Dîroka danişîna Şerîfe Mihemedî diyar bû
Dem û cihê dadgehkirina çalakvana mafê karkeran Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê girtî ye, diyar bû. Danişîna dozê dê di 14’ê Mijdarê de li Dadgeha Şoreşê ya 2'emîn a Ruşdê bê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Dem û cihê dadgehkirina çalakvana mafê karkeran Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê girtî ye, diyar bû. Li gor daxuyaniya kampanyaya piştevaniyê ya ji bo çalakvana mafê kekdaran a Şerîfe Mihemedî danişîna dozê dê di 14’ê Mijdarê de li Dadgeha Şoreşê ya 2'emîn a Ruşdê bê dîtin.
Di daxuyaniya xwe de ev tişt hat gotin: "Li ser navê hemû çalakvanên ku di betalkirina yekem hukmê îdamê de bûne alîkar, ji bilî beraata Şerîfe ji hemû tometan ti biryarek nayê qebûlkirin." Her wiha kampanyayê daxwaza azadkirina bilez û bê şert û merc a Şerîfe Mihemedî kir.