Di şeran de eniya jinan
Di şerê yekem ê parvekirina emperyalîst de rewşa jinan – 1
ZÎLAN KOÇGIRÎ
“Ger mêr bikujin, peywira me jinan ew e ku em ji bo parastina jiyanê şer bikin. Ger mêr bêdeng bibin, peywira me ew e ku em dengê xwe yê ku bi daxwazên me dagirtî ye bilind bikin.” Clara Zetkîn
Di van rojan de di serî de Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê ji ber şerê parvekirinê yê hegemonyayê şerên herêmî gur dibin. Li Iraq, Sûriye, Ukrayna, Xeza, Yemen û careke din li Sûriyeyê li gorî çerxa demê rêbaza şer ketiye meriyetê. Di van rojan de ji aliyê beşên cuda ve her çendî li ser şerê parvekirinê yê emperyalîstan ku şerê cîhanê yê sêyemîn e, nêrînên cuda hebin jî pêvajoya piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan û hilweşîna sosyalîzma reel, em dikarin weke gavên ber bi vî şerî ve bibînin. Tê dîtin ku neolîberalîzm, ji bo qadên nû yên mêtinkariyê ji xwe re ava bike, erdnîgariyên ku çav bera wan daye, di nava dubendiya şer û eştiyê de dihêle û nakokiyan zêde dike. Li ser gelan û jinan, zihniyeta rizî ya mêr tê meşandin û hewl didin cudahiyên nijadî, olî, mezhebî bikin argumanên vî şerî. Dixwazin van nexweşiyên ku gel hewl didin jê rizgar bibin careke din derbixin. Herî dawî li Sûriyeyê, di 27’ê Mijdarê de bi bermahiya El Qaîdeyê û dûvikê DAIŞ’ê Heyet Tahrîrî-Şâm (HTŞ) şerê ku tê meşandin, gihîştin heta Şamê. Bi gotinên fetih û cîhadê, ketina bajaran a keriyên mêrên ku di dest wan de çek hebûn, bi weşanên zindî hatin nîşandan. Tiştên ku li vê erdnîgariya bi hezaran salan e ji ber olperestî û mezhebperestiyê êşan kişandiye diqewimin; bi navê ‘şoreş’ an jî ‘demokrasiyê’ dest bi bazarkirinê hat kirin ji aliyê xwediyên wan ve.
Em ê çi winda bikin û çi qezenc bikin?
Vê rewşa ku li Sûriyeyê derketiye holê nîşan dide ku dê argumanên şerê cîhanê yê sêyemîn çi bin. Divê em bizanibin ku gel û jinên ku di vê şerê di serdema dîjîtal de, bi rastiyeke sanal hewl tê dayîn ji rastiyê were veqetandin, cih nagirin, nabin alî, çi winda dikin û dê çi bi dest bixin. Mexdûrbûn û belgekirina mexdûriyetê dê me ji tiştên ku pergala baviksalar hegemon kapîtalîst bîne serê me azad neke. Bi hezaran salan e di şerên desthilatdariyê yên ku bi aqilê mêr tên derxistin de, civak di nava çend komên elît de dimînin û em dizanin ku çarenûsa gelan û jinan ber bi ku ve diçe. Dema em li şerên sedsala dawî yên hegemonyayê dinêrin, dibînin ku tenê berxwedan têr nake, pêdivî bi riyeke nû ya ku bi hest, aqil û pêşbîniyê were avakirin û bi polîtîkayên qirkirinê yên pergala mêr re derkeve serî heye.
‘Şer sermaye û desthilatdariyan ava dike’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibêje; “Şerên di dîroka şaristaniyê de çêbûne, bûne navgînên sermaye û desthilatdariyê. Ango bi çîrokên qehremaniyê yên bûne efsane re têkiliya wan tune ye. Ev tenê propaganda ye. Ên di roja me de jî di nav de pir eşkere ye ku şer; bûne navgînên guhertina sermaye û desthilatdariyê. Ji ber wê divê ku dema mirov dîrokê dixwîne bibîne ku di hêza hilberînê û û di têkiliyan de rola sereke lîstine.”
