‘Divê AKP dest ji piştvaniya komên cîhadî berde’
Endama Komîteya Navendî ya EHP’ê Sanem Denîz Kural bal kişand ser trajediya jin û zarokên ku ji ber êrişên li ser Sûriyeyê koçber dibin û got: “DAIŞ, El Nusra û HTŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê êriş dikin divê desthilatdariya AKP’ê dest ji piştgiriyê berde.”
AXÎN BAHAR
Stenbol- Çeteyên girêdayî dewleta Tirk Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de li dijî Sûriyeyê dest bi êrişê kir û Heleb, Hama û Humusê girt destên xwe, di 8’ê Kanûnê de jî Şamê girt bi kontrola xwe.
Êrişên çeteyên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Sûriyeyê her kêlî geşedanên nû tên jiyîn, beşên çepgir û sosyalîst, bertek nîşanî êrişên çeteyên Tirkiyeyê dan.
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kular, bertek nîşanî desthilatdariya AKP’ê ku komên cîhadî weke ‘Zarokên Helebê’ nirxandine da û got: “AKP di riya bihêzbûna herêmê de, planên piştevaniya pêngavên ku destên xwe bi hêz bike dike. Divê were zanîn ku ev pêngava li Helebê, li Sûriyeyê li dijî hebûna gelê Kurd û komên etnîk ên din gefan çêdike. Piştî ku NATO’yê hevdîtin bi desthilatdariya Tirkiyeyê re kir, êrişên li ser Helebê dest pê kirin, Tirkiye bi eşkere aniye cihê mutefîkê Îsraîlê û DYE ku mîmarên şerê ku li herêmê bi dawî nebûye.”
‘Bila AKP dest ji piştevaniya komên cîhadî berde’
Sanem Denîz Kural bi gotinên: “DAIŞ, El Nusra û piştre HTŞ; navê wan çi dibe bila bibe divê desthilatdariya AKP’ê dest ji piştevaniya komên cîhadîst berdin” da zanîn ku AKP li pey wê yekê ye ku tengbûna xwe ya di hundir de bi pêngavên polîtîkayên ji derve derbas bike.
Sanem Denîz Kural diyar kir ku êrişên li dijî Sûriyeyê bûne sedema koçberiya nû, bi riya koçberiyê tiştên ku jin û zarok dijîn bi bîr xist û ev tişt got: “Weke hemû gelên Rojhilata Navîn, ji bo azadiya hemû jin, zarok û beşên ku rastî zextan hatine divê polîtîkayên şer ên emperyaîist bi dawî bibin. Divê neyê jibîrkirin ku şer, ji bo jinan encamên bi êş bi xwe re tînin. Şer û êriş divê neyê fikirîn ku ji derveyî sînorên me ne hêzên serdest ên li herêmê li pey berjewendiyên xwe ne, para gelê Sûriyeyê jî bombe ne û divê ev êrişên ku dibin sedema mirina mirovan rawestin. Riya jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn, bi vekişîna hêzên emperyalîst ji herêmê pêkan e.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Sanem Denîz Kural destnîşan kir ku weke Partiya Tevgera Kedkaran; li Sûriyeyê ji bo gelan wekhevî û bihevrebûnê diparêzin û got: “Ji bo dawî li êrişên li Sûriyeyê ku zemîn ji qetliamên nû re çêdike were, têkoşîna li ser bingeha demokratîk de, parastina hevrebûna gelan em ê bidomînin.”