Di siya şer de ji binçavkirina ciwanan heta darvekirinan

Hemwext ligel pevçûnên leşkerî û bêdengiya ser muzakereyan, Komara Îslama Îranê di nava welat de pêlek din a binçavkirin, darvekirin, sewqkirina girtiyan veşartî, desteserkirina malan û nedayîna cenazeyan ji bo malbatên wan daye destêpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Îran di heftiya borî de dest bi pêlek nû ya binçavkirinan kir. Ji sûcdariyên ewlehiyê binçavkirinên girseyî, bê agahî hiştina mabatan ji kes û karên wan ên girtî, sewqkirina girtiyan bêyî agahiyan li hucereyan û girtîgehên dûr, dayîna biryara darvekirinên û erêkirin, darvekirinên siyasî û ne-siyasî têne kirin, zext li ser malbatên kesên ku li edaletê digerin û heta desteserkirina milkê kesên ku di girtîgehê de ne an jî neçar mane ku welat biterikînin didome. Ev tablo, wek wêneyek zelal a siyaseta nû ya Komara Îslamî di rojên şer de nîşan dide, di demek ku çavê dinyayê li cihek din avakirina tirsa hundirîn e.

Di rojên dawî de, saziyên ewlehiyê wek herdemê bi gotinên wek ‘sîxurî’, ‘têkiliyên bi Îsraîlê re’, ‘kiryareke terorîstî’ û ‘têkdana ewlehiyê’, herî kêm bi sedan welatî ji bajarên cûda hatine binçavkirin.

Tenê çavkaniyê fermî ragihand ku li çend eyaletan zêdeyî 250 kesan, li Kerman 101 kes hatine binçavkirin. Ev cûrên daneyên bi gelemperî, bêyî eşkerekirina nasnameyan, bê xwegihandina parêzeran û bê şefaftiya darazê tê parvekirin. Ji agahîdayîna hiqûqê zêde kar û barê peropegannda a çavtirsandiyê ye.  

Di binçavkirinên ku vê hefteyê hatin qeydkirin de, modelek hevpar balê dikşîne: bêyî biryar serdegirtin û lêgerînkirina malan, destdanînan ser telefon û cîhazên elektronîk, birina cihên nediyar û hemû peywendî bi malbatan re qutkirin. Li Teharên aktivîstek a hawirdor û lêkolînera felsefeyê di du operasyonên cûda de hatin binçavkirin, lêgerîn li mal û cihên wan ên kar hatin kirin, dest danîn ser tiştên şexsî û xebatên wan. Malbat hê nizanin li kuderê tên ragirtin û rewşa dosyayên wan jî nizanin.

Gelek kes hatin binçavkirin

Li Bushrê aktivîsata sendîkaya mamosteyan a nexweşiya dil pê re heye, piştî hate binçavkirin winda bû. Fikarên derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de zêde dibin. Li Abdanê jî kesek ku di qada tenduristiyê de dixebite, piştî binçavkirina kêfî ku bi rojan dom kir, bêyî daxuyaniyek fermî sewqî girtîgeha Mahpereh a li Derehşehrê kir. Malbata wê piştî rojan ev agahî girt.

Li herêmên rojhilatê Kurdistanê de pêla binçavkirinê û serdegirtinan malan û avakirina tirsan li taxan didome. Li Piranşehrê û Oşnaviya gelek kes hatin binçavkirin û birin  cihên ne diyar. Dema rapor hate amadekirin, meqamên fermî derbarê cihên lê tê girtin de agahî nedan. Malbata li saziyên ewlehiyê, berisivên ne diyar girtin û hin ji wan jî rastî bêdengiyê hatin.

Lê beşa herî nîgeran a vê hefteyê, zêdebûna zexta ewlehiyê li ser ciwan û welatiyên Belûc e. Ji 9’ê Nîsanê heta niha du ciwanên 17 salî ji bajarê Serbaz, li Çabaharê hatin binçavkirin, piştî nêzî 10 rojan sewqî navendek li Zahedanê hatin kirin, hê malbatên wan nizanin li kuderê tên ragirtin û sûcên lê tê barkirin çi ne. Her wiha, welatiyek Belûc ê 30 salî ji Serbaz piştî nêzîkî mehekê hatî binçavkirin şandina qawîşa 9’an a Girtîgeha Navendî ya Zahedanê. Her wiha, Wezareta Îstîxbaratê ragihand ku li 5 eyaletan herî kêm 15 kes ji ber sûcdariyên ewlehiyê binçavkirine.

Ji derveyî girtinan, sewqên veşartî yên girtiyan û pêkanînên tecrîdê zêde bûne. Li gorî raporên ji Kermanê, girtiyek 29 salî di erîfeya darizandinê de ji nişka ve sewqî girtigehek din hatiye kirin. Ev kes ji Çileya borî ve rûbirûyî sûcadariyên giran ê ewlehiyê ne. Li Esfahanê, girtiyekî 22 salî yê xwepêşandanên meha Çileyê, ev nêzî 100 rojan e li girtîgeha Dastger di nava ne diyariyê de ye û bi sûcdariya ‘muharebeh’ dibe ku were darvekirin.

