‘Di şexsê Evîn Goyi de fikrê Rêber Apo hat hedef girtin’

Mîzgîn Xelîl diyar kir ku jinên ku di çerçoveya îdeolojiya rizgariya jin de jinan rizgar dikin tên hedef girtin û wiha got: “Di şexsê Evîn Goyî de tevgera azadiya jin û fikrê Rêber Apo hat hedef girtin.”

Kobanê- Di dîrokê de bi hezaran jin ji bo hebûnê têkoşiyan û tevgerên femînîst ên roja me îro, têkoşîna mafên jinan, berxwedan, bi kurtasî nirxên mirovahiyê afirandin. Di cîhanê de bê edaletî, ne wekhevî li ser jinê destpêkir. Yanî şikestina dîrokî a destpêkê li dijî jinê bû. Ev pêvajoya ku bi zêhniyeta mêr a  ku bi koletiya jinê dest pê kir, bi bêqîmetkirina civakê û serdestiya xwezayê re berdewam kir.

‘Şoreşa Jinê şoreşa pêşengtiyê ye’

Derbarê vê mijarê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje pirsgirêka jinê pirsgirêka Kurd û bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û wiha didomîne: “Şoreşa me di eynê wextê de şoreşa jinê ye. Emê koletiya jinê bidin derbaskirin. Ev ne şoreşek çînî ye. Şoreşa jinê şoreşa pêşengtiyê ye. Rewşa jinan felaket e. Bê kar in. Jinan ji ber bêkariye diçin deverên din. Hûnê xwe ji nû ve biafirînin. Divê jin bi cesaret û azad be. Jin derveyî jiyanê hatiye hiştin. Ger tu jinê bipelçiqînî, wek makîneya kuluçka bipelçîqînî, helbet dê bibî desthilatdar.”

Zîhniyeta serdest a mêr û afirandina wê, îdeolojiya dewletparêz-faşîst, her tim armanc kiriye ku jinan bitepisîne, lewma hemû jinên azadîxwaz bûne hedefa vê pergala yekperest. Di dîrokê de bi hezaran mînakên vê yekê hene ku di demên dawî de di şexsê tevgera azadiya jinên Kurd de bi awayekî şênber derketiye holê.

Jinên ku li azadiyê digeriyan kirin hedef

Bi taybetî êrîşa dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li ser jinên pêşeng ên di şexsê 3 şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an  de li Parîsê hatin qetilkirin, destpêka konseptek nû ya êrîşan bû. Zîhnîyeta dewleta a ku tehemilê jina azad nake bi şeklekî eşkere destbi êrîşan kir. Di 10’ê Tebaxa 2015’an de gerîla Ekîn Van di encama pevçûna bi leşkerên Tirk re jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji aliyê leşkeran ve hate teşhîrkirin. Zîhnîyeta tecawîzkar ê mêr carekî din nişanda ku tehemilî cenazeyên jinan jî nake.

Taybet Înan (Dayika Taybet) di 19'ê Kanûna 2015'an de li Şirnex Silopya li ber deriyê mala xwe ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin û ji ber destûr nedan cenazeyê wê bigirin 7 rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopya ji aliyê sekvanên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin. Di laşê her sê siyasetmedarên jin de bi dehan gule hatin dîtin.

Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li ser rêya M4 hate qetilkirin. Di 23’ê Hezîrana 2020’an de li gundê Helîncê a girêdayî bajarê Kobanê Endama Kordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û xwediyê malê Emîne Weysî ji aliyê balafirê bê mirov ên dewleta Tirk vê hatin qetilkirin.  Ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û 2 hevalên wê yên jin Roj Xabûr û Barîn Botan di 22’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrîşa balafirên keşfê yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Di 27’ê Tîrmeha heman salê de Hevseroka Desteya Dadê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan bû hedefa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk û jiyana xwe ji dest da. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtorê Kovara Jîneolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di 23’ê Kanûna 2022’an de Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdullah Kizil li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer wek qetlîama Parîsê a duyem hat binavkirin. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û Ferat Tuma di 20’ê Hezîrana 2023’an de di encama êrîşeke balafirên keşfê de hatin qetilkirin. Bi vê bîranînê re herî dawî bi dehan jinên pêşeng ên ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dan.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî êrîşan, bi taybetî jî hedef girtina jinan ji ajansa me re nirxand.

