Dibistanan 900 hezar xwendekar dest bi dema nû ya xwendinê kirin

Sala nû ya xwendinê ya dibistanên Rêveberiya Xweser dest pê kir. Şagirtên dibistanên Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: “Em kêfxweş in ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û em ê ji bo serkeftinê ked bidin.”

PELÎN NÛPELDA

Qamişlo - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 1’ê Îlonê de sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir, li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 100 dibistanan 900 hezar xwendekar ji 41 hezar mamosteyan perwerdeyê digrin. Li gel zimanên Kurdî û Erebî ku zimanên fermî yên herêmê ne, bi zimanên Suryanî û Ermenî jî perwerde tê dayîn. Şagirtên dibistana Şehîd Şervan a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji me re axivîn.

 ‘Em bi hêzeke mezintir dest bi xwendinê dikin’

Rozêr Osê xwendekara refa 10’an a asta amadehî ye, ew sala xwe ya nû li dibistana Şehîd Şervan a bajarê Qamişloyê dest pê dike, dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ji ber ku ev roja min a yekem e li vir. Piştî sê mehan ji navbera salê em dîsa vedigerin xwendina xwe, mamoste û hevalên xwe dibînin.”

Rozêr Osê hêviya saleke xwendinê ya xweş û serkeftî kir û wiha bi dawî kir: “Ez derbasî asteke nû dibim, êdî bar jî girantir dibe, pêwîst e em bi hêzeke mezintir dest  bi xwendinê bikin ji bo ku serkeftinê bi dest bixin her wiha dê mamoste jî bibin alîkar ji bo vê armancê.”

 ‘Mafê me heye em zimanê xwe yê dayikê hîn bibin’

Sara Mihemed xwendekara refa 12’an e di asta amadehî de ye dibêje ku hesteke cuda ye sala xwe ya dawî berî zanîngehê diqedîne û wiha dest pê dike: “Ev sala min a dawî ye di asta amadehî de. Em kêfxweş in ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin. Ev mafê me jî heye ku weke hemû welatên cîhanê em bi zimanê xwe hîn bibin. Em li axaftin û nêrînên neyînî guhdar nakin ji ber ku ev zimanê me ye. Her çiqas mirov bibêjin em vî zimanî nas nakin û nabînin jî ya girîng armanc û daxwazên me ne.”

Hêviya pêşerojeke serkeftî

Sara Mihemed da zanîn ku ew di pêşerojê de dixwaze bibe bijîşka dil û wiha bi dawî kir: “Dixwazim alîkariya hemû nexweşan bikim, ev alîkariyeke mezin e ji bo me hemûyan. Me ked daye, hêvî dikim ku keda me vala dernekeve. Serkeftinê ji hemû şagirtan re dixwazim û bi hêvî me ku pêşerojeke baş û serkeftî bi dest bixin.”