'Di têkoşîna li dijî qetlîamên jinan de tora kûrewî girîng e'

Parêzvana mafên jinan Doha Qelal bal kişand ser girîngiya toreke ku li dijî qetlîamên jinan li ser asta cîhanê têdikoşe û got ku zexta raya giştî ya navneteweyî dikare rayedaran seferber bike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Di serî de û welatên Rojhilata Navîn gelek destkeftiyên jinan ên li cîhanê dibin hedefa dewletan. Jin bi biryar in ku dest ji mafên ku bi ked û têkoşînê girtine bernedin. Jin di mijarên wekî zêdekirina tundiya li ser jinê û desteserkirina mafên jinan û mirovan de girîngiya tora têkoşînê ya cîhanî tînin ziman.

Di dema ku jin li Tûnisê têdikoşin, ku tundiya li ser jinan lê zêde bûye, sûcdar bêceza dimînin, çalakgerên ku ji bo jinan têdikoşin, bi gef, girtin û zextan re rû bi rû dimînin, parêzvana mafên jinan Doha Qelal, mijarên qetilkirina bijîşkek li Hindistanê û binpêkirina jinan, mafên jinan li Îran û Sûdanê nirxand û teqez kir ku rewşa jinan li hemû cîhanê dişibihe û girîngiya toreke hevgirtinê ya cîhanî heye.

*Ji Tûnisê heta Hîndîstanê qetlîamên li ser jinan bûne kûrewî. Girîngiya tora jinan a navneteweyî ya ku ji bo çareseriya jinan hatiye avakirin çi ye?

Li gelek welatên cîhanê qetlîamên jinan her ku diçe zêde dibin. Jin bi piranî ji aliyê mêr, bav, bira an jî xizmên xwe yên herî nêz ve tên qetilkirin. Hebûna torên jinan di nav komele û rêxistinan de jî rêyek e ji bo seferberkirina partiyên siyasî, tevgerên sivîl û civakî yên bi mijarên femînîst re eleqedar dibin. Têkiliya di navbera partiyên siyasî de girîng e. Bi rûbirûbûna pergala serdest a mêr wê hevgirtin zêde bibe, tevgerên hevpar bên avakirin, gotarên li ser mijarê derkevin holê û di nava mirovan de bingehek were afirandin. 

Divê em ji bîr nekin ku di navbera rêxistinên Tûnisî û navneteweyî de torek hene ku li ser pirsgirêkên jinan ji bo ji holê rakirina qetlîamên jinan xizmetên pêşkêş dikin û di warê hişyarkirina tundiyê de pêşketinên girîng bi dest xistine. Her wiha ji bo hişyarkirina raya giştî ya Tûnis, Lubnan, Misir, Sûriye, Îran, Mexrîb, Sûdan û welatên din bandorê li raya giştî bike û balê bikişîne ser cidiyeta rastiya ku jin ji bo bandorkirina wijdana mirovan di warên herêmî û asta navneteweyî de bikişîne. Ji ber ku raya giştî ya navneteweyî hêzeke zextê diafirîne û dikare rayedaran li mekanîzmayên li dijî hedefgirtina jinan bifikire.

*Hûn lawazbûna derfetên jinan ên di erkên biryardanê de, nebûna derfetên kar, xizanî û şîdetê çawa dinirxînî?

Peyva 'jinkirina feqîrî û bêkarî' bi awayekî baş hatiye naskirin, ji ber ku li gorî amaran jin û zarokên keç rêjeya herî mezin a bêkaran li welatên curbecur ên cîhanê pêk tînin. Em bi zihniyeteke ku giraniyê dide mêran, bi taybetî di derfetên kar de rû bi rû ne. Çandeke civakî ya ku mêr tercîh dike û jinan di jiyana xebatê de derdixe heye. Ev zîhniyet difikire ku ji bo jinê ya herî sereke mal e û ne hewce ye ku bixebite. Ji bo vê me şer kir. Me bi Rêxistina Musawe û gelek komeleyan re kampanyaya 'Dayik karekî civakî ye' kir. Divê em diyar bikin ku ramana berovajîkirî şîdeta li ser jinan du qat dike û wan bi yek hawirdorê ve bisînor dike. Master ji bo jinan ne karekî hêsan e, lê dibe ku gelek ji wan ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdaran paşê bêkar bibin.

