Dîroka hilbijartina Tirkiyê eşkere bû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryara hilbijartina 14’ê Gulanê îmze kir û bi vî awayî ev roj fermî bû.

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan biryara nûkirina hilbijartinan îmze kir.

Tirkiye dê di 14’ê Gulanê de hilbijartinan bike. Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dê dest bi salnameya hilbijartinê ya 2 mehan bike.