Di ser komkujiya Pirsûsê re 11 sal derbas bûn: Şopên ku li pey komkujiyek man - 1

Rêwîtiya 33 ciwanan a ku ji bo tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê û birina pêlîstokan ji bo zarokan dest pê kir bi êrîşa DAIŞ’ê nîvçe ma. Lêgerîna edaletê ya ji ber komkujiyê, piştî 11 sal in didome lê hê jî kiryar nehatine darizandin.

Komkujiya Pirsûsê: Faîlên rast li ku ne?

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Riha –  Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di nîvê sala 2015’an de bi dirûşma  ‘Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin’ bangek weşand. Di vê banga ku SGDF’ê sedema çûyîna xwe ya Kobanê vegot, ragihand ku ew ê di 19-24’ê Tîrmehê de li Kobanê bin.

Di bangê de wiha hatibû gotin; “Em ê li Kobanê beşdarî xebatên rakirina enkazan û  avakirina park, nexweşxane û kreşan bibin.” Di heman demê de hat gotin ku ew ê ji bo zarokan malzemeyên perwerdeyê û pêlîstokan bînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Parka zarokan a ku em ê ava bikin dê mîna pira aştiyê ya Denîzan a li Zapê be. Girîngîyeke wê ya sembolîk hebe.  Me ji bo parkê ji çar aliyên Tirkiyeyê pêlîstok berhev kir.in”

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de jî 300 kes ji her temen, pîşe û bajarî, ji bo ku pêlîstok û alîkariyên mirovî bigihîjînin Kobanê, li Pirsûsê bûn. Dema ku li Navenda Çandê û Hunerê ya Amarayê civîneke çapemeniyê li dar xistin, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama teqandina bombeyê ya Abdulrahman Alagoz ê  DAIŞ’î de, 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 100 kes jî birîndar bûn.

Agahiya dewletê ji komkujiyê hebû

Li navçeyekî ku sînorê Kobanê ye û her kolanek wê bi MOBESA’yan dihat şopandin, rastiya ku êrîşek xwekujî ya bombeyî çawa hebûna îstîxbaratek têkildarî vê mijarê, piştre di Doza Sereke ya Komkujiya Pirsûsê de derket holê.

Sê roj beriya komkujiyê ango 17’ê Tîrmeha 2015’an ji aliyê Walîtiyê ve ji midûriyeta emniyetê ya navçeyê re têkildarî baldarbûna çalakiyên êrîşên bombeyî belgeyeke fermî ya hişyariyê hatibû şandin.

Di belgeya hişyariyê ku bi îmzeya Walîtiya Rihayê ji aliyê Midûrtiya Emniyeta Parêzgehê ve ji Midûrtiya Emniyetê ya Pirsûsê re hat şandin de, wiha hatibû gotin: "...Ji bo pêşîgirtina bûyerên gengaz ên li navçeya Pirsûsê û ji bo dûrketina ji bûyerek trajîk, tedbîrên ewlehiyê yên ku ji 19’ê Tîrmeha 2015’an heta fermanekî din hatine girtin li jêr hatin rêzkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê; Midûrê Emniyeta Navçeyê Mehmet Yapalîal berpirsiyarê tedbîrên ewlehiyê yên hatine girtin e û dê bi personelên xurtkirinê yên ji navenda parêzgehê hatine tayînkirin, 40 polîsên tevgera taybet ên ku di bin çavdêriya amîrên xwe de werin tayînkirin û her wiha bi 2 wesayîdên TOMA û Shortland ên di bin hêza xwe de, tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigre (...). Hemû personelên li ser kar wê li hember êrîşên bombeyî yên xwekujî û hwd de baldar, hesas û hişyar bin."

Piştî êrîşa bombeyî, ji ber ku polîsan ki Navenda Çanda Amarayê kolanê ji trafîkê re girtin, hatin û çûyîna ambulansan hat astengkirin. Her wiha polîsan li dijî kesên ku ji êrîşê birîndar rizgar bûn gaza îsotê bi kar anî.

Doz piştî 18 mehan hat vekirin

Pêvajoya darizandina der barê komkujiyê de, piştî 18 mehan di 5’ê Gulana 2017’an de dest pê kir. Di îdianameyê de, ji bilî Abdurahman Alagoz, Yunus Durmaz ê ku li Dîlokê bi teqîna bombeyekî mir, Halîl Îbrahim Durgun ê ku di êrîşa bombeyî ya li ser Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê de mir û Yakup Şahîn ê ku wekî gumanbarê êrîşa Îstasyona Trenê ya Enqereyê hat girtin, Denîz Buyukçelebî yê fermandarê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê yê rêxistinê û Îlhamî Balî yê "emîrê" rêxistinê ya li Sûriyeyê jî wekî berpirsên êrîşê cih girtin.

Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Rihayê ve bi 15 kesan hat destpêkirin, bi sê kesan berdewam kir û di îdianameya hat amadekirin de, ji bo her sê kesan ji ber sûcên "hewldana hilweşandina rêziknameya makezagonî, endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û kuştina bi zanebûn û bi karanîna agir, lehî, texrîb, binavbûn, bombebaran an jî çekên nukleerî, biyolojîkî, kîmyewî" cezayê muebetê yê girankirî yê 104 caran hat xwestin.

Parêzerên doza komkujiyê, diyar dikin ji ber ku lêpirsîna komkujiya Pirsûsê bi bandor nehatiye meşandin loma êrîşên DAIŞ’ê ya li Enqere, Stenbol û Dîlokê pêk hatiye.

Yekane kesê di dozê de girtî Yakup Şahîn ê ji ber doza êrîşa Îstasyona Trenê ya Enqereyê hatiye girtin e û di doza ku li Kampusa Girtîgeha Hîlvanê pêk hat de, carek jî nehat dadgehê. Malbatan di her rûniştinê de bertek nîşanî kursiya vala ya bersûc dan û gotin, "Bila bersûc were û li çavên me binêre."

Heta rûniştina biryarê, tu daxwazên malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirin û parêzeran nehatin qebûlkirin. Kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û parêzerên dozê, gelek caran hatin binçavkirin û girtin. Hê jî hinek kes girtî ne. Yek ji parêzerên dozê û her wiha Cîgira Hevserokê ESP (Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê) Sezîn Uçar yek ji wan kesan e.

Li yekane bersûcê dozê cezayê muebeta girankirî yê 34 salan

Di rûniştina ku di 22’ê Cotmeha 2021’ê de pêk hat de, dadgehê li Yakub Şahîn cezayê muebetê girankirî yê 34 caran birî û darizandina bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali berdewam dike.

Di Gulana 2026’an de rûniştina 108’emîn a doza berdewam a li dijî bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Heyeta dadgehê ya daxwaza guhdarîkirina îfadeya Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu û rêveberê DAIŞ’ê Îlyas Aydin red kir, rûniştin taloqî 11’ê Kanûna 2026’an kir.

Li aliyê din, malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirin, serokkomar û serokwezîrê wê demê jî di nav de der barê rayedarên giştî yên ku di bûyerê de xemsar bûn de giliyê sûc kiribûn. Tenê Midûrê  Emniyetê yê Navçeya Pirsûsê Mehmet Yapalial û du polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê, hatin darizandin. Cezayê girtîgehê yê 7.5 a ji bo rayedarên dewletê yên bi îhmalkariya erkê hatibûn darizandin re hat dayîn, piştre veguherî cezayê pereyan.

Malbat diyar dikin ku ji bo Komkujiya Pirsûsê hê edalet pêk nehatiye û dibêjin edaleta rastîn tenê bi hesabdatîna berpirsiyaran mîsoger bibe.

33 Rêwiyên xeyalan

33 Rêwiyên xeyalan ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji welat û çandên cuda, ji bo heman armancê hatibûn gel hev. Hinek ji wan mamoste, hinek xwendekar û hinek jî karkerên înşaetê bûn. Lê belê hemû ji bo heman armancê, rêwiyên heman riyê bûn.

Navê 33 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne; 

Aydan Ezgî Şalci

Nuray Koçan

Nazlî Akyurek

Buşra Mete

Polen Unlu

Hatîce Ezgî Sadet

Ferdane Turan Kiliç

Duygu Tuna

Ece Dînç

Nazegul Boyraz

Alîcan Vural 

Mert Comert

Emrullah Akhamur

Murat Yurtgul

Cebraîl Gunebakan

Vatan Budak

Nartan Kiliç

Okan Pîrînç,

Serhat Devrîm

Cemîl Yildiz

Koray Çapoglû

Medalî Barutçu

Osman Çîçek

Kasim Deprem

Suleyman Aksu

Erdal Bozkurt

Evrîm Denîz Erol (Mucahît Erol)

Alper Sapan

Îsmet Şeker

Ûgûr Ozkan

Yûnûs Emre Şen

Veysel Ozdemîr

SIBÊ: Ji bo dayîka Osman roja 11’emîn a komkujiyê