“Di vê pêvajoya hesas de dema dema yekîtiya Kurda ye”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê nixand û da zanîn ku Erdogan bi dagirkirina herêmên kurdan û bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze împeratoriya Osmanî zindî bike, her wiha li dijî hebûna kurdan pilaneke qirêj heye.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê nixand û da zanîn ku Erdogan bi dagirkirina herêmên kurdan û bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze împeratoriya Osmanî zindî bike, her wiha  li dijî hebûna kurdan pilaneke qirêj heye.
RONÎDA HACΠ
Hesekê - Dewleta tirk a dagirker di 24’ê Gulanê de bi çekên giran êrîşî herêma Başûrê Kurdistanê dike. Li aliyekî din tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kiriye.  Ji 10’ê Hezîranê de bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê ,Firat û şehbayê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan çalakiyan li dar dixin û ne razîbûnên xwe li dijî dagirkeran nîşan didin. Şêniyên Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen, her wiha kesayetên siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend li dijî van êrîşan daketine qadan. 
Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Celîla Mele Elî nirxandin kir û ji mere parve kir.
‘Li dijî hebûna Kurdan pilanek qirêj tê meşandin’
Celîla da zanîn ku li dijî hebûna kurdan pilanek qirêj tê meşandin û wiha des bi axaftina xwe kir: ” Dewleta tirk êrîşî sivîlan dike, bi van êrîşan re dixwaze hebûna Gelê kurd tune bike û hemû rêbazên qirkirinê li dijî kurdan bikar tîne. Di roja îro de dixwaze şerekî navxweyî di nava kurdan de derxîne û ji xwe re temaşe bike,  êrîşên tên kirin xeteriyekê li ser pêşeroja kurda ava dike. Dema hikûmeta îraqê li hember van êrîşan bêdeng dimîne em şerm dibînin, ji ber bêdengiya wan xizmeta bercewendiyên dijmin dike. Çawa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, bi van êrîşan dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.  Pêwist e PDK’ê şiyar bibe û xizmeta bercewendiyên dijmin neke, da em pêşeroja kurdan ji xeteriyê biparêzin.”
‘Hemû pilanên  têne kirin yek armancê digre dest‘
Celîla got di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komployek li dijî îradeya gelan heye û heya roja îro jî dewam dike û wiha pêde çû: ”Êrîşên li ser gelê herêmê tên kirin, projeya Netewa Demokratîk ya Rêber Apo pêşkêş kiriye hedef dike.  Ji komploya sala1999’an de mirov bigire dest heya roja îro jî bi êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi tecrîda li ser Rêber Apo û qutkirina avê li herêmê dewam dike û yek armancê digre dest. Dixwazin bi riya van êrîşan gel tune bikin, koçber bikin û herêmê dagir bikin.”
Pêwîstiya avakirina yekrêziya kurdî
Celîla bal kişand ser hewildanên dewleta tirk ên têkbirina danûstandinên avakirina yekîtiya Kurdî û wiha nêrîna xwe ji mere parve kir: “Hewildanên aliyên kurdî yên bi armanca avakirina yekitiyê bi dawî nebûne, lê dewleta Tirk vê mijarê wekî kelemekê li pêşiya siyaset û pilanên xwe dibîne.  Bi hemû rêbazan hewl dide van danûstandinan asteng bike, ji bo wê em dibînin hêzên kurdî li hemberî hevdu dide şerkirin û PDK'ê beşdarî pilanên xwe dike.  Derketina şerê birakujiyê di navbera hêzên kurdî de, dê encamên gelek xeter bi xwe re bîne. Şerê birakujiyê ji êrîşên dewleta tirk xetertir e û ev yek xizmeta gelan nake. Li hemberî wê pêwistî bi hişyariyê heye û li dijî qirkirina gelan yekîtiya kurdan çareserî ye. Tevhî serkeftinên kurdan berhemên ked û xwîna şehîdan e, ji ber vê yekê divê tevahî hêzên kurdistanî destkeftiyên xwe biparêzin. Erka siyasetmedarên kurd ew e rolake aktîv di avakirina yekîtiyê de û rawestandina êrîşan de bilîzin. Bila PDK’ê bizanibe ku dem dema hebûn û tunebûnê ye, em ê bi yekîtiya xwe pêşeroja xwe biparêzin û hebûna xwe ji qirkirinê xelas bikin.”