Di siya şer de ji bo çareseriya pirskirêkên civakê pêşengtî dike

Dalîa Mohammed a ku li Yemenê di bin siya şer de xwebexş xebatên alîkariya mîrovî didomîne, ji bo ku pirskirêk çareser bike carnan gel cotkar, carnan li gel xwendekarek carnan jî li gel jinan disekine.

RANÎA ABDULLAH

Yemen – Şerê li Yemenê dibe sedem ku li dijî zarokên keç û jinan cudakarî û newekheviyê kur bibe. Lê li welat rûxmê hemî şertên newekhev jî cîrokên ku ji zarokên keç û jinan re bibe çavkaniya îlhamê jî derdikevin holê. Dalîa  Mohammed a ku zaningeh jî di nav de hemû perwerdeya xwe xelas kiriye yek ji wan jinan ne ku wek xwebexş xebatên ku dimeşîne dibe çavkaniya îlhamê.  

Dalîa Mohammed li gundekî başûrê rojavayê Taizê ji dayik bûye, ji zarokatiya xwe de bi xelkê gund re dest bi karkirinê kiriye. Dalîa Mohammed ku di sala 2011'an de dest bi beşdarbûna xebatên xwebexş ên ji bo berjewendiya civakê di rêxistinên alîkariyên mirovî de kir, di sala 2015'an de li bajarê Taizê di gelek însiyatîf û blokên ciwanan de bi awayekî aktîf cih girt.

Di xeta agir de hişt ku 475 sîvîl werin tahliyekirin

Dalîa Mohammed  a ku hişt di xeta agir de 475 sîvîl werin tehliyekirin û ji wan re cîhek bi ewle dabîn kir cîhê ku saziyê alîkariyê nikare biçe xerûk û melzemeyên tibî peyda kir. Dalîa Mohammed  wiha axivî: “Dema min dît saziyên alîkariya mirovî nikarin xwe bigihînin xetên agir bi tevgerên ciwanan re rûxmê hemû xeteriyê jî me xwe gihand sîvîlan.”

Ji bo pêwajoya perwerdê destpê bike hewil da

Her wiha Daliya Mohammed li dibistanên gundên gundewarî yên ku ji ber pevçûnan 2 salan perwerde lê hatibû rawestandin ji bo ji nû ve destpê bike xebitî. Dalia Mohammed bi ciwanên li herêmên gundewarî re hin dibistanên ku di dema pevçûnan de hatin bombebaran kirin û hêj mayin lê hebûn, sererast bikin, û ji bo mayinên ku nehatine paqijkirin îşaretên hişyariyê nivîsandin.

Pirsgirêka avê ya 6 gundan çareser kir

 

Daliya Mohammed diyar kir ku ji ber zuwabûna hewza ava gundê Dababê cotkaran gelek ziyan dîtine û wiha got: “Ji ber ku ava vexwarinê li gundan tunebû me tevî malbatan bîrên avê vekirin. 6 gund ji bîrên avê yên hatin vekirin sûd wergirtin. Piştî kolandina bîrê me lûle bi hev ve girêda. Ev serkeftina herî mezin bû ku ez û tîmê serbilind kirim. Ji ber ku pirsgirêka avê ya 6 gundên ku di gihandina avê de zehmetî dikişandin, hat çareserkirin û av ji cotkaran re hat dayîn da ku zeviyên xwe av bidin." Daliya Mihemed diyar kir ku wan bi ekîba tenduristiyê ya ku ava kirine xizmeta tenduristiyê pêşkêşî 12 gundan kirine û wiha got: “Ji bo hemû gundan cihê rast hilbijêrin me xebat kir. Lê hewcedariya me bi mobîlya û gelek alavên bijîjkî yên girîng heye"

'Ez bi madalyaya kesê bibandor hatim xelatkirin'

Dalia Mohammed da zanîn ku ew hem ji bo mafên jinan hem jî ji bo xebatên civakî dixebite û wiha bi dawî kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan em beşdarî gelek kampanyayên parêzvaniyê bûn. Di encama xebata xwe ya dûr û dirêj de, di konferansa 'Erebistan ne pêkan nasnake' de, bi madalyaya kesayetiyek taybet a bi bandor di warê xebatên mirovî de hatim xelatkirin. Ez hêvî dikim ku ev rûmet bibe wesîleyek ji bo jinên din, nemaze zarokên keç ên  li deverên gundewarî, ku bigihin xewnên xwe û bigihin armancên xwe.”