Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bê navber li kolanên Îranê deng vedide
Di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de ku ev zêdeyî 5 meh in li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome, li her bajar û kolanan çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de dest pê kiribûn berdewam dikin. Dewleta Îranê ku tevî hemû zext, komkujî, girtin û îşkenceyan nekarî serhildanê bitepisîne, vê carê jî xwest bi berdana girtiyên siyasî rojevê biguherîne, lê gel dest ji daxwazên xwe yên azadî û hilweşandina rejîmê bernedaye. Gel hema hema li her kolanê çalakiyên xwe bi şêweyên cuda didomînin.
Li bajarên Sine, Kirmaşan, Urmiye, Cevanrûd, Kamiyaran, Dehgolan, Saqîz, Dîwandre, Bane, Bukan û gelek bajarên din, azadîxwazan pankartên hikûmetê şewitandin û bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza hilweşandina hikûmetê û azadiyê kirin.
Li Sîstan û Belûçîstan, Çabehar, Tehran, Kîş, Bandar Abbas, Îsfehan, Sarî, Bojnord, Şîraz, Meşhed, Kum, Kerman, Kerec, Îze, Ahwaz û gelek bajarên din gel dirûşm berz kirin û li ser dîwaran nivîsandin. Baregehên Besîc û posterên reklamê hatin rakirin û li şûna wan wêneyên kesên ku di serhildanê de hatine qetilkirin û îdamkirin hatin rakirin. Hate diyarkirin ku heya hilweşandina Komara Îslamî dê xwepêşandan berdewam bikin.