‘Jinan bi hezaran sal di bin êrîşan dene’

Mizgin Xelil di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jin bi hezaran sal di bin êrîşan dene lê hertim li berxwe didin û destnîşan kir ku di şoreşa Kurdîstanê de rola jinê stratejik e û wiha pê de çû: “Ez hemû jinên tekoşer ên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin bibîrtînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Ev jinan li hember koletiyê, zayendperestiyê û esaretê berxwe dan û li ser şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî bandora xwe kirin.”

Mizgîn Xelîl bibîrxist ku di her şoreşê de pêşeng hene û wiha berdevam kir: “Jin ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşengtî kirin. Şoreşên weke şoreşa Fransayê, şoreşa Cotmehê çêbû. Li hember faşîzm û desthilatdariyê jin û gelan rabûn ser piyan. Di van şoreşê de jin di her karî de cîhê xwe girt lê zagonan heqê jinê ne parast.”

‘Jin li hember zîhniyeta paşverû şer kirin’

Mizgîn Xelîl anî ziman ku cudahiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna jinê re derketiye holê û wiha berdevam kir: “Li gor paradigmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinê me sîstemek avakir. Destkeftiyê jinan bi şeklekî şênber divê qadê de ket pratîkê. Li vir jin ne tenê ji aliyê leşkerî ve li hember çeteyên DAÎŞ’ê an li hember dewleta Tirk şer kirin, jinan di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin kirin. Di qada leşkerî, dîplomasî û siyasî de xwe pêş xistin. Di eynê wextê de li hember zîhniyeta paşverû, êrîş, koletî û desthilatdariyê jî şer kirin.”

Mizgîn Xelîl, destnîşan kir ku jinan li hember zîhniyeta ku dixwaze jinan di nav çar diwaren  de heps bike xwe rêxistin kirin û din av şoreşa Rojava de şoreşa jinê avakirin. Mizgîn Xelîl da zanîn ku şoreşa jinê di dîrokê de ji mîrateya jinên ku desthilatdarî û zext qebûl nekirine pêk tê û wiha got:“Wek Rosa Lüksemburg, Clara Zetkin bi hezaran jin hene ku li hember tûne hesibandina jin a di nav dîrokê de û li hember bê edaletiy rabûn ser piyan. Tekoşîna jinan wek helqeya zincîrê berdevam kir. Jinan bi felsefe û fikre Rêber Apo ji bo xwe ji nû xwe ve ava bikin xwe rêxistin kirin. Jinan li ser pivana azadî û îdeolojiyê xwe rêxistin kirin û pêş xistin.”

‘Di destpêkê de Heval Sara hedef girtin’

Mizgîn Xelîl amaje bi wê yekê kir ku ji ber ku sîstema jinê sîstemeke demokratîk û wekhevîyê ye, ji bo hemû hêzên alîgirê desthilatdariyê, sermayedarên sîstema kapîtalîst û çeteyan xeteriyeke mezin çêdike û wiha gotinê xwe domand: “ji ber vê yekê dewleta Tirk wek amûr hat bikaranîn. Jinên  tekoşer ên azadiyê dixwazehatin hedef girtin. Xwestin di şexşê jinê de vê îdeolojiyê têk bibin. Ji ber vê yekê êrîşê navenda tekoşînê dikin. Êrîşê pêşengê jinan dikin. Ji ber vê yekê li Parîsê di şexsê heval Sara (Sakîne Cansiz) destbi êrîşê kirin. Heval Sara wek jina yekem bû ku tevlî Tevgera Azadiyê bibû. Baweriya hemû jinan bû. Xwediya mîrateya azadiyê bû. Xwestin di şexsê heval Sara de derb li tevgera jinê bixin. Her sê hevala jin hedef girtin. Derveyî exlaqê mirovî li Parîsê qetlîam pêk anîn. Ji tu kesî bertek nehat nişandan. Ji ber ku hedefa wan diyar bû. Armanc denge jinê qutkirin bû û tevgera jin tasfiyekirin bû.”

