"Divê em bi rihê têkoşer Zîlan ji vê pêvajoyê re bibin bersiv"

Hevseroka Komeleya Tîrêj Emîra Mihemed Elî li ser bîranîna yek ji pêşengên jinên Kurd Zîlan dibêje: "Zîlan ji me re riya ber bi azadiyê ve nîşan da divê em bi zanebûn li vîn û têkoşînê wê xwedî derkevin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Di salên 90`î de hêzên hegomonîk li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi xebatên komployeke navneteweyî kirin. Ji ber vê di her fersendê de êrîşên cur be cur pêk anîn. Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li hember êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin nîşan dan. Yek ji têkoşerên ku bi rêbazê çalakiya fedayî ji tevahî êrîşan re bû berisv, Zîlan e.
Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan, di sala 1972`an de li navenda bajarê Meletiyê ji dayik bûye. Dema ku dibistana amadehî dixwendin nêrînên wê yên di warê Kurdayetiyê de çêdibin û nakokiyan dijî. Zeyenb li zanîngeha Meletiyê beşa şêwirmendiya derûnî dixwîne û pişt re demekê li nexweşxaneya dewleta tirk a Meletiyê dixebite. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de, fikrên xwe yên neteweyî bi pêş dixe, ji ber vê di 1994`an de li bajarê Edeneyê xebatên rêxistinî dide meşandin. Pişt re bi salekê biryara xwe digre û tevli nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. 
Zîlan di nava Tevgera Azadiyê de, ji tevahî aliyan de xwe perwerde dike û têdighîje. Her wiha girêdana wê ya bi rastiya Rêberê Gelê Kurd, jin û Kurdistanê re zêde dibe. Di sala 1996`an de, li hemberî Rêberê Gelê Kurd gef tên xwarin her wiha di nava tevgerê de jî gelek kes îxanetê dikin. Zîlan bi biryardariyeke xurt, wêrekî, vîn û têkoşîneke xurt biryara pêkanîna çalakiya fedayî dide. Ji ber vê ew nameyekê li pey xwe dihêle û di 30`ê Hezîrana 1996`an de li qada komarê ya bajarê Dêrsimê çalakiya fedayî pêk tîne.
Zîlan bi biryardarî, dilxwazî, vîn, têghîştina ji azadiyê re, naskirina rastiya dijmin derbe li pergala faşîst, qirker, zayendperest û hegemon xist. Zîlan bi riya vê çalakiyê riya azadiyê nîşan da û Tevgera Azadiyê derbasî qonaxeke nû kir. Her wiha hêz, vîn, afrînerî û rastiya jinên azadîxwaz ji tevahî gelên cîhanê re teqez kir.
Bi wesîleya 25’emîn salvegera çalakiya têkoşer Zeyneb Kinaci, Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîra Mihemed Elî bersiva pirsên me da.
Jinên Kurd mora xwe çawa li dîrokê dan?
Rêber Apo dibêje, dema ku min dest bi vê xebatê kir min dît ku kesayeta jinên Kurd hatiye pişaftin, ji ber vê yên ku bi min re alîkariyê bikin û li dijî zordariyê têbikoşin jinên Kurd in. Ji lewre min xwest ku ez di destpêkê de jinên Kurd bi xwe re rakim her wiha azadî û serxwebûna Kurdistanê bi azadiya jinan ve têkildar bikim. Bêguman analîzên Rêber Apo xwedî bingehên bîrdozî ne. Di dîroka Kurdistanê de, jinên Kurd her tim çand, hebûn, exlaq, kesayet, rêgez û nasnameya xwe parastine. Her wiha di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de di destpêkê de şehîd Bêrîvan li Cizîra Botan çalakî pêk anî, bi vê gavê re tevahî gelê Kurd daket serhildanan. Pişt re di salên 90`î de ji bo ku li tevahî Kurdistanê Newroz bi awayekî girseyî were pîrozkirin, têkoşer Rehşan canê xwe kir agirê Newrozê. Pişt re çalakiya têkoşer Zîlan tê.
Pêvajoya ku çalakî tê de hatiye kirin, çawa bû?
