Di vê sedsalê de derfetên şoreşa jinê

Forma Civakî ya cîhanê di 20 saliya xwe de ji ber belavbûna şewba Covîd-19 bi awayek online pêkhat. Jina Kurd endama desteya rêveber ya karên ji derve ya (REPAK) ê Meral Çîçek weke axaftvan bejdarî Formê bû û got; ‘Me ew derfet heye ku weke jin em sedsala xwe vegûherînin şoreşa jinê.’

Navenda Nuçeyan - Forma Civakê ya cîhanê (DSF) li dijî Forma Ekonomiya cîhanê dayî destpê kirin, ji sala 2001’an heta niha bi şîara ‘Cîhanek din gengaze’ li dardixin. Form weke qadekê ye ku Tevgera civak sivîl li dijî sîstema egemen pêşniyarên alternatîf ava dike. Ji ber pandemiyê ji 24 Çileyê ve bi awayek online xebatên xwe dom dikin. Ev Form bi sergotara şoreşgera Feminizimê de rûniştin pêkhat. Jina Kurd ya endama desteya rêveber ya karên ji derve (REPAK) Meral Çîçek weke axaftvan bejdarî Formê bû. Meral Çîçekê nirxandinên giring kir.
Jin li beramberî hemû bindestiyan li berxwe dide 
Meral Çîçek bi bîr dixwe ku bi avakirina netewletên kapîtalîst re, gêradanbûna xwe bi ji holê rakirina rêveberiya xweseriya demoqratîk ve heye. Ev yek jî di nava malê de bi rêyên cîvakî û polîtîkî wisa dike kû jin ji hemû mafên xwe bê par bimîne û dibêje: “Bi taybet li Kurdistanê netew dewleta Kapîtalist bandoriya xwe çîqas berfirek kiribe jî ew qas zêde jin jî wînda kirine. Tevgera azadiya jina Kurdistanê xwedî paşerojek 30 salane û berxwedaniyek dû alî dide meşandin. Li aliyekê da ku kurdîstanê ji dagirkeran rizgar bike pêşengîtiyê dike, li aliyê din jî li beramberî sîstema mêr têkoşînê dike.” 
Çavkaniya hêza jinê xweseriye
Meral Çîçek di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser hêza jina kurd û wiha dewamî da axaftina xwe: “Da ku tevgera şoreşgeriyê bibe şoreşek rast pêwîste berxwedaniya rizgarkirina jinê bibe navenda jiyana xwe. Ji bo têgeha şoreşê yan jî sîstemek alternatîf inşa bikin divê jin bi awayek xweser werin rêxistin kirin çavkaniya hêza jinê jî eve. Rêxistinkirina hêza jina kurd ya bi awayê kolektîf bingehê xwe ji îradeya xwe digre.”
‘Biryarên Radîkal bigrin’
Her wiha endama desteya rêveber ya karên ji derve (REPAK) Meral Çîçek dide zanîn ku dema jin bi rêxistinkirî bin dikarin qasî di piratîkê de bi hêzin di teorî de jî bi hêz bibe û got: “Dama jin li dijî zayendparêziyê berxwedanê dike, divê biryarên radîkal bigrin û bi taybet divê jin hêza xwe ya parastina cewherî hin xurtir bikin. Pêwîste bi lez îtifaqên jinan yên bi hêz, bandor ava bikin û ji bo çawa avakirina vê em bi hevre bi axîvin. Em wek tevgera rizgariya jina Kurd di sedsala 21’an de weke eneternasyonalizma jinê ku me navê konfadaralizama jina cîhanê ya demokratîk lê kiriye, me pêşniyarek amade kiriye. Em hêvîdarin ku di sedsalek were qazanckirin de emê di dahatuyek kin de vê pêşniyarê bi were parve bikin. Belkû derfetek tenê be di dîroka Ataerkîl de yekem car be me ew derefet heye ku em sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê.”