Di ser êrîşa li dijî Xanesorê de 6 sal derbas bû

Neam Ilyas a ku şahîdî ji xiyaneta PDK’ê re kiriye got, “Dijminê wan bi hemû rêbazan xwestin baweriya Êzidayetiyê tune bikin lê Şengala ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin dê tu carî ji xayînan re nemîne.”

HÊVÎ EZDA

Şengal – Di 3’ê Adara sala 2017’an de bi navê Pêşmergeyên Roj, dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê çeteyên xwe piştî ku li kampên Başîka hatin perwerde kirin şandin Şengalê û êrîş birin ser hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê yên li Xanasorê. Van êrîşan, 5 roj piştî serdana Mesûd Barzanî ya Enqereyê dest pê kirin. Civaka Êzidî xiyaneta PDK’ê  weke berdewamiya fermanê pênase kir. Ji ber ku li aliyê din ê Şengalê berxwedana li hember DAIŞ’ê berdewam dikir û li şûna ku PDK’ê bi tang û topên xwe yên ku ji Almanyayê kirîbû, li hemberî DAIŞ’ê şer bikira, reviyabû. Niha jî bi wan çekan li hemberî hêzên Êzidxanê ku parastina Şengalê ji DAIŞ’ê dikin şer îlan dike. Di salvegera 6’emîn a berxwedaniya Xanesorê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas ji bo ajansa me axivî.

‘PDK’ê me di nava pencên qirkirinê de hişt’

Neam Îlyas bi xwe jî şahidiyê ji wan kêliyan re kiribû, ji me re qala wê demê kir, ka îxaneta PDK’ê li hember civaka Êzidî ji kengî dest pê kiriye û çi bi xwe re aniye. Neam Îlyas wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hikumeta Sedam Huseyîn dema hilweşiya me got ku êdî em ê ji zilma wî rizgar bibin. Dor hat desthilatdariya PDK’ê. Em bi hatina wan a Şengalê di destpêkê de gelekî kêfxweş bûn, me got zimanê wan wekî yê me ye wê parastina me bikin lê me nizanibû ku xiyaneta herî mezin dê ji aliyê PDK’ê ve li dijî me were kirin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de me bê parstin hiştin di ser vê de jî bi DAIŞ’ê re ji bo me tune bikin li hev kiribûn. Me di nav pençên qirkirinê de hiştin. PDK’ê tenê xwe û çekên xwe ji Şengalê derxist. Wê demê ne ji PKK’ê bûya wê tu Êzidiyek xilas nebûya. Xortên me yên qehreman dev ji axa Şengalê bernedan û li kêleka gerîlayên PKK’ê li hemberî DAIŞ’ê şer kirin, bi hev re Şengalê rizgar kirin.”

‘Ne Pêşmergeyên Roj bûn çeteyên Tirk bûn’

Neam Îlyas bal kişand ser hêzên ku bi navê Pêşmergeyên Roj êrîşê Xanesorê kiribûn û got ku ew ne tenê Pêşmergeyên Roj bûn, di nav wan de yên Tirkî dipeyîvîn jî hebûn û wiha domand: “PDK ji bo rûreşiya xwe ya sala 2014’an de veşêre di 2017’an de bê şerm careke din berê xwe da Şengalê û xwest dubare li Şengalê bi cih bibe. Lê civaka Êzidî piştî wê xiyaneta mezin wê rê nede xayîn dîsa vegerin ser axa pîroz. Lê PDK’ê dixwest bi vegera xwe hêzên me yên YBŞ’ê jî tesfiye bike. Qebûl nedikir ku navê wê xayîn bimîne lewma dixwest êrîşê hêzên ku ji zarokên Êzidiyan hatiye avakirin û Şengalê parastine tune bikin. Wê demê digotin Pêşmergeyên Roj lê di nava wan de yên ku Tirkî diaxivîn jî hebûn. Şerê di sala 2017’an de berdewamiya fermanê bû. Tişta ku DAIŞ’ê nikaribû pêk bîne, dewleta Tirk bi destên PDK’ê xwest temam bike.”

‘Li şûna ku li hemberî DAIŞ’ê şer bike êrîşê hêzên me kir’

Piştî reva PDK’ê ji Şengalê di sala 2014’an de bi hinceta ku çekên wan tunebûn xwe li hemberî hêzên navneteweyî rewa nîşan da. Dewleta Elmanyayê gelek çek dan PDK’ê ji bo bi DAIŞ’ê re şer bike lê PDK’ê bi wan çekan berê xwe da hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê, yên li hemberî DAIŞ’ê şer dikirin. Neam Îlyas jî bal kişand ser vê yekê û wiha şîrove kir: “Di 2017’an de şerekî giran di navberê Xanasor û Sinûnê de qewimî. Dihatin xendekan dikolandin. Em dayik li hemberî wan sekinîn û me xwe da pêşiya kepçeyên wan. Ji ber ku me nedixwest şer di navbera me û PDK’ê de çêbibe, ne jî hevalan dixwestin. PDK li şûna ku rexnedayîna xwe bide û bi zarokên me re li hemberî DAIŞ’ê şer bike, li hember hêzên me şer kir. Yanî encax ên bi koka xwe re weke malbata Berzanî xayîn in dikarin vê yekê bikin. PDK bi hêzeke mezin hetibû Xanesorê. Ger bi wê hêzê li hemberî DAIŞ’ê şer kiribûya wê ewqas mirov neketana destên DAIŞ’ê. Me di wî şerî de 11 heval şehîd dan. 3 heval ji wan hevalên jin bûn. Bi sûîqestek Nûjiyan Erhan arojnameger û Nazê di wî şerî de şehîd bûn.”

