Di xwepêşandên li Sûdan de keçên ciwan rastî tacawizê hatine

Rêvebera Yekîneya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan li Sûdanê Salima El-Khalifa eşkere kir ku li gorî rapora yek ji mexdurên bûyerê derket holê ku 8 keçên ciwan ên tevlî xwepêşandanên li Sûdanê bûne ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine tecawîzkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêvebira Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Ser Jinan li Sûdanê Salima El-Khalifa got ku li gorî daneyên Wezareta Pêşketina Civakî belge kiriye 8 keçên ciwan ên beşdarî xwepêşandanên bi daxwaza rêveberiya sivîl a li hemberî darbeya leşkerî bûyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine tecawizkirin.
Salima amaje bi wê yekê kir ku ji mexduran yekê rapora ewlehiyê li ser destavêtinê pêşkêş kir, lê mexdurên dinê nexwestin tiştên bi serê wan hatî bên eşkerekirin. Salima tekez kir ku Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li ser jinan ji bo pêşkêşkirina piştgiriya bijîşkî û derûnî ji mexduran re bê kiri kar dikin.
Ji xwe Neteweyên Yekbûyî raporên bûyera tecawizê wergirtibûn, ji ber ku Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wan 13 tawanên destavêtinê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû kirin wergirtin, di dema xwepêşandanên ku daxwaza rêveberiya sivîl dikirin de hatine kirin.
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Liz Throssell, behsa raporên "hişyariyê" kir ku diyar dike ku keçên ciwan rastî tecîzê hatine dema ku ew ji derdora qesra serokatiyê ya li Xartûmê direviyan. Liz tekez kir ku ofîsê îdiayên destavêtinê û destavêtina komî wergirtine û ragihand ku hêzên ewlehiyê destdirêjî li hejmarek keçên ciwan kirine dema ku wan dixwest birevin.
Liz Throssell daxwaz kir ku vekolînek bilez, serbixwe û berfereh li ser tohmetên destavêtin û destdirêjiyê, her wiha îdiayên kuştin û birîndarbûna xwepêşanderan ji encama bikaranîna nehewce an bênavber a hêzê, bi taybetî bikaranîna guleyên rastî were kirin.
Xwepêşandan li dijî derbeya leşkerî ya li dijî hikûmeta Abdullah Hemduk a 25’ê Cotmehê û nerazîbûna Sûdaniyan ji peymana ku di navbera Fermandarê Artêşê Ebdulfetah El-Burhan û Serokwezîr Abdullah Hemdok di 21’ê Mijdarê de pêk hatî hatibûn kirin.