Ez dibînim ku bihêzkirina aborî ya jinan tenê sloganek e, û li Tûnisê ev tenê dirûşm in ku tê dîtin ku jin xwediyê maf û destkeftên awarte ne, lê rastî vê yekê nîşan dide. Di roja me ya îro de jin ji bo debara jiyana xwe bi awayekî xurt bixebitin. Hin ji wan wek karkerên malê dixebitin, zilm li wê tê kirin û rastî her cure tundî û destdirêjiyê tê. Em her roj qala qezayên kar ên jinên karker ên çandiniyê dikin ku bê ewle dixebitin, ne xwedî sîgorteya tenduristî û civakî ne û ne jî rêwîtiya wan ewle ye. Jinên karker di kamyonên mirinê de jiyana xwe ji dest didin.

*Li Tûnisê jinên aktîvîst bi zindan, girtin û gefan re rû bi rû dimînin û li ber xwe didin. Hûn weke çalakvaneke mafên mirovan rewşa niha û metirsiya li ser jinan çawa dibînin?

Li Tûnisê êdî em qala dozên ku xwedî bingeh, delîl û mafê xweparastinê zelal in; Ev skandal bû ku parêzerek jin hedef hat girtin, darizandin û şandin girtîgehê. Tûnisî ji rewşa aborî ya welêt hêrsa xwe nîşan didin, çi xeterî dikare hebe? Kudêrê vê Êrîşa li dijî prestîja dewletê ye? Şert û mercên girtina jinên têkoşer sosret e. Rêbazên binçavkirin û girtinê nayên şopandin. Êrîşa li ser buroya parêzerên jin jî şerm e. Mêrê ku hevjîna xwe qetilkiriye dema tê binçavkirin bi awayekî mirovî nêzî vê dibin, lê muameleya kesê ku fikra xwe tîne ziman berovajî ye.

*Em dibînin ku di dozên binçavkirin û girtinê de mafên mirovan nayên girtin. Wateya wê çi ye ku Parêzer Saniya El-Dehmanî dema diçû dadgehê bi darê zorê sefseriyê (Cilê kevneşop) li xwe dike?

Hebûna têkoşîna jinê bandorek mezin li kolanan kir. Divê em ji bîr nekin ku li Tûnisê hikûmetên ku bi meşên femînîst hatin hilweşandin hebûn. Ew ditirsin ku ev yek carek din çêbibe, ji ber vê yekê ew dixwazin her kesî bitirsînin û bêserûber bikin, di nav de jinên çalakvan, rojnamevan û yên din. Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya 54’an de azadiya raman û çapemeniyê hat astengkirin. Tişta ku ji şoreşê mabû azadiya derbirîn û çapemeniyê bû û îro ev bûye armanc. Cihê xemgîniyê ye ku li şûna em li ser rewşa aborî ji bo çareseriyê nîqaş bikin, em bi şerê azadiyê re rûbirû dibin ku me digot qey em bi ser ketine. Hikûmet bi Biryarnameya di Hukmê Qanûna 54’an de dixwaze dengên azad qut bike. Me ji bo parastina van destkeftiyan heta biryara navborî li ber xwe da. Li gorî min ev biryar ji bo parastina desthilatdariya siyasî hatiye dayîn.

*Weke çalakger hûn ditirsin ku destkeftiyên jinan ên li Tûnisê piştî berxwedan û têkoşîna bi dehan salan winda bibin?

Rûxmê rewşa heyî, ez natirsim ji ber ku em di qonaxên gelek dijwar re derbas bûne û me karibû  destkeftên xwe biparêzin, bi taybetî di heyamên rejîma otorîter de. Lewma em ê teslîm nebin û têkoşîna xwe bidomînin. Girîng e ku mekanîzmayên berxwedanê berfireh bibin. Weke alternatîfa sîstemê jî divê em xwedî projeyek şênber û erênî hebe. Di dîrokê de yên ku ji bo avakirina vî welatî rastî îşkenceyê hatine û tevî ku tenduristiya xwe û malbatên xwe winda kirine jî paşve gav neavêtine. Lewma em nikarin bi bêdengî dev ji van mirovan berdin. Ji ber ku li Tûnisê em çekan li hemberî hev nagirin, em çiqasî ji hev cuda bin jî bi awayekî aştiyane şer dikin. Çeka me ya herî mezin berxwedan e û tişta ku em aniye roja îro jî ew e ku em bê tirs rêya xwe bidomînin.