Di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de 142 kes hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê, di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 142 welatî bi şêwazên cuda hatine qetilkirin ji wan 12 jê zarok û 6 jê jin in.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, têkildarî kesên di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê de hatin qetilkirin daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de nêzîkî 142 kes hatine qetilkirin, ji vana 136 mêr, 6 jin û 12 zarokên kû dibin temenê 18 salî de bûn, 117 kes ji vana di navbera 19-50 salî de bûn û 9 kes jî li ser temenê 51 salî re bûn.

Di dewama daxuyaniyê de qala şêwazê qetilkirina welatiyên Kurd di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hate kirin û wiha hate gotin: “Ev kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi çekên şer, çekên bi saçma, îşkenceyê, lêdana bi jopan, çekên giran yên doşka, darvekirin, suîqast, gazên rondikrêj, êrişên kîmyawî yên li ser dibistanan, hatine qetilkirin. Ji van kesan 22 welatî li bajarê Sine, 17 kes li Bokan, 15 welatî li Mihabadê, 9 kes li Kirmanşanê bûn. Her wiha 2 welatiyên Kurd li Qûçan û herî kêm jî 18 welatiyên din jî li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin.”