“Divê cîhana Îslamê li hember gefên li ser jinên Efgan helwestek zelal nîşan bide”
Parêzvana Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal da zanîn ku bi rêveberiya Talîban re jinên li Evganistanê di bin tehdîdê de dijîn û diyar kir ku pêwîste cîhana Îslamê bi helwesteke gelekî zelal li hemberî gefên li ser jinên Evganî nîşan bidin.
MEDİNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Piştî ku Talîban ket paytexta Evganistan Kabîlê, pêleke mezin a koçberiyê li welêt çêbû, jin bi ezmûna rojên berê di nav xeman de dijîn. Li gel jinên Efganî, ji bo jinan bi gelemperî banga hevgirtin û piştgiriyê dikin jî, hîna gavên berbiçav nehatine avêtin, daxuyaniyên berdevkên Talîbanê yên di derbarê jinan de gelek metirsîdarin. Parêzvana Mafê Mirovan Fatma Bostan Unsal pêvajoya bi Talîbanê re ji bo jinan daye destpêkirin ji ajansa me re nirxand û da zanîn ku divê bersivek cîhanî ji jinên Afganî re were dayîn.
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku Talîban di salên dagirkeriya DYE’ê de jî qet ji rojeva welêt derneketiye û got hebûna Talîban her çend bandora wê di astek cihêreng de hebe jî diyar bû.
Fatma Bostan Unsal got pêşveçûna Talîbanê yekser piştî vekişîna leşkerên Amerîkî nehat dîtin, bi bîr xist ku delegeyên wê yên ji Efganistanê ji ber van bûyeran nekarin werin Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku di 30’ê Tîrmehê de li Beyrûtê hate li dar xistin. Fatma Bostan Unsal diyar kir ku Talîban gav bi gav di çarçoveya van planan de hatiye ser desthilatdariyê.
“Jin di bin xetereya hatina pratîkên berê de dijîn”
Fatma Bostan Unsal da zanîn ku Talîban bi pêkanînên xwe jin veguherandina dojehê û bal kişand ku jin bi rêveberiya jinûve ya Talîbanê re di bin heman gefan de dijîn û wiha got: “Em nimûneyên wekî rastiya ku jin nekarin bi tenê derkevin derve, mecbûr in ku eba li xwe bikin. Pratîkên ku perwerdehî û jiyana xebatê bi tevahî diqedîne û jin di hawîrdorek wisa de ku bizîjkên jin lê ne, nikarin ji bizîjkek mêr lênihêrîna tenduristî werbigirin tînin bîra mirov. Dema ku jin rastî tecawizê dihatin jî, bi keviran dihatin cezakirin. Dema ku Talîban dîsa hat ser desthilatdariyê, jinên ku li wir dijîn bi xwezayî di bin gefa van pêkanînan de dimînin. Bi rastî, Zerîfa Xefarî a yekem şaredara jin ya parêzgeha Maydan Wardak ya Afganîstanê, diyar kir ku ew bi tu awayî ne bi ewleye û got, ‘Ez li bendê me ku ew min bikujin.’”
“Divê mekanîzmayên ku pêkanîna axaftinan misoger dike were avakirin”
Fatma Bostan Unsal bi bîrxist ku avakirina mekanîzmayên ku piştî hatina Talîbanê ji bo jinan wê cudakariyê neke û wiha got: “Em dizanin ku piştî rêveberiya Talîbanê, jinên Afganî mafê xwendinê, xebatê, dengdanê bi dest xistin û bên hilbijartin. Tevî van bîranînên xirab ên paşerojê, soza Talîbanê ya rêveberiyek ku her kes dikare tê de beşdar be û rastiya ku jin dikarin derkevin derve û jin neyên cûdakar kirin û polîtîkayek ji xweber yan jî sozên ku di çarçoveya têkiliyan de hatine dayîn, mirov li ser îhtîmala ku ew bikaribin rêgezek cûda bicîh bînin difikire.
Bê guman, ne mumkune ku mirov ji tevahiya Talîbanan bawer bike, lê dibe ku di vê qonaxê de realîst be ku em daxwaza damezrandina mekanîzmayên ku bicîhkirina van sozan misoger bike dikin. Ji bo van mekanîzmayan, saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û saziyên mîna Rêxistina Hevkariya Islamî wê girîng bin. Ji bo rêxistinên olî yên navneteweyî wê girîng be ku vê mijarê têxin rojeva wan û ji bo wê gavan bavêjin. Pêdiviya gelê Islamê bi helwesteke pir zelal di mijara jinan de zêde bike û ev guhertina hêzê ya li Afganîstanê ev pirsgirêk lezgîntir kiriye.”
