‘Divê dewleta Tirk li dadgehek dadperwerane hesab bide’

Komîteya Jinên Komele bi daxuyaniyekê qetilkirina her du rojnamevanên jin şermezar kir û got: “Divê li ber dadgehek dadperwerane de dewleta Tirk a faşîst hesabê van komkujî û sucên xwe bide.”

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevanên çapemeniya azad ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd ketin û 6 rojnamevan birîndarbûn, berfireh dibe. Komîteya Jinên Komele jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser rojnamevanên çapemeniya azad şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev ne cara yekem çalakvan û xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê dibe hedefa êrişên xiyanetkar û balefirên dewleta Tirk. Dewleta Tirk li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi awayê herî dirindane hemû mafên mirov ên gelê Kurd binpê dike, berpirsên şaredarî û nûnerên hilbijartî yên gel dixe girtîgehan. Li dervey sinorên xwe jî destê xwe ji sucekî naparêze. Dewleta netewperest a Tirk divê li beramberî dadgehek dadperwerane hesabê van tawan û sucên xwe bide. Em vê êrişa dewleta Tirk mehkum dikin û bi vê wesîleyê sersaxî ji heval, hevkar û malbatên her du rojnamevanan re dixwazîn.”