‘Di Sibatê de rojnamegerek hate qetilkirin, 8 rojnameger hatin girtin’

DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha Sibatê eşkere kir. Li gora raporê, rojnamegerek hatiye qetilkirin, 18 hatine binçavkirin û 8 jî hatine girtin.

Amed – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirnên mafên rojnamegeran a meha Sibatê eşkere kir. Li gorî rapora li ser malpera înternetê ya komeleyê hatiye parvekirin, di meha Sibatê de jî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran dewam kirin.

Di raporê de bal hat kişandina ser binçavkirina rojnamegeran û mûameleya li dijî wan û wiha hate gotin: “Di meha Sibatê de bi ser mala 7 rojnamegeran de girtin û 18 rojnameger binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Şopandina nûçeyan a 8 rojnamegeran hate astengkirin û gef li 3 rojnamegeran hate xwarin. Di hefteya ewil a meha Sibatê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bûrsa Mûxalîfê Ozan Kaplanoglû û rojnameger Alî Bariş Kûrt hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî bi ser mala hempîşeya me Oznûr Deger a bi malbata xwe re dijiya de hate girtin û tundî lê hate kirin. Tundiya li dijî Oznûr Degerê tene bi serdegirtina malê bisînor nema, li nexweşxaneya birinê jî berdewam kir û bi awayekî keyfî rapora derbê nedanê. Herî dawî hempîşeya me bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sirgunî Girtîgeha Erzîncanê hate kirin.”

Di raporê de hate destnîşan kirin ku polîsan di sibeya 15’ê Sibatê de bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li dijî hewldayîna tayînkirina qeyûm nobet lê dihate girtin de girtin. Di êrişê de polîsan di dema serdegirtinê de nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan ku nobet dişopandin binçav kirin û wiha hate gotin: “Rojnamegerên di bin çavan de hatin derbkirin bi piştê ve hatin kelemçekirin. Dîsa di operasyona li dijî HDK’ê de rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Saîme Ogûzhan û rojnameger-nivîskar Ender Îmrek bi serdegirtina malên wan hatin binçavkirin. Ji van 4 rojnameger hatin girtin û cezayê hefsa malê li Ender Îmrek hate birîn.”

Di 6 mehan de di êrîşên Tirkiye de 6 rojnemegeran jiyana xwe ji dest dan

Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de careke din rojnameger hedef hatin girtin, her wiha hate diyarkirin ku di êrişa 15’ê Sibatê li dijî herêma Tişrînê de rojnameger Egîd Roj hate qetilkirin. Di şeş mehên dawî de di êrişên dewleta Tirk de 6 rojnamegeran jiyana xwe ji dest da.

Di raporê de hate bi bîrxistin k udi meha Sibatê de sansür dom kiriye û hate îfadekirin ku di meha Sibatê de bi dehan hesabên rojnameger û saziyên çapemeniyê bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin û wiha hate gotin: “Bi giliya Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran di meha Sibatê de gelek ji wan yên rojnamegeran 309 hesab ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Parvekirina 26 nûçeyan li ser hesabê X’ê û 14 parvekirinên X’ê jî hate astengkirin.

3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Wanê 90, 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Semsûrê li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê 21 malperên înternetê û xwegihandina hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re astengkirin. Di nava hesabên ku hatin astengkirin de hesaba Arti Gerçekê ya X’ê ku 366 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba kurdî ya JINNEWS’ê, hesaba Youtubeyê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, hesaba ETHA’yê û hesabên rojnamegerên weke Yavûz Baydar, Hayko Bagdat, Abdûrrahman Gok, Fehîm Işik jî hebûn. Ajansa Mezopotamyayê, servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, kovara Ozgur Gelecekê jî di nav de 6 malperên înternetê ji xwegihandinê re hatin astengkirin.

 8 rojnameger hatin girtin

Binpêkirinên mafan li beramberî rojnamegeran wiha ye: “1 rojnemger hate qetilkirin, bi ser mala 7 rojnamegeran de hate girtin, 8 rojnameger hatin girtin, 8 rojnameger rastî muameleya xirab hatin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin, şopandina nûçeyan a 8 rojnamegeran hate astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran re lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 8 rojnamegeran de doz hate vekirin. 4 rojnamegerên dihat darizandin 4 sal û 11 meh cezayê hepsê lê hatin birîn, darizandina 30 rojnamegeran ji 26 dosyayan di dome. Ji 1’ê Adarê ve 42 rojnameger di girtîgehan de tên girtin. 6 malperên înternetê hatin girtin, xwegihandina 26 nûçeyan hate astengkirin, 309 naverokên medyaya dijîtal hatin astengkirin.”