‘Di şexsê Evîn Goyî de qetlîama diyemîn a Parîsê hat kirin’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku bi qetilkirina 3 jinên şoreşger ên li navçeya Silopya ya Şirnexê re qetlîamên jinan dewam dikin û wiha pêl da gotinê xwe: “Hevala Pakîze, Sêvê û Fatma li wir hem di xebatên parastin hem jî xebatên rêxistinkirinê debûn. Her sê heval hatin hedef girtin.dîsa li gundê Helincê ê girêdayî bajarê Kobanê sê jin di malek de hat qetilkirin. Hevalên jinên ciwan Viyan û Nûjiyan li Kobanê hatin hedef girtin. Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan herî dawî jî hevala Yûsra û Reyhan hatin qetilkirin.”

Mizgîn Xelîl da diyarkirin ku di  23 Kanûna 2022’an de di şexsê Evîn Goyî (Emîne Kara) de qetlîama duyemîn a Parîsê hat kirin û wiha berdevam kir: “Xwestin di şexsê Evîn Goyî de jinên şerker ên pêşeng hedef bigrin. Jinên ku li hember çeteyên DAÎŞ’ê û her cûre çeteyan şer kirin kirin hedef. Jinên ku ji bo azadiya xwe bi hezaran jinan di xeta birdoziya azadiya jinê de birêxistin dikin, dibin hedef. Di şexsê Evîn Goyî de tevgera azadiya jin û fikre Rêber Apo hat hedef girtin.”

Mizgîn Xelîl: Temsîliyeta wekhev tê wateya dawiya desthilatdariyê

Mizgîn Xelîl da zanîn ku hêzên desthilatdar ji rêxistinbûna jinan ditirsin û naxwazin şoreşa jinê bigihêje her jinê û wiha got: “Ew jî dizanin ku Temsîliyeta wekhev tê wateya dawiya desthilatdariyê. Tene hêzek, sîstemek û yek desthilatdar hebû ev jî mêr e. edî ev hat guhertin, edî mêr tena sere xwe nikarin biryar bigrin. Zayendpereztî, sîstema desthilat ê kapîtalîst xwe nikarae berfireh bike ji ber ku edî alternatîfa wî heye. Gelan vê sîstemê qebûl dike û bersiva wê tê dayîn. Ji ber vê yekê êrîşê jinan dikin. Di şexsê wekî jinên Evîn Goyî, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef siyaseta Netewa Demokratîk tê hedef girtin. Her çiqas jinan hedef digrin jî jin hîn bêhtir xwe rêxistin dike. Hîn bêhtir xwe di xeta Evînan, Sakîneyan û Zehrayan de feda dikin. Di 23’ê Kanûnê de salvegera qetilkirina Evîn Goyî nêz dibe. Di şexsê wê de em bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin û wan bibîrtînin.”

‘Li hember hemû êrîşên ku li dijî jinan pêk tê emê tekoşîna xwe xurt bikin’

Mizgîn Xelîl diyar kir ku jinên pêşeng ji bo birêxistinkirina civakê têdikoşin û ne tenê li dijî dijminên xwe, li dijî zayendperestî û feodalîzmê jî têdikoşin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Wek jinên kantona Firatê em tekoşîna jinên ku dixwazin civakek wekhev, exlaqî, polîtîk ava bikin ji xwe re esas digrin. Em dixwazin xeyalên Sakîne Cansizan, Yûsrayan, Evîn Goyîyan û Reyhanan ku nêvî mane bi cîh bînin. Em ê îdeolojiya azadiya jinê ji bo hemû jinên li benda azadiyê ne, di nava çar dîwaran de rastî tundiyê tên û li benda rizgariya ji esaretê ne, civakî bikin. Em ê li dijî hemû êrîşên li ser jinê têbikoşin."