Di siya şer de Newroz
Bi hatina Newrozê re, Tehran atmosferek ji salên berê cudatir dijî; şer bandor li bazaran kir û tevgera bazarê lewaz bû, ruxmê tirs û tarîtiyê şêwazê jiyana gel nîşan dide ku jiyan berdewam e û hêvî heye.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya ‘El-Şerq’ ragihand ku bi hatina Newrozê re, atmosfera paytexta Îran Tehranê, naşibe rojên berê yên salên borî, siya şer ya giran avêt ser jiyana rojane ya gel, her wiha bandor li her tiştî kiriye, Ji karsazî û bazirganiyê heya têkiliyên civakî. Gelek dikan hatin girtin û yên vekirî ne jî bi baldarî û dudilî karê xwe didomînin.
Li kolanên Tahranê, bi taybetî jî di saetên şevê de, bi kêmbûna çûn û hatinê û tarîya ku li her derê belav dibe êdî bûye tiştekî asayî. Lê belê, li hindek deveran wekî derdora Baxa Firdûs û Kolana Welî-Esr, heya niha jî komên biçûk hene; bi van komên biçûk welatî hewl didin bi hev re demekî ji zexta derûnî ya şer dûr bikevin. Pirî caran axaftin û diyaloga welatiyan li ser mijarek hevpar dizivirin: şer û encamên wê.
‘Têkiliyên hevaltiyê”
Di vê çarçoveyê de, ciwanan hewl didin hêviyên xwe biparêzin, ew bawer dikin ku tevî zor û zehmetiyan, tu rê ji bilî berdewamkirina jiyanê û bi hêvî li pêşerojê meyze kirin nîne. Hindek welatiyan behsa zextên derûnî û ne baweriyên ku di encama şert û mercên heyî de derdikevin kirin, diyar dikin ku bi vegera têkiliyên hevaltiyê ku bi wan komên biçûk avadikirin re dibe riyek ji bo pêşîlêgirtina zehmetiyan.
Îsal Bazaran jî beriya cejnê zindîbûna xwe ya her sal winda kirine. Firoşkarên li kolanan û xwediyên dikanan ji ber kêmbûna kirînê ya gel bi gazindin û dibêjin: “Gelek welatiyan mûçeyên mehên dawî ne girtine. Ev jî bûye sedem ku gel nikaribe tiştên Newrozê bikirin. Bazarên ku her tim di van rojên salê de bi gel dagirtî bûn, niha ji her demê vale tirin.
‘Diyardeyên Newrozê û hêviyên guhartinê’
Tevî vê jî, nîşaneyên Newrozê li bajar peyda dibin; ji firotina giha û masiyan heta hebûna gel ya kêm li Bazara Tecrîşê diyardeya Newrozê ye. Hindek firoşkar, ruxmî şertên dijwar, karê xwe didomînin her wiha hêvî dikin ku bi rojên salê yên dawî guhartinekê di bazarê de çêbike.
Bilindbûna bihaya tiştan jî zehmetiyeke din e, mîna bihaya tiştên kevneşop yên Newrozê wekî ‘Semnu’ nirxê wê ji salên berê zêdetir bûye. Firoşkar vê yekê jî bi bilindbûna bihaya hilberînê ve girêdidin.
‘Jiyan ranewsetiya’
Xwediyên dikanan diyar dikin ku ew li dikanên xwe ne, ne ji bo firotina tiştan, lê belê hewldaneke ji bo parastina moral û hêviyê dinava heval û gel de.
Tevî van zehmetiyan, jiyan li Tehranê ranewestiya. Ji qehwexaneyan û cihên firotina şorbeyan heta komên biçûk yên hevalan, nîşaneyên hewldana berdewamkirina jiyanê ne. Paytext sala nû bi hêviyek baldar, her çiqasî ev hêvî di nav welatiyan de bi hişyarî bin jî, pêşwazî dike.