Dîcle Mûftûoglû dîsa ji bo Hevserokatiya DFG’ê hate hilbijartin

Ji bo hevserokên dema nû yên Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû û Serdar Altan ên girtî hatin hilbijartin.

Amed – 2’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) hat lidarxistin. Di civîna lijneya giştî ya ku duh li avahiya komeleyê hat lidarxistin de hevserokên serdema nû jî hatin hilbijartin. Dîcle Mûftûoglû ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye û Serdar Altan ê demek beriya niha hatibû berdan bi biryara lijneya rêveber ji nû ve ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.