Ji bo xwendina demê, dîrokê, ji bo xeyalkirina pêşerojê jî ji her demê zêdetir pêdiviya me bi famkirina demê heye. Ji tiştên rojane zêdetir divê mirov careke din li nakokiya îro û dîrokê binêre. Ger şer bi armanca xweparastina civakan nebe; (jixwe yên vî şerî jî diyar kirine polîtîkayên hinek kesên ji bo tunekirina civakan in) xirabiya herî mezin a ku nesla mirovahiyê îcad kiriye ye. Hegemonên ku desthilatdariya wan li ser şîdetê ye; di her şerê ku îcad dikin û îcra dikin de, her dem ên destpêkê tên hedefgirtin jin in. Desthilatdariyên mêrên faşîst ên netewe dewletê, yên sedsala dawî jî qirkirina jinan ku şertê pêşîn ên qirkirina civkan e di her warî de bi pêş xistine. Bi stratejiya ‘destpêkê jinan bikujin’ re li ser civakan, gelan û nasnameyan şer tên meşandin û destpêkê jin tên hedefgirtin. Di sedsalên 20'emîn û 21'emîn de di şerên parvekirinê yên hegemonyayê û di pevçûnan de bi sedhezaran jin rastî tecawiza leşkeran hatin an jî îstîsmara zayendî li dijî wan hat kirin. Ji ber vê yekê jin, bi zanîna xwe ya qedîm li dijî şerên parvekirinê yên desthilatdariyan ku berê xwe dabûn wan, her dem bi fikar bûn û têkoşîna xwe domandin.
Tu carî encamên rast ên şer nehatin zanîn
Bi mijara me ve girêdayî, tenê di şerên emperyalîst ên ji bo parvekirinê de, nêrîna li tiştên jin jiyane û têkoşîna wan bi tenê, asta qirkirinê nîşan dide. Di şerê cîhane yê yekemîn de di pirtûkên dîroka fermî de ango di şerê desthilatdariyan ên ji bo parvekirinê de, li gorî daneyên fermî 17 milyon mirovan jiyana xwe ji dest dane. Vî şerê ku ji ber parvenekirina qadên mêtinkariyê yên desthilatariyan çêbû weke "Şerê yekem ê emperyalîzma kurewî” ket dîrokê. Şerê navenda wî Ewropa bû, li 40 welatan bi beşdariya koloniyan dest pê kir, di 28’ê Temûza 1914'an de dest pê kir û 4 salan domiya. Şere ku bû sedema mirina bi milyonan kesên sivîl û leşkeran, di 11’ê Mijdara 1918'an de bi îmzekirina agirbestê dawî bû. Dewletên îtilaf ên ku di navenda wan de Îngîltere, Fransa ve Rûsya hebûn û Împaratoriya Alman, Împaratoriya Avusturya-Macaristan û Împaratoriya dewleta Osmanî jî di nav de şerê ku Dewletên Îtifaqê hatin hemberî hev, hat îlankirin ku dewletên îtilafê qezenc kirine. Di rastiyê de ev encama, perçeyek pergala parvekirinê ya ku şaristaniyê bi xwîn û desthilatdariyê ava kiribû, tu carî rewşa aliyên şer nehat lêpirsînkirin. Heta niha jî di şerê yekemîn ê cîhanê de li ser tiştên jin jiyane daneyek zelal tune ye lewre hevsengiyên sunî yên ku piştî şer çêbûn û berjewendiyên polîtîk ên sînoran li pêşiya derketina rastiyê dibin astengî.
Tecawiza ku weke çeka şerê baviksalar tê bikaranîn
Di şerê parvekirinê yê di navbera desthilatdariyan ku navenda wê Ewropa bû de, motîvasyona esasî pêvajoya sazîbûyîna netewe dewletan bû. Mijara ku netewperestî xwe pê xwedî dike jî zayendperestî bû ku di vir de sembola “Weke dayik netew” hatibû bikaranîn, hebûna jinan di nava sînorê netewe dewletê de hat hepskirin. Ji ber vê yekê bedena jinan a bi motîvasyonên netewperest hepsê sînoran bû, di heman demê de ji bo şer û pevçûnên muhtemel bû cihekî ku were fetihkirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de te zanîn ku di dema dagirkirina Belçîka û Fransayê ji aliyê leşkerên Elman ve bi hezaran jin rastî tecawizê hatişne û hatin qetilkirin. Komîsyona ku dûre ji bo van bûyeran lêpirsîn bike hat avakirin, hem hejmarên zelal û rast diyar nekir, hem jî ji ber lihevkirina siyasetmedarên welatan tiştên ku qewimîbûn veşart. Bûyerên bi vî rengî, li welatên din ên ku şer li wan qewimî jî hatin dîtin. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, di şerê cîhanê yê yekemîn de ji 17 milyon kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji sisê yek jin û zarok bûn. Dîsa tê zanîn ku ji 200 hezarî zêdetir jin weke çeka şer, rastî tecawizê hatine.
