‘Divê em dest bi tevgerek herêmî bikin’

Civaknas, nivîskar û çalakvana mafê jinan Sosan Raghes diyar kir ku divê hîn zêdetir xebat bimeşînin û tevgerek ya herêmî bidin destpêkirin, bang li jinên Îran û Rojhilat kir.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan serhildana ku destpê kirî û bi yekitiya di nav amêran de berfireh bû û ev serhildan li hemû cîhanê belav bû. Civaknas, nivîskar û çalakvana mafê jinan Sosan Raghes di derbarê pêvajoya serhildanê ku bi pêşengtiya jinan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev çar meh zêdetire berdewam dike ji ajansa mere nirxandin kir.

‘Jina bu çiroska tevgera azadiyê’

Susan Rokhesh di nirxandina xwe de wiha got: “Raisi ya hatî ser desthilatê û û ev kome gel komara Îslamê ve girêdayi ye, çalakiyên Devriya Irşad kur bûn û pirsgirêka hîcabê jî zêdetir bû û bû sedemê hemû hêzê bi  xwe destê xwede. Îsal bû sala serhildana jinê, ji cara yekem ji aliyê Devriyên Iraşd ve rastî tacîzê nehatin. Qetilkirina Jîna Emînî tirajadiyek mezin bû û ev trajediye ji bo tevgera jinên Îran û tevgera azadiyê bû çiroskek. Yek ji aliyên erênî yên vê bûyerê bingehê serhildanê amadekirin. Di heman demê de xala wê ya giring ji derveyî îradeya hikumetê yekitiya gelê Îranê, ji ber ji destpêka serhildanê tişta herî mezin ya ku rejîmê dikir belavkirina gelê Îranê bû.”

 ‘Divê li dijî sîstema mêrsalarî têkoşîn were kirin’

Susan Rokhesh bal kişand li ser hişmendiya gel û wiha dom kir: “Armanca hemû mirovatiyê azadiye û divê rêyê de gelek kes hatin qetilkirin. Komkojiyên li girtîgeh , bi taybet li Kurdistan û Belucistanê yek ji pirsgirêkên herî mezin ku em û tevgera jinan ku li dijîne. Di civaka mede sîstema mêrsalaî ev bi salane berdewam dike û bûye hêzek û divê li dijî vê têkoşînek were kirin. Tevgera jinan îro bi bilindbûna tevgera gel de cihê xw ebi awayek serbixwe bigre û bigihe armanca xwe û divê vê firsatê baş bi karbîne.”

‘Bi serhildanê wê jin pêşbikevin’

Susan Rokhesh bal kişand li ser dîroka bûrî ya civaka Îranê û wiha dom kir: “Di demê berê de civaka Îranê weke polîtik xwedî şeklek cûda bû. Ji ber wê wê demê gelek pirsgirêkên jinan ne diket rojevê. Bi vê şoreşê wê jin pêşde biçin, bi dawîbûna dîktatoriyê re me fikirî ku emê hemû mafê xwe bigrin. Ev ezmun ne tenê li Îranê, di civaka Îslamê de ji bo me jinan bû dersek mezin û ev tevger êdî tevgerek ya pêşdebirinê ye. Divê de rola jina gelek giringe ji ber di vê demê de tevgera jinê gelek mezin bûye û me gelek têkoşîn û tevegerên serbixwe jiyan kir.”

‘Ev tecrube bû dersek mezin’

Sosan Rokhesh bal kişand li ser rola jina ya di şoreşa 1979’an de û wiha got: “Di şoreşa sala 1979’an de jina rolek gelek giring leyîst. Wê demê jin weke hêzek serbixwe bejdarî şoreşê bûn û wê demê em ne xwedî zanistek ya şoreşê bûn, ji ber em di dema Pehlevî de civaka cîhanê û civaka Îranê gelek êş kişandibûn, behsa jinan ne dihat kirin, me difikirî piştî ku diktatorî bi dawî bibe emê hemû bigihin mafê xwe, ev tecrube ne tenê li Îranê li cîhanê ji bo me jinan bû dersek mezin.”

‘Ji hêza jinê ditirsin’

Sosan Rokhesh diyarkir ku tevgera jina ya Îranê li beramberî tevgerên xwendevan, karker û çandiniyê li Îranê bûye tevgera herî bi hêz û wiha got: “Tevgera jinan di hemû çespandinan de hêza xwe bilind dike. Herçendî ku têkoşîn zêde dibe zext jî zêde dibin , ji ber ji hêza jina ditirsin. Di civakek wisan de yek ji sembola herî mezin ya zilmê hicabe. Di şexsê jinan de zext di cakê de belav bûye.”

