Dîmenên dawî yên Jîna dihat veşartin, hatin weşandin

Dîmenên Jîna Mahsa Emînî ku bi diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" di rêwîtiya xwe ya dawî de hat oxirkirin li ser medyaya dijîtal hatin weşandin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku yekser piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ yên Îranê ve dest pê kir, di sala xwe ya yekem de ye. 

Dîmenên nû yên cenazeyê Jîna Mahsa Emînî piştî qetilkirina wê hatin weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku dayika Jîna Mojgan Eftexari di dema oxirkirina cenazeyê wê de şîn dike û girseya gel jî bi kurdî dirûşma "Jin jiyan azadî" berz dike.

Dîmenên dawî yên definkirinê ji aliyê Mojgan Eftexari û pismamê wî Îrfan Mortezaeî ve hatin weşandin.