“Islam tundî û cudakariya li ser jinan qebûl nake”
Fatma Bostan Unsal di derbarê rewşa jinan de wiha got: “Navgîneke ku divê êdî li ser navê Islamê di pêkanînên cihêkar ên li dijî jinan de rewa neyê dîtin heye. Rexnekirina kiryarên hovane yên cîhana Xirîstiyaniya serdema navîn li dijî jinan û paşguhkirina asta mirovahiyê ya di derbarê jinan de îro tê wateya devjêberdana ji dîtina Islamê wekî oleke ku îro bang li wê dike. Di vî warî de, her weha fersendek heye ku destkeftiyên jinan neyên tunekirin, lê tewra di astek berfireh de li Afganistanê bêne nas kirin.”
“Îhtîmala ku jin vegerin paşerojê”
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku îhtîmala ku jin vegerin rewşek ku nikaribin bi Talîbanê re beşdarî civakê bibin tirsnak xuya dike û got qaîdeyên ku Talîbanê di bin navê "şerîatê" de sepandine ji bo jinan pêkanînên tirsnakin. Fatma Bostan Unsal di derbarê zehmetiyên ku jinan di serdema Talîbanê de kişandine bi van mînakan da diyarkirin û dibêje: “Em dizanin dema ku Talîban hêj Kabîl negirtibû qada serdestiya xwe berfereh kir, pêwîst bû ku mirov di hundurê welêt de bimeşin, hin jin ji kiryarên berê ditirsiyan û xwe dikuştin, li bendê bûn ku wekî yekem şaredara jina bijartî werin kuştin. Ji ber ku serdestiya şer a li Efganîstanê nîqaşkirina pêkanînên ku wekî şerîat têne qebûl kirin mumkun nekir, tenê çareseriya jinan di serdema rêveberiya rojavayî de bû ku bi dagirkeriya DYA’ê piştî Talîbanê re bû. Di vê heyamê de, jinan guhertinên radîkal jiyan kirin, wek mînak di qada perwerdê de qet jîn tune bûn, derket 8 mîlyon xwendekaran karibûn beşdarî qada perwerdeyê bibin û bi perwerde re cih di qada kar û siyasetê de girtin. Xwezayî ye ku ewê ji serdema destkeftiyên wiha derbazbûna tunebûn pir zêdetir bandor bibin. Ji ber vê yekê Sahraa Karimi a derhênerek jin, bi vegotina hovîtiyên ku di van rojên dawîn de qewimî, banga hevgirtinê li dijî Talîban kir û di dawiyê de ew tevî yazdeh kesên din ji Afganistanê hatin derxistin. Rastiya ku mirovek di serê Pîşesaziya Fîlimê ya Afganîstanê de dixwaze dev ji her tiştî berde û bibe penaber nîşanî me dide ku ev jiyan çiqas nê tehmûle.”
“Divê bersivek cîhanî bê dayin”
Fatma Bostan Unsal di dawiyê de, banga bersivek cîhanî ji bo jinên li Afganistanê dijîn kir û got: “Rêzgirtin yan ji bêrêzîkirina mafan mîna cesaretê ggirtine. Pir girîng e ku jin di asta gerdûnî de bersîvê bidin cûdakariya ku jinên Afganî rû bi rû dibinin. Bi vî awayî, ji bo mêr û jinan li cîhana îslamî, hiqûqnasên îslamî, fakulteyên teolojiyê, melayên mizgeftê û bangbêjan pir girîng be van neheqiyên ku bi navê îslamê hatine kirin bixin rojeva xwe û diyar bikin ku ew di her astê de nayên qebûl kirin. Ger em bînin bîra xwe pergala apartheid a li Afrîkaya Başûr çawa hate roxandin û çawa meşrûyeta navneteweyî welatek dewlemend û teknolojîkî pêşkeftî mîna Afrîkaya Başûr jî anî ser çokan, girîngiya domandina vê meşrûyetê di rojeva jinan de diyare.”