdeya bi zareveya Kurmancî dît, di Mijdara 2012’an de li navçeya Şera ya kantona Efrînê bû. Pişt re dibistana şehîd Osman ya Kobanê  di 26’ê Mijdara heman salê de destpê kir ku paşê êdî kantona Cizîrê jî heman rojev berdewam dike. Li rex waneyên di derbarê ziman de, waneyên li ser dîrok û erdîngariya Kurdistanê, çand û exalq, Netewa Demokratîk jî dihatin dîtin. Ev gavên mezin bi hejmareke kêm ya mosteyan destpêkir ku berhemên wê kedê di roja îro de tacîdar dibe.”

‘Derfet gelek in divê em biparêzin û pêşbixin’

Rodîn Mihemed herî dawî bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên hatine qezenckirin û got: “Weke kesayet ez yek ji wan kesên ku perwerdeyê zimanê xwe yê dayîkê di mal de dîtiye û ji bo ku Rêjîma Baas agahî negre me bi rengekî veşartî dît. A niha pêwîst nake ku em bi rengekî dizî ango şermok xwedî li zimanê xwe derkevin. Piştî berxwedana Kobanê êdî di hemû qonaxên perwerdeyê de derfet çêbûn ku em hesreta bi hezaran sal zindî bikin. Qonaxên seretayî, navîn û amedehî, her wisa peymangehên şehîd Viyan Amara û Zozan, herî dawî jî zanîngeha Kobanê hatin avakirin. Di van du salên dawî de jî mastra Kurdî hat vekirin ku hîn di pêşerojê de jî asta doktorayê were vekirin. Ger em bala xwe bidin van gavan, em ferq bikin ku birastî jî me destkeftiyên dîrokî qezenckirin. Lewra êdî pêwîst dike ku em weke hezkirî û dildarên ziman û wêjeya Kurd erka xwe ya di parastian van destkeftiyan de bilîzin û heta em pêş bixînin jî. Êrîşên li ser çand û zimanê berdewam dikin û divê em di her derfetê de jî bersiva wan bidin.”