Di xwepêşandanên li Suweydayê de jinan li aqûbeta windayan pirsîn

Jinên Suweydayê ku xwepêşandanên xwe berdewam dikin, bi wesîleya 30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê li aqûbeta xizmên xwe yên bi zorê hatine windakirin pirsîn û xwestin sûcdar werin eşkerekirin.

Suweyda- Jinên Suweydayê, bi daxwaza bicihanîna zagona hejmara 2254 ya NY û ji bo li welatek azad bijîn desthilatdarî biguhere, xwepêşandanên ku her hefte li dar dixin berdewam dikin.

Jinên ku beşdarî xwepêşandanên li Qada Al- Karama ya bajarê Suweyda yê Sûriyeyê di roja 30’ê Tebaxê de hat lidarxistin bûne banga azadî û aramiyê kirin û di destên wan pankartên ‘ger sûdê ji derew bigre, rastgotin zehmet e’, ‘30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê de em windakiriyan bi bîr dixin’ nivîsîbû hilgirtin.

‘Rejîmê em parçe kirin’

Taghreed al-Tawil der barê xwepêşandanê de axivî û diyar kir ku tevgera gel berdewam dike, ji bo jiyana baş a zarokên wan hebe ji welat koç kirine û wiha got: “Ji bo em daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn bikin em derketin kolanan. Ji bo pêkanîna rêbaza herî bingehîn a jiyanê û jiyana bi rûmet û îfadekirina fikrên xwe yên azad em dimeşin. Li welat li ser azadiya îfadeyê astengî heye. Girtiyên li gîrtîgehên hikumeta Şamê rastî îşkenceya fizîkî û psîkolojîk tên. Em weke dîn û netew nehatine belavkirin, em mirovên xwedî hezkirina aştiyê ne lê belê rejîmê, welat parçe kir, ji bo vê ber bi azadiyê ve bimeşin em li gel hev in û tevger wê bi saya jinan berdewam bike.”

‘Jin ji bo mafên xwe yên rewa dimeşin’

Endama komîteya amadekar Hawazen Al-Shahaf wiha got: “Jin nîvê civakê ne. Ji ber vê divê neyên cudakirin û ji civakê neyên dûrxistin. Tevî zehmetiyên ku jin rastî wan tên jî beşdarî tevgera li Suweydayê bûne û ji bo daxwaza mafên xwe yên rewa dimeşin û hebûna xwe îsbat kirine.”

Ghada Raslan jî da zanîn ku tevgera gel berdewam dikin û wiha got: “Jin bi dirûşma ‘Dengê jinan şoreş e’ hewl didin dengê xwe bilind bikin, nêrînên xwe îfade bikin û daxwaza mafên xwe bikin. Jinan di refên herî pêş ên tevgera gel di cihê xwe girtine. Tevî tundiya rejîmê jî me ji daxwaza ji bo aştiyê gavek şûnde navêtiye.”