Çalakiya têkoşer Zîlan weke ku Rêber Apo jî pênase dike, li hember du aliyan bû. Aliyê destpêkê li hember dijminên derve, gefên  dewleta tirk û teqîna ku li Şamê ji bo hedefgirtina Rêber Apo hate kirin. Mirov dikare bêje di wê demê di her seatê de êrîş li ser Rêber Apo hebûn. Aliyê din jî li çiyayên Kurdistanê  di nava refên Tevgera Azadiyê de îxanet hat kirin , li dijî wê îxanetê bû. Hinek kesan serkêşiya îxanetê dikirin, dixwestin ku şervanan dûrî xeta azadiyê bixin. Li hember van herdu xalên ku me bilêv kirin, têkoşer Zîlan çalakî pêk anî. Di wê demê de dijmin digot em ê xwarina taştê li Helebê bixwin û ya firavînê jî li Şamê bixwin. Dijmin pilaneke wiha çêkirbû ku bi riya ajanên xwe yên di nava Tevgerê de û kesên derve, êrîşê Rêber Apo bikin. Rêber Apo dibêje, hevala Zîlan şervana salekê bû lê wê ez bi qasî 25 salan nas kiribûm. Têkoşer Zîlan bêyî ku tu kesî agahdar bike, name li pey xwe hişt û çalakiya xwe pêk anî. Wê rastiya Rêber Apo baş fam kiribû, ji ber vê çalakiya wê bîrdozî û plankirî bû.
Wate û girîngiya çalakiya 30`ê Hezîranê çi ye?
Rêber Apo dibêje em şagirtên hevala Zîlan in, ji ber vê dewleta tirk xwest ku  wê çalakiyê reş bike û gotin ku jineke ducanî û (dîn bû), ji ber vê wê jinê bê zanebûn çalakî pêk aniye. Şehîd Zîlan li benda kombûna leşkeran ma, heta ku çalakiya fedayî kir. Dewleta tirk bîlançoya çalakiyê rast neda, wan weke qetilkirina 7 leşkeran raghandin lê di rastiya zêdetirî 30 leşker hatin qetilkirin. Armanca têkoşer Zîlan ne qetilkirina wan leşkeran bû lê belê xwest vê peyamê bide dewleta tirk. Heger hûn bixwazin biçin Şamê û teqînê li cem Rêber Apo çêbikin, wê demê em şagirtên Rêber Apo dê di nava we de teqînê çêbikin. Her wiha heger hûn bixwazin werin çiyayên Kurdistanê, em jî dikarin werin nava we. Her wiha li hemberî xeta îxanetê ku xwest rastiyê ji rê derxe, bû bersiv. 
Di 1995`an de cara yekemîn rêxistibûna jinan li çiyayên Kurdistan hat ragihandin, ji ber vê mêrên xwedî hişmendiya baviksalarî û desthilatdar nerazîbûna xwe nîşan dan. Çalakiya şehîd Zîlan artêşbûyîn û rêxistibûna jinan bihêz kir û ji me jinan re got ku hûn xwedî hêz, vîn û biryar in. Divê ku jin serê xwe li hember îxanet, mêr û pergala zayendperest netewîne. Ji ber vê Rêber Apo dibêje ku hevala Zîlan rêgezên jina azad nîşan da, li ser vê bingehê jî Rêber Apo rêgezên bîrdoziya azadiya jin (Welatparêzî, vîn, têkoşîn, rêxisitbûn, şerkirin û xweşikbûna jina azad) ragihandin. Heger em bigihîjin asta jina azad divê ku ev rêgez bi me re hebin.
Jinên fedayî mîrateyeke çawa li pey xwe hiştin?
Têkoşer Bêrîvan, Rehşen, Zîlan û Bêrîtan ji bo gelê Kurd bûn çirûskên rizgariyê. Çalakiyên wan di demên ku cîhan bi ser Kurdan ve dihat reşkirin, bûn ronahî. Ji ber vê em weke jinên Kurd divê her kêlî, deqe û seatên me lêgerîna li azadî û rastiyê be. Êrîşên di roja îro de ji qetilkirin, destavêtin, revandin û tecawizkirina jinan tên kirin, bingehe xwe heye. Em çiqasî nêzî azadiyê bibin, wê ewqas jî êrîşên li ser me dijwar bibin. Nameya têkoşer Zîlan ji bo me biryara e, bi vê wesîleyê jî em soza bicihanîna van biryaran nû dikin û çalakiya wê silav dikin. Her wiha em ê bi hêz û vîneke xurt li hemberî van êrîşan bibin bersiv. Em di pêvajoyeke dijwar û nazik re derbas dibin, êrîş ji her alî û bi gelek rêbazan li ser me tên kirin. Em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku vê nameya bikin bingeha têkoşîna xwe.