‘Pêwîst e Êzidî dijminên xwe û dostên xwe nas bikin’

Neam Îlyas di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser dijminatiya PDK’ê ya li dijî Êzidiyan û wiha pêde çû: “PDK ji bo desthilatdariya xwe bidomîne wê tu car nehêle Êzidî bi ser bikevin. Ji ber ku  dijminatiya koka xwe dike. Ji baweriya me diqeherin. PDK’ê dijminê baweriya Êzidiyan e. Heya roja îro jî ev xiyaneta wan berdewam dike. Bi hemû rêbazan li pey tunekirina me ne. Ji bo Êzidî dîsa xwe komî ser hev nekin ên ku di kar û xebata Rêveberiya Xweser de cih digrin dema diçin başûrê Kurdistanê navê wan li seyteran didin û wan digrin ji bo bitirsînin. Lê heyfa me bi Êzidiyan tê ku heya roja îro jî xayîn û dijminên baweriya xwe nas nekirine. Ji bo tu dijminê xwe nas bikî pêwîst nake tu bi partiyeke re bî. Tenê li heqîqeta baweriya xwe binêrî tuyê bi xwe dijminê xwe nas bikî.”

‘Êzidiyên li kampên başûrê Kurdistanê di bin xeterê de ne’

Der barê siyaset û şerê taybet ê ku PDK îro li hemberî Şengalê dide meşandin de bi taybetî jî li hemberî Êzidiyên li kampên başurê Kurdistanê de, Neam Îlyas wiha şîrove kir: “PDK ji van hemûyan têr nebibû niha xiyanetê di nav civaka me de belav dike û Êzidiyan bi destên Êzidiyan dide kuştin. Ev xetera herî mezin e. PDK niha ji aliyekî ve bi xwe êrîş dike ji aliyekî din ve Êzidiyên xwefiroş bi ser xwişk û birayên wan ve dişîne. Piştî me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir me fêm kir ku malbata Berzanî ji bo desthilatdariya xwe biparêze li netewa xwe li Kurdan xiyanetê dike wê çawa li me xiyanetê neke. Ne mala Berzanî bûya wê rewşa Şengalê îro gelekî cuda bûya. Ji ber siyaseta PDK’ê ya qirêj îro Êzidiyên me yên li kampên başûrê Kurdistanê di bin xetera fermana çandî û baweriyê de ne. Her roj kon dişewitin. Her roj jin û keçên me li kampan tên revandin û kesekî nikare qal jî bike. Ev şemeke mezin e ji Êzidiyên me yên li kapman re.”

‘PDK dê Êzidiyên di destên xwe de bike qurbanî desthilatdariya xwe’

Neam Îlyas bang li civaka Êzidî ya li kampên başûrê Kurdistanê dimîn kir ku vegerin ser axa xwe û bi rûmet jiyana xwe bidomînin û wiha anî ziman: “Ez bang li Êzidiyên me yên di kampên başûrê Kurdistanê dikim êdî şerm e bes e werin vegerin ser axa xwe. Hûn li vir li ber dîwarekî bin, ji bin destên xayînan bi rûmet û şereftir e. Heyfa me li wan zarokên ku di bin konan de dûrî axa xwe û baweriya xwe tên mezinkirin tê. Hûn li wir çi dikin? Êdî Şengala me ya me ye. Em ê bi hev re axa xwe xweşik bikin. Em ê bi hev re jiyana xwe mezin bikin û parstina baweriya xwe bikin. Tu faydeya we ji xayînan nîn e wê hey rojek were malbata berzanî Êzidiyên di kampan de bikin qurbanên desthildariya xwe.”

‘Em ê dest ji Êzdayetiyê bernedin’

Neam Îlyas herî dawî got: “Dijmina koka me dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re plana qirkirina me nikaribû bi ser bixista, berê xwe da PDK’ê lê bi wê jî nikaribû hedef û armanca xwe pêk bîne û wê nikaribe jî. Niha dewleta Tirk a tirsonek difikire ku bi balafiran wê bikaribe vîn û îradeya me tune bike. Pêşengên me hedef digre û difikire ku em ê bişkên. Heya Êzidiyek ku serê xwe rekibe hebe em ê tu car neşkin û têk neçin. Nêzî 500 şehîdên me di şehîgehê de veşartî ne û ger em her roj jî şehîd bidin em ê dev ji riya azadiyê û Êzidayetiyê bernedin. Em xayînan qebûl nakin û terka axa xwe nakin. Ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye evdan axa me ye axa Êzidiyan e. Heya yek ji me hebe em ê tune nebin.”