Hefteya herî tarî: Darvekirina xwepêşanderan û derxistina cezayên nû

 Di aliyê dadweriyê de, hefteya borî yek ji hefteyên herî tarî yên vê dawî bû. Di 25’ê Gulanê de, cezayê darvekirinê li yek ji girtiyên xwepêşandanên Çileya 2026’an hate birîn û medyaya dewletê di heman demê de vîdyoyên îtîrafên wî yên bi zorê weşand, senaryoyek naskirî ku berê di dozên gelek girtiyên siyasî de jî hatiye dubarekirin. Ew nehemîn xwepêşanderê ku ji xwepêşandanên Çileya 2026’an de tê darvekirine.

Tenê rojek piştî wê, cezayê darvekirinê li girtiyek siyasî yê Belûc a 18 salî hate birîn. Di dosyaya wê de bi zorê îtiraf, qedexeya hevdîtinê û zexta li ser malbata wî ji bo hevkariya bi ewlehiyê re hate binavkirin. Malbata wî diyar kir ku saziyên ewlehiyê ji bo berdana keça wan divê kesek ê malbata wan ji derveyî welat radest bikin an jî îxbar bikin. Ev jî rêbezeke ku zext ne tenê bi girtinê re sînordar e, lê belê hemû malbatê dike hedef.

Di heman demê de, ji bo gelek girtiyan xeteriya mirinê didome. Derbarê girtiyek siyasî de cara sêyeme biryara darvekirinê erê dike,  ji xwepêşandanên Çileyê ji bo kesek din teyîda darvekirinê û di dema darvekirinan de hebûn girtiyan, nîşan dide ku dosayayên darazê bi cezayên lez ên mirinê digrin. Di vî alî de navê Fatemeh Abbasî derdikeve pêş; ji malbatê wê cezayê darvekirinê hatî erêkirin, bi xwe jî li qawîşa jinan a girtîgeha Evînê bi cezayê 25 sal ê girtîgehê tê ragirtin, ev jî  mînakek a  zextê ye.

Di vê pêvajoyê de, darvekirinên ne-siyasî bê navber didomin, lê di siya darvekirinên xwepêşanderan de hatine paşguh kirin. Tenê di vê heyamê de çend înfazên darvekirinê û bersivdayînê li girtîgehên cûda yên Yezd û Elbirz di nav de hatin raporkirin. Tevî vê jî di rojeva şer de ev zêdebûn di medyayê de tê paşguhkirin û desthilat ji vê hemxwetiyê sûd digre û înfazên darazê normal dike.

Desteserkirina milk wek amûra zextê ye  

Zext tenê li girtîgeh û dadgehê ne sînordare. Zextên aborî û desteserkirina milk jî bûne beşek girîng a cezayê. Li Îzeyê, pêvajoya desteserkirina mala dayîk û birayê Artîn Rahmanî, ciwanekî ku di serhildana 2022’an de jiyana xwe ji dest dayî, dest pê kiriye; milkên ku berê ji aliyê  pergala dadwerî ve wekî temînat dihatin girtin û niha bûne amûrek tolhildanê li dijî malbatek ku li edaletê digere. Ev tenê mînakek ji kefaletên giran e ku di mehên dawî de ji bo berdana demkî ya girtiyan hatine xwestin; kefaletên ku di pratîkê de malbatan tîn ber xala firotina mal, erd û hemî milkên xwe û di gelek rewşan de, tewra bi zextek siyasî ya herî biçûk jî, vediguherin desteserkirinê.

 Gef sînorên welat derbas kiriye

Di heman demê de, gef sînorên welat derbas dike. Di rojên dawî de, serokê dadweriyê  gefa ‘hevkariya bi medayayên dijber re’ li Îraniyên ji derveyî welat gefa destdanîne ser malê û milkên wan lê xwarîne. Ev gef, nîşan dide ku  hikûmet niha modelek nû ya zextê dişopîne.

Mirinên li qadê

Li başûr rojhilatê Îranê, awayek din ê tundiyê didome. Kuştinên li qadê û derengdayîna cenazeyan. Li Rask, du welatiyên Belûc bi guleyên rasterast ji aliyê hêzên Pasdarên Şoreşa Îslamî ve hatin kuştin û cenazeyên wan piştî sê rojan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve radestî malbatên wan kirin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku erebeya wan bêyî hişyariyê hatiye gulebarankirin, di heman demê de medyaya dewletê çîroka ‘tîma terorîst’ a asayî dubare kiriye.

Ev derengketina radestkirina cenazeyan, jiholêrakirina derfeta otopsiyên serbixwe, kontrolkirina merasîmên cenazeyan û ferzkirina bêdengiyê li ser malbatan, parçeyek naskirî a kuştina çavkaniya ewlehiyê.  

Mirin ne dawiya cezayê ye

Çîroka malbata yek ji kesên di xwepêşandanên Çileyê de hatî kuştin, heman tiştî piştrast dike. Di nava bi sedan cenazeyan de lêgerîn, radestkirina dibin zextên ewlehiyê de, qedexeyên merasîmê veşartin. Divê pergalê de mirin jî ne dawiya cezaye, cenaze jî bûna dosyaya ewlehiyê didomîne.

Ev geşedan bi tevahî nîşan didin ku tiştên ku di hefteya borî de qewimîne ne tenê çend girtin û çend darvekirinên belavbûyî ne, îşaret bi sazûmaniya berfireh a zextê dike. Tevî vê jî rêgeza herî balkêş, bêdengiya civaka navneteweyî ye. Di muzakereyên derbarê krîza herêmê de, darvekirina xwepêşanderan, girtinên siyasî yên Beluc, bi zorê windakirin û gefên li dijî malbatan qet nayên rojevê.