Di xebatên hilbijartinên Iraqê de hewildanên TAJÊ
Endama Koordinasyana TAJÊ Rîham Hico têkildarî xebatên hilbijartinên Iraqê yên ku dê di 10’ê Cotmehê de bên kirin banga bi baldarî nêzbûnê li jinên Êzidî kir.
Şengal – Xebatên hilbijartinên Iraqê ku dê 10’ê Cotmehê despêbike li Şengalê jî tê kirin. Ji bo ku Şengal a ji aliyê rêvberiya xweser ve tê rêveberin vîna xwe di hilbijartinan de bibîne di nav hewildanan de ne. PADÊ namzetê xwe Semîr Derwêş diyar kiriye û li gundewarên Şengalê xebatên hilbijartinê her roj bi çalakiyên cuda dewam dike. Duh jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajaroka Sinûnê ya Şengalê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de peyamên giring hatin dayîn. Endama Koordinasyana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Hico têkildarî xebatên hilbijartinê nirxandin kir.
“Divê em jinên Êzidî di hilbijartinan de nêrîna xwe bidin dîtin”
Rîham Hico diyar kir ku weke jinên Êzidî di bin banê TAJÊ de wan pêşengî ji gelek merheleyên giring re kirine, dê bi heman şêweyî di hilbijatinê de jî pêşengiyê bikin û wiha domand: “Weke jinên Êzîdî em her tim li hember kesên komploger bûne mertal. Em bi PADÊ bawerin ku ew ê weke hertim ji bo civaka Êzîdiyan xebatek baş bimeşîne. Bila çavên me vekirî bin û em bizanin ku li hemberî me çi tê kirin. Divê em dengê xwe bidin namzetekî rast ê di çarçoveya azadiya jinên Êzîdî de kar bike.”
“Ji ber em li ser rêya heq dimeşin, emê serkevin”
Endama TAJÊ dayê Niam got: “Weke civaka Êzidî û jinên Êzidî em dibêjin emê, êdî li hemberî her cure êrîşan heya serkeftinê xwe biparêzin. Şêwazê êrîşan çawan dibe bila bibe emê bi serkevin. Ji ber em li ser rêya heq dimeşin. Hêviya me ewe partiya me serbikeve.”