Dîlber Ebê bi boyakirina ruyê xwe kuştina jinan tîne ziman

Dîlber Ebê bi wêneyan û boya li ser ruyê xwe dayî tundiya li dijî jinan vedibêjin li ser dest û rûyê xwe xêz kiriye.

SORGUL ŞÊXO
Navenda Nûçeyan - Bûyera hovane ya qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî ya ku ji taxa El-Zihûr a Xiwêran li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê bira û kurapê wê ve, li ser malperên medyayên civakî dengvedanek mezin da çêkirin. Hema li peyî wê zaroka bi navê Aya Mihemed jî bi heman şêweyî ji aliyê bavê wê ve hat qetilkirin. Gelek jinên çalakvan, rêxistinên mafên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûyer şeremzar kirin. Her wiha ev bûyer ji aliyê jinên ku li Ewropayê ve jî bi rê û rêbazên cuda hatiye şermezarkirin. Bûyereke ku li dijî exlaqê mirovahiyê ye, wijdanê gelek kesan hejandiye. Yek ji ew jinên ku li Ewropayê dijî û bûyera qetilkirina Îda û Aya bi rêbaza xwe ya taybet şermezar kiriye, Dîlber Ebê ye. Dîlber di sala 2014'an de tevî bav û du birayên xwe bi meqseda kar, ji Rojavayê Kurdistanê derdikevin Tirkiyeyê û ji wir derbasî Danîmarkayê dibin û li bajarê Varde jiyana xwe didomînin. Niha Dîlber bijîşka diranan e. Der barê rêbaza şermezarkirina bûyera qetilkirina Îda El-Hemûdî û Aya Mihemed de Dîlber ji Ajansa me re axivî.
Dîlber behsa şerê li Sûriyeyê kir û wiha domand: "Piştî ku min nûçe xwend û li dîmenê zarokê temaşe kir malbata wê li dora wê qetil dikin û dengê qîrîna wê tê, ez pir êşiyam. Min nizanibû ku çi bikim, min hew dît ku destê min bi firçyeya makyajê girtiye û êşê li ser dest û rûyê min boyax dike. Min li ser rûyê xwe bi zimanê Erebî merheleya ku jina mexdûr di kêliya tundiyê re derbas dibe û alîkariyê ji malbata xwe dixwaze, li ber xwe dide û çawa jiyana xwe ji dest dide, xêz kir. Li ser destê xwe jî gotina (STOP) ango Bes e bi zimanê Kurdî, nivîsand. Piştî ku min bi dawî kir, min çend wêne girt û li ser hesabê xwe yê medyaye civakî (FaceBook) tevî postekê parve kir. "
“Têgeha namûsa malbatê, xwe bi kuştina jinan didomîne”
Dîlber posta ku parve kiriye jî wiha meqseda xwe jê anî ziman: "Posteya min jî ev bû ‘Namûsa Malbatê rêyek e ku bi cendekên jinan, bindestan û biçûkan ve hatî asfaltkirin e. Goreke komî ya ku bi hincetan pêçayî ye û ji hêla civakî, zagonî û olî ve tê parastin. Goristaneke ku tê de kujer û tewanbar bi destên xwe yên xwînxwar pesnê xwe didin. Meqseda min ew e ku goristaneke ku tê de mexdûr û kuştî têne cezakirin û tewanbarkirin. Her hebûnek li ser rûyê erdê xwediyê gelek mafan e ku bijî, bixebite, fêr bibe, bizewice, hevparê jiyanê hilbijêre, ji hev veqetîne û serî hilde."
“Na ji tundiyê re”
Dîlber ji xêzkirina li ser dest û rûyê xwe xwest vê peyamê bide civakê û wiha behsa peyama xwe kir: "Bi vî rengî min dixwest ku bibêjim ez jî te hîs dikim. Min dixwest ji her kesê re bibêjim divê em bêdeng nemînin, bêdengiya li ser vê tewanê hevkarî ye. Min xwest ji neheqî, cudahiyê û ji her rengê tundiyê re bêjim Na, Bes e. Min xwest ku bêjim erê ji hezkirinê, ji jiyana azad û wekhev re. Erê ji bo çarenûsa xwe diyar bikim û ronîkirina pêşeroj û hînbûna xwe. Ew xêzkirin ji êşa hîskirinê derket. Kêliya ku tu wekî qurbanî xwe hîs bikî, helbet wê gelek peyam bi te re derkevin."
Dîlber bi vê peyamê ji xwendevanên vê nûçeyê re gotina xwe wiha bi lêv kir: "Peyama min ji bo her kesê ku dê gotinên min bixwîne. Bixwînin, bipirsin, pirs bikin û hîn bibin. Nezanî ji birçîbûn û şer xetertir e. Di dema me ya niha de, em dikarin înternêtê ji gelek tiştan re bi kar bînin, di rêya wê de mirov dikare kesayet û ramana xwe pêşve bibe. Divê ku hûn bi çavekî girtî kevneşopiyên civaka xwe neşopînin û di nava lêgera rastiyê de bin. Li rastiyê bigerin ku hûn bi çavên xwe bibîbin ku çiqas e tişt hatine herifandin û berovajîkirin. Mirovên zana û têgihîştî bin da ku hûn bikaribin nifşeke zanist ava bikin, bikaribin biryara xwe bi xwe bidin. Ger ku hûn jî ne li gorî xwedîkirin û perwerdekirina zarokan bin, ger hûn nikaribin piştgiriyê bidin serfirazî û ramanên wan, wê demê zarokan neynin. Jixwe û zarokên xwe hez bikin, wan hembêz bikin û ewlehiyê bidin wan da ku li ewlehiyê li cihekî din negerin. Namûsa eşîrtiyê ne barê li ser milên jinan e. Her wiha namûsa mêr jî ne di navbera her du lingên jinan de ye, namûsa mêr di nav destên wî de ye. Divê ku êdî civaka me civakeke têgihîştî be û ji jinan re sînoran daneyne û wan qetil neke."