Jinên Suryanî Ermenî
Şerê ku li Rojava ji bo parvekirinê dest pê kir, bi çeka zayendperestî û netewperestiyê berê xwe da jinan, di şeren li Rojhilata Navîn de jî bi pêşxistina qirkirina jinan domiya. Dema ku Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşînê ve diçû, piştî şerê cîhanê yê yekemîn di sala 1915’an de yek ji qirkirinên herî mezin ê di dîrokê de kir. Li dijî gelên qedîm ên Mezopotamyayê Ermenî û Suryaniyan dest bi êrişên qirkirinê kir û ji milyonek zêdetir Ermenî, nêzî 500 hezar jî Suryanî/Asûrî/Keldanî hatin qetilkirin. Di dema êrişan de bi hezaran jin hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin, fihûş li ser wan hat ferzkirin, dîl hatin girtin û travmayên ku heta hetayê bidomin jiyan. Polîtîkaya qirkirinê ya ku Împaratoriya Osmanî li ser gelên Xirîstiyan pêk anî, bi tunekirina mêran dest pê kir. Ên mayî jî surgunê çolwarên Sûriyeyê hatin kirin. Vê tevgera ku navê tehcîr lê kirin, piştî demeke ku hatibû diyarkirin veguherî “rêwîtiyên mirinê.” Di karwanan de extiyar, jin û zarok hebûn. Di riyan de gelek jinên Ermenî ji aliyê çeteyên di bin kontrola leşkerên tirk ve hatin revandin, ên li ber xwe dan jî hatin qetilkirin. Di wan riyan de bi hezaran jin hatin qetilkirin, hinekan ji wan jî ji ber ku dizanibûn dê werin revandin û rastî îşkenceyan werin xwe kuştin.
Jinên ku hatin revandin û wan kirin misilman bi demê re nasnameya xwe ji bîr kirin, ketin rewşeke ku nikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo ku xwe û xizmên xwe rizgar bikin, ji derveyî pejirandina îslamê tu şansek din tunebû. Li gorî dîroknasên ku li ser qirkirina Ermenî û Suryanî lêkolîn dikin; li Anatolyayê di navbera salên 1915-1918’an de nêzî 700 hezar jinên ji gelên xirîstiyan hatin qetilkirin an jî ji bîrçûna mirin. Ji bo ku dewleta Tirk a ku berdewamiya Osmanî ye, sûcê qirkirinê qebûl bike, li ser hejmarên rastîn daneyên ku bes bin nîn in.
Riha, Dîlok Mereş jî di nav de li gelek cihan jinên Ermenî yên ku çek hilgirtin, li dijî qirkirinê têkoşiyan. Maryam Çilingiryan û Hanum Ketenciyan di Qirkiniya Ermeniyan a sala 1915’an de ji bo gelê xwe biparêzin li Rihayê yekîneya 25 kes a jinan ava kirin, jinan bi rêxistin kirin. Li dijî qirkirinê jinan li gelek derên Anatolyayê yekîneyên berxwedanê ava kirin.
Berdewamiya şerê qirkirinê: Koçgirî Zilan û Dêrsim...
Di dawiya şerê yekemîn ê cîhanê de TC’ya ku berdewamiya Osmanî bû, şerê qirkirinê li ser Kurdan berdewam kir. Polîtîkayên qirkirina gelan ku ji serdema Osmaniyan dest pê kirin; li dijî Kurdan cara yekem bi Koçgiriyê ketin meriyetê. Di sala 1919’an de yek ji kesê ku di warê leşkerî de vê projeyê pêk anî Sakalli Nurettîn Paşa bû. Li ser qirkirina Ermeniyan got: “Ên ku gotin zo me karê wan qedan, niha dora kesên dibêjin lo ye.” Bi vê yekê agahî da ku dor hatiye ser Kurdan. Gund hatin şewitandin û valakirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Fermandara jin a ku berxwedana Kurdan bi rêxistin dikir navê wê Zarîfe bû. Zarîfeya ku yek ji fermandarên destpêkê yên Kurdistanê ye, ji komkujiyê sax rizgar bû, li Dêrsimê tevli berxwedanê bû, gelek kesan bi rêxistin kir û di sala 1938’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.