‘Tevgera jinan di rêjeyek zêde de mezin bû’

 Sosan Rokhesh di derbarê mijara hicabê bi zorê de wiha got: “Tevgera jinan di rêjeyek zêde de mezin bû û ev tevger bi rêxistin û yan jî bê rêxistin li hemû Îranê bû sedemê serhildanê û faktorên bingehîn yên vê serhildanê çavakaniya xwe ji çespandina jinê digre. Encax divê em ji bîr nekin herî zêde mêr hewil dide şêwe biguhere. Bijîja herê li pêş ya Misrê di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da nivîskar Nawal El Saadawi xalek ya meya hevbeş heye.” 

‘Jinên Gilan di têkoşînê de rolek giring lîstin’

 Sosan Rokhesh di derbarê rola jinên Gilan de wiha got: “Dema em li dîroka Mazandaran û Gilan meyze bikin, jinan di ekonomiya civakê de xwedî rolek giring bûn. Dema em li Mazandaran meyze bikin emê bibînin ku jina ji herdemê zêdetir di aboriya civakê de rol leyîstine. Ji ber berhemên herî giring yê vê herêmê birince, birinc jî berhemê jinan e. Ji ber vê hertim jinan di aboriyê de bûye xwedî rolek gelek giring. Ji ber jin neçarin vê yekê bi xwe bikin. Kar wan rêve birin, mirovan karê xw eji karê wan neanî kehyayaên jin bi xwe karkerên pirinc digrtin. Di heman demê de li vê herêmê serbixwetiya jina ya dirêj heye, ji ber wê Gilan û Mazandaran (Herêma deryaya Hazar) bi taybet jin xwedî rolên giringin û ji bo mafê xwe berxwedanî kirin.”

‘Piştî Jîna yekem gelê Gilan çû cihê bûyerê’

Sosan Rokhesh wiha got: “Di demê xantiyê de di dîroka wê de jî herçendî ku jin ji sehnê werin durxistin jî em dibînin ku rola jinan çawan bejdarî berxwedaniyê bûne. Di dema meşrutiyetê de rêxistina yekem ya jinan li Gilan hatiye avakirin. jinên femînist jî ji şervanan yan jî ji aliyê feministên yekem Roshank ve hatiye avakirin. Niha jî li Gilan û Mazandaran jin rolê xwe bi awayê rêxistinkirî û nerêxsitinkirî di lîzîn û veşartî şer dikin û tu caran dernakevin pêş. Piştî qetilkirina Jîna Emînî hate ragihandin yeku berî hemûyan çûyî cihê bûyerê û yek ji herêmên ku cara yekem windahiyên canî dayîn Gilan bû.”

‘Goristanên bê nav û bê îşaret hat dîtin’

Sosan Rokhesh di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser bûyerên ku li girtîgeha Evîn hatî jiyan kirin û wiha dom kir: “Ew tiştn ku van mehan li girtîgeha Evîn hatî jiyankirin, beriya çend rojan li girtîgeha Reşt-Lakan jî hat jiyankirin. Niha girtîgeha Reşt yek ji girtîgehên herî bi xeter ya Îranê ye. Yên ku tên cezakirin neqlî wê girtîgehê dikin, em nizanin çend kes hatine kuştin, goristanê bê nav û bê îşaret hatine ditîn. Niha li Gilan yan jî li girtîgeh û taxan kesên ku hatine kuştin nasnameyên wan derdikevin holê û lê belê hîn malbat cesaret nakin bi axivin.”

‘Divê jin di ferqa hev debe’

Sosan Rokhesh rexne li tevgerên jinan kir û wiha got: “Ev serhildan wê rê ji bo şoreşê re veke. Jin li dijî cinayetên namusê bejdarî kampanyan dibin û ji bo azadiya jinan xebat dikin. Sîstema mêrsalarî nayê guhertin û tenê şêwe diguhere lê belê tune nabe. Divê jin di ferqa xwestekên hev debe û divê vê yekê diqat bike, şert û mercên avhewaya her herêmê û şert û mercên civakî cûdane. Li Îranê rewşek îstîsna heye, welatek ku ji gelên cûda û çandên cûda pêktê. Ji ber vê pêşeroja Îranê divê mafê jinan têde heve û divê ji bo mafê xwe têkoşînê bikin û tişt ku em dixwazin pilan bikin.”

'Divê em ne sekinin'

Sosan Rokhesh bang li jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got: “Banga min ji hemû xûşk û dayikên min ewe ku têkoşîan xwe berdewam bikin. Divê em nesekinin, divê em li gel gel di çeperên berxwedanê de cih bigrîn. Îro jin ji bo têkoşîna serbixwe, têkoşîna hevbeş û bi stratejiya yek dengî hîn zêdetir pêşde bibin. Êşên me hevbeşi ez di wê baweriyê deme ku di sala 2023’an de di derbarê vê mijarê de hîn zêdetir em xebat bikin û tevgerek ya herêmî bidin destpêkirin.”