Dîroka hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê diyar bû

Hat ragihandin ku wê hibijartinên parlementoya Herêma Federal a Kudistanê ku çend car in tên taloqkirin di 20’ê Cotmeha 2024’an de pêk were.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê serokê demborî yê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dilşad Şehab ragihand ku biryar dane hilbijartinên parlamentoyê di 20’ê Cotmeha 2024’an de pêk were.

Dilşad Şehab der barê roja lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê de daxuyaniya çapemeniyê da.

Dilşad Şehab destîşan kir ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar date roja 20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin û wiha got: “Lê belê nikarim bibêjim hemû aliyên siyasî li ser vê roja hatiye diyarkirin, hemfikir in. Ji bo vê rojê jî goftugoyek bi aliyên siyasî re nehatiye kirin. Niha ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tu sedemek nîn e.”

Biryarên ku berê hatibûn girtin hatin guherîn

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nêzî 2 salan e ji bo hilbijartina parlamentoyê were li darxistin 4 caran biryar girt û dîrok diyar kir lê belê tevî biryarên hatin girtin, ji ber aloziyên siyasî yên li herêmê û mudaxeleya hêzên ji derve, hilbijartin her carê hat taloqkirin.

Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê ku dema wê bi dawî bûye, ji sala 2022’an ve heta niha ji bo hilbijartina parlamentoyê 4 caran biryar girt lê belê tu biryar neket meriyetê.