Yek ji cihên ku li ser Kurdan erişên qirkirinê çêbûn jî Geliyê Zîlan bû. Di navbera salên 1930-1932’yan de di Komkujiya Geliyê Zîlanê de herî kêm 15 hezar mirov hatin qetilkriin, bi sedan jin piştî tecawizê hatin qetilkirin, bi sedan li wesayîdan hatin siwarkirin û revandin. Van jinên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin revandin hê jî aqubeta wan nediyar e û hejmara wan nayê zanîn. Li ser tiştên ku di komkujiya li Geliyê Zîlanê de qewimîn hê jî belge tune ne. Di dema komkujiya Geliyê Zîlanê de tê gotin ku zikê jinan hatine qelişandin û bebikên di hemla diya xwe de hatine qetilkirin. Ji tiştên ku di nava gel de behsa wan tê kirin em asta qetliamê û hovîtiyê dibînin.
Yek ji cihên ku li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê hatine meşandin jî Dêrsim e. Dêrsima ku bi hezaran salan bi çand û baweriya xwe hebû, dema ku dewleta Tirk li ser êrişên qirkirinê da destpêkirin dîrok 1937 bû. Li Dêrsimê qirkirina ku di dîrokê de mînakên wê kêm çêbû, 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran jin ji bo xwe ji êrişên tecawiza leşkerên Tirk biparêzin xwe ji zinaran avêtin. Bi hezaran zarokên keçik ji malbatên xwe hatin girtin, teslîmê malbatên Tirk hatin kirin. Nezahat Gundogan, piştî salan bi dokumantera bi navê “Keçikên winda yên Dêrsimê” gihîşt hinek ji wan zarokên winda. Hejmara zarokên ku wê demê ji malbatên wan hatine girtin nayê zanîn lê tê gotin ku bi sedan in. Bi vegotina serpêhatiyên van zarokan, vê kiryara dermirovî hat belgekirin.
Di şerê kê de derfeta çi?
Di şerê cîhanê yê yekem ê parvekirina emperyalîst de helwesta jinan du alî bû. Jinên li Rojhilat û Rojavayê Ewropayê û hinek jinên femînîst ên lîberal di baweriya ku ‘aliyê vî şerî jin nîn in’ de ne li hev kirin, têkoşîna li dijî şer pejirandin. Tevgerên jinan ên ku bi daxwazên weke mafê dengdanê, mafê xebatê tevgeriyan jî diyar kirin ku çûyîn mêran a eniyar şer ji bo wan derfet e, aliyê netewe dewletê hilbijartin. Şerê yekem ê parvekirina emperyalîst, bi qasî qadên şer û eniyan, derveyî eniyan jî seferber kir û her wiha hemû beşên civakê tevli şer hatin kirin. Jin jî ji serdemên berê cuda, tevli seferberiyê hatin kirin. Di serî de hilberandina muhîmatan, tevli hemû wawrên hilberînê bûn. Jinên ku çûn eniya şer, ger çiqas çekê negirin destên xwe jî weke hemşîre yan jî ajokarên ambulansan xebitîn. Salên ku şer dest pê kir, di heman demê de pêvajoya bilindbûna têkoşîna jinan a ji bo mafê deng e jî. Her wiha di vê pêvajoyê de jin ne tenê di bazarên kar ên ji mêran vala bûbûn, di warê siyasetê de jî heta du bibêjî çalak bûn. Hinek jinên ku di warê siyası de çalak bûn, piştgirî dan polîtîkayên şer ên dewletan, hinek ji wan jî helwestên dijberî şer nîşan dan.
Bi hezaran jinên ku di fabrîqeyên cebilxaneyan de hatine şixulandin
Piştî sala 1915’an ku pêdiviya bi guleyên topan pir zêde bûye jî, berê gelek jinan dan cihê çêkirina cebilxaneyan. Heta sala 1918’an hema bêje milyonek jin di senayiya cebilxaneyê de hatibûn şixulandin. Piraniya jinên ku di bin giraniya şertên xebata di pîşesaziya parastinê de keda wan dihat xwarin, an mirin an jî seqet bûn. Teqemeniyên jehrî dibûn sedema rewşeke ku çerm zer dibe, navê zerika toksîk lê hatiye kirin û dibe ku bikuje. Her wiha hinek teqînên wisa çêdibûn ku karkerên jn jiyana xwe jidest didan û dawiyê rûxandin çêdibûn. Li gor daneyan di navbera salên 1915-1918’an de di teqînên li atolyeyên cebilxaniyan de, hezar û 2 jin mirin, bi hezaran jin jî seqet bûn.
