Di şerê li Xezayê de 41 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Şerê li Zîvala Xezayê ku 340 roj in didome, tevî biryara Konseya Ewlehiya NY û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya ku divê demildest şer raweste û pêşî li komkujiyan were girtin, şer didome.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike. Ev şer jin û zarok jî di nav de rê li ber mirina bi hezaran kesan û birîndaran vekir, xela jî bû sedema mirina bi dehan mirovan. 

Wezareta Tendirustiyê ya Zîvala Xezayê di daxuyaniya 10’ê Îlonê roja Sêşemê de ragihand ku ji ber şerê berdewam dike hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, ji 41 hezarî zêdetir bûye her wiha 94 hezar 925 kes birîndar bûne, bi hezaran cenaze hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan mane.

Wezaretê der barê rapora îstatîstîkan de wiha got: “Hêzên Îsraîlê di nava 24 saetan de sê komkujî pêk anîn, di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes birîndar bûn. Hejmarek zêde ya cenazeyan hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan mane, ji ber astegiyên Îsraîlê tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.”