‘Divê çalakiyên jinan domdar û li kolanan bin’

Parêzvana mafên jinan Kejal Abdulqadir a bal kişand pirsgirêkên jinan ên li Herema Kurdistanê, anî ziman ku divê li ser pirsgirêkên jinan xebatên rêxistinên jin hebin û destnîşan kir ku li dijî tundî û pirsgirêkên jin dijîn divê çalakî domdar bin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Bi nêzbûna 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanî re rêxistinên jinan, li Herêma Federal a Kurdistanê dest biçalakiyan kirin. Çalakvan diyar dikin ku divê çalakî berdewam bikin, tenê di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de neyên lidarxistin û bi sînor nemînin û domdar bin.

Parêzvana mafên jinan Kejal Abdulqadir bal kişand sînordar mayîna çalakiyên jinan li heremê û got: “Çalakî tenê di rojên 25’ê Mijdarê ku du hefte hatine diyarkirin bi sînor dimînin. Divê her dem çalakiyên jinan hebin. Ji bo ku pirsgirêkên heyî werin dîtin û pêşî li tundiyê were girtin pêdivî bi domdariya çalakiyan heye.”

Kejal Abdulqadir da zanîn ku rewşa aborî xirab e, ev yek jî bûye sedem ku bi awayekî giştî rewş xirabtir bibe û pirsgirêk di nava malbatê de zêde bibin û got: “Gelek jin hene kar dikin û ji aliyê mêr ve rastî tundiyê tên. Jinên çalak hene û dixwazin çalakiyan li dar bixin lê belê tên astengkirin. Jinên ku di nava partiyan de kar dikin li gorî berjewendiyên partiya xwe nêzî mafên jinan dibin.”

‘Divê xebat li ser pirsgirêkên jinan hebin’

Kejal Abdulqadir destnîşan kir ku divê rojane li başûrê Kurdistanê xebatên li ser pirsgirêkên jinan hebin û wiha got: “ Li malê li hemberî jinan tundî tê pêkanîn, li cihê kar mûçeyê kêm digrin. Li hinek deran bêrêzî li hemberî wan tê kirin. Bêdengiya ji bo van pirsgirêkan rewşa jinan bi aloztir kiriye. Divê çalakiyên ji bo jinan ne li holên girtî, li qadan û li nava taxan werin lidarxistin. Divê jinên çalakvan ji bo hişyarkirina jinan li qadan bin da ku jin haydar û hişyar bin û nehêlin tundî li wan were kirin.”