Têkoşîna jinan a beriya şer di têkoşîna dengdanê de gelek bipêş ketibû jî, bi gotinên netewperest ên wekî ‘anha ne dora wî ye’ hat vemirandin. Tevgera jinan a lîberal a femînîst, digot ku bi alîkariya berjewendiyên netew-dewletê re ewê bikaribe bi destekên ji bo şer re jî, mafê hilbijartinê bidest bixe. Şer wek azmûnek hat dîtin, li dû serkeftinên dewletên wan, ewê wekheviya siyasî bihata. Daxwazên têkildarî mafên jina, ji ber vê sedemê taloqî piştî şer kirin. Bi rastî jî piştî ku şer bidawî bû, li welatên serketî yên ku hilweşiyan û nifûsa wan kêm bû jî, li welatên binketî jî, jinên ku rola ‘dayîka fêdakar a netewê’ dan wan, neçar man ku bi piranî dev ji qonaxên xwe yên berê, berdin.
Jinên ku gotin ‘Ev ne şerê me ye’
Biryardariya jinên sosyalîst a li hember şer jî, nedihat nîqaşkirin jî. Ji ber ku bi awayekî pir zelal fam kiribûn ku şer û netewperestiya bi destê şer tê sorkirin, êrîşek li hember ramana sosyalîzma enternasyonalîst e. Rêveberên mêr ên gelek partiyên sosyal demokrat, di şûna ku bi proleterên hemû welatan re bibin yek de, li hember “dijminê netewî” bi dewletên xwe re, bi monarşîstan û paşê jî bi faşîstan re bûn yek û beramberî vê yekê dewletê, kapîtalîzmê û rêveberiya bavsalar xurt kiribûn. Lewma jî yekîtiya jinan a ji bo aştiya li hember şer a di asta navnetewî de, dihat wateya parastina ramana sosyalîzmê ya li hember vê êrîşê jî. Hê di destpêka şer de yên ku gotin “Ev ne şerê me ye” û li hember şer têkoşînek çalak meşandin, bi piranî jinên sosyalîst ên bi pêşengiya Clara Zetkin û Rosa Luxemburg de, jinên wek Sylvia Pankhurst a femînîst, jinên sufrajet bûn.
Têkoşîna yekpare ya jinan a li hember şer birêxistin bû
Li hember faşîzma netew-dewleta hegemonyaya bavsalar a gav bi gav ber bi şer ve diçû, ji bo parastina mafên jinan û gotina wan, di sala 1910’an de 2. Konferansa Navnetewî ya Jinên Sosyalîst, li Kopenhagê pêk hat. Sekretera Giştî ya Enternasyonala Jinan Clara Zetkin bû. Clara, bi jinên sosyalîst ên li Avusturya, Bohemya, Swîsre, Hollanda, Îngîltere, Fransa, Fînlandiya, Rûsya, Polonya û Amerîkayê re, carcaran jî bi jinên li Danîmarka, Belçîka û Îtalyayê re di nav têkiliyek de bû. Mijarên bingehîn, berfirehkirina têkilên bi rêxistinên jinan ên li welatên cuda re û ‘mafên jinan ewqas girîng in ku nikarin li hêviya netew-dewletan bihêlin’ bûn. Di sala 1914’an de şer rû da, di eniya jinên femînîst û sosyalîst de, hewldanên têkoşîna hevpar a li hember şer, hatin zêdekirin.
Di vê serdemê de Ines Armand, li ser navê kovara jinan a Rûs "Rabotnica", ji bo kombûna konferansek jinê ya navnetewî, bang kir. Alexandra Kollontai jî heman tiştî kir û got “Em jinên sosyalîst dibêjin ku em ê di têkoşîna li hember şer de, li ba yên di nav bahozê de bin.” Clara Zetkin, di Kanûna sala 1914'an de ji bo jinên li Almanyayê û tevgera jinan a navnetewî bangek kir û nameyek nivîsand. Di nameya xwe de daxwaza aştiya bê tevîkirin kir. Piştre birêxistinkirina konferansek jinê ya navnetewî ya li Bernê di navbera 26-28’ê Adara sala 1915’an de pêk bê, hat kirin.
