‘Divê ciwan bibin pêşengên guhertinê’

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratik hamleyek nû ji bo xurtkirina ciwanan di qada siyasi de dan destpêkirin. Endama Meclisa Ciwanan Sara Hassan, banga tevlibûna kampanyayê kir û diyar kir ku divê ciwan bibin pêşengên guhertinê.

DELAL REMEZAN

Hesekê – Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratik, ji bo ku ciwan di pêvajoyên siyasî de xwedî gotin bin û di mekanizmayên biryardanê  de cih bigrin dest bi kampanyayek nû kir.

Têkildarî kanpanyayê Endamê Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratik, Sara Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Krîz û nakokî li Sûriyeyê bi taybet ji bo koma ciwananm û beşeke mezin ji civakê tê wateya desthilatdariya otorîter, nakokiyên mezhebî, xizanî û dûrketinê. Kriz nahêle ciwan mafê xwe yên heyî bingehîn bikar binin. Nahêle beşdarî siyasete bibin.” Sara hassan, destnişan kir ku ew dixwazin kampanyayên ciwanan di warê siyasî de bihêz bikin û got: “Armanca me bihêzkirina ciwanan e ji ber ku ciwan bingehê guherin û veguherina demokratik e û em ciwan di ferqa vê de ne.”  

‘Em dixwazin ciwan rola xwe bilîze’

Sara Hasan da zanîn ji ber aloziya Sûryeyê rê li ber beşdarbûna ciwanan di qada siyasî de hatiye girtin û hedef ji ciwanan re ne hatiye dayîn ku nêrinên xwe binin ziman û wiha got:  “Armanca me ji vê kampanyayê ew e ciwanan bi birêxistin bikin, wan perwerde bikin, mafên wan bi wan bidin nasîn û mafê wan dayîn e. Em dixwazin ciwan rola pêşengiyê di civakê de bilîzin.”

Sara Hasan da zanîn kampanya ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha komên ciwanên ên li tevahiya Sûryeyê jî hedef digre û da zanin ku kampanya wê 4 mehan berdewam bike. Têkildarî bernameya kanpanyayê Sara Hasan wiha got: “Di bernameya kanpanyayê de dê atolyeyên li ser xurtkirina ciwanan û li ser netewa demokratîk  bigrin nava xwe. Ev atolye dê li heremên cuda êk werin.”

Bang li jinên ciwan dikin

Sara Hesen di serî de jinên ciwan, bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û ji jinên ciwan xwest ku li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê. Sara Hesen banga tevlîbûna kampanyayê kir û diyar kir ku divê ciwan bibin pêşengên guhertinê.