Rola pêşeng a Clara û Rosa ya di têkoşîna li hember şer de
Clara Zetkîn bi isar got ku şer ne şerê parastinê ye, şerê êrîşê ye û divê jinên li her du aliyên şer, eniyek hevpar a aştiyê ava bikin. Di kovara “Wekhevî” ya ku edîtoriya wê dikir û ji destpêka şer de bi êrîşên sasurhezan re rû bi rû maye de jî, nûnertiya vê yekê kir. Clara, di lidarxistina konferansek jinê ya sosyalîst a navnetewî ya di dawiya adara sala 1915’an de, bandora wê çêbû. Ji 8 welatan 25 beşdar hebûn û 7 ji vana, ji Almanyayê bûn. Di konferansê de şer bi awayek tund hat şermezarkirin. Di encama vê yekê de Claraya ku endama Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê bû, bi partiya xwe re jî ket nav nakokiyê, hat girtin, her tim di bin çavdêriyê de hat girtin. Heta dawiya şer, ji bo xurtkirina tora jinan a navnetewî, li her welatî serhildana jinên kedkar a li hember bazirganên şer, xurtkirina tevgera jina kedkar a di asta netewî de, hewl da. Di vê hewldanê de, ji hinek tevgerên jin ên femînîstên lîberal, derdorên rewşembîr, entelektuelan û jinan destek girtin.
Yek ji kesên ku di vê serdemê de digot divê em nebin aliyek vî şerê parvekirina emperyalîst jî, Rosa Luxemburg bû. Rosa ya ku endama Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê bû, ji ber ku polîtîkayên partiyê yên derbarê şer de rexne kir, hem di nav partiyê de hem jî ji aliyê dewleta Alman ve bû hedef. Ji ber nêrînên xwe yên li ser dijberiya şer gelek caran hat girtin, dîsa jî bû yek ji kesên ku li Berlînê di sala 1915’an de li hember şer Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî li dar xistin. Di Tîrmeha sala 1915’an de li Almanyayê bi awayekî îllegal, manîfestoyek weşand: Dev ji Şer Berdin! Ji hewldana xiyaneta li welat, hat girtin û heta dawiya cotmehê di girtîgehê de ma. Di encama zextan de, bi kefaletê hat berdan. Ji ber propagandaya li dijî şer, ji aliyê rêveberiya partiyê ve ji karê xwe hat dûrxistin.
‘Netewperestî, evîndarê pergala bavsalar e’
Mîna ku nivîskara femînîst Cynthia Cockburn jî dibêje, di pergala bavsalariyê de netewperestî û mîlîtarîzm ji hev hêzê digirin. “Netewperesî, evîndarê pergala bavsalar e, ji ber ku pergala bavsalar, jinên ku netewperwerên rastîn ên biçûk tînin dinê, pêşkêşî wî dike. Mîlîtarîzm jî evîndarê pergala bavsalar e; ji ber ku di pergala bavsalariyê de jin kurên xwe ji bo ku bibin leşker pêşkêşî wî dikin. Pergala bavsalarî evîndarê netewperestî û mîlîtarîzmê ye, ji ber ku ev herdu bi temamî mêrên mêrane tînin dinê.”
Wek encam 1. Şerê Parvekirina emperyalîst a ku 17 milyon kes mirin, bi milyonan kes seqet bûn, bi milyonan kes bê mal û war man, di 11’ê Mijdara 1918’an de bidawî bû. Dewletên Yekgirtî yên ku ji Îngîltere, Fransa pêk dihat û paşê Amerîka tevlî bû, biser ketin. Dewletên ku ji destpêka şer de jinan wek “dayîka fedakar a netewê” binav kirin û erk dan wan, di nav peymanên serketinê jî binketinê de jî cîh nedan jinan. Mêrên ku sax man, ji eniyan vegeriyan. Ji jinan re ji bo fedakariyên ku kirine, spasî hat kirin û riya mala wan nîşanî wan dan. Wan êdî dikaribûn ‘karên xwe’ dîsa bidin mêran û vegerin malên xwe û li zarokên xwe û mêrên xwe binhêrin. Û wisa jî bû. Heta ku deriyê dojehê dîsa vebû û şerek nû yê parvekirina emperyalîst rû da.
Sibê: Di 2’yemîn şerê parvekirina emperyalîst de rewşa jinan