Di salvegera Zîlanê de, li Helebê komîngeha xweser hat vekirin
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê li taxa Eşrefiyê bi şahiyekê komîngehek xweser a bi navê şehîd Rûken Zerdeşt vekirin.
Heleb-Komîn roleke sereke di rûniştandina jiyana hevbeş û wekheviya gelan de dilîze. Komîn derfet dide hemû pêkhateyan ku cihê xwe tê de bigirin. Her wiha girêdana gel di nava civakê de xurtir dike. Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi wesîleya şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) li taxa Eşrefiyê ya girêdayî bajarê Helebê komîngeheke xweser a bi navê şehîd Rûken Zerdeşt vekirin. Rûken Zerdeşt dema ku li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li dijî dagirkeriyê şer kiriye li wir jiyana xwe ji dest daye. Her wiha bi dehan endamên komînan, Rêxistina Kongreya Star û şêniyên taxê beşdarî vekirinê bûn. Di şahiyê de koma zarokan a komeleya xwedîkirina zarokên sêwî stran gotin. Di vekirinê de Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mistefa axivî.
"Di salvegera Zîlanê de komîngeha xweser hat vekirin"
Nehle Mistefa vebûna komîngehê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em vekirina komîngeha xweser li tevahî jinan pîroz dikin. Îro salvegera şehadeta pakrewan Zîlan e û me xwest di salvegera şehadeta wê de em komînek xweser vebikin. Em di kesayeta Zîlanê de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Meha Hezîranê ji bo me meheke taybet e ku gelek fermandarên me yên jin di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane. Dijmin di her firsendê de ji bo ku hebûna jinan lawaz bike û îradeya wan bişkîne her dem êrîş dike. Em jî li hemberî van siyasetên qirêj xebat û têkoşîna xwe mezin dikin da ku em xwe bigihîjînin tevahî jinan. Li vê taxê gelek têkoşîn û berxwedanên mezin li hemberî dagirkeriyê hatine meşandin. Her wiha navê komîngeha me Rûken Zerdeşt e. Wê li dijî dagirkeriyê li vê taxê berxwedaneyek efsanewî meşand. Me jî soz da Rûkenê ku em ê taxa ji ber êrîşan hilweşiyaye û wêran bûye ji nû ve bixemilînin. Em ê bi riya vê komîngeha xweser xwe bigihîjînin her jina ku êş û zordariyê dijî û wê xilas bikin."
"Komîn bîngeha avakirina jiyana komînal e”
Rêvebera komîna Şehîd Rûken Zerdeşt, Mewlûda Silêman der barê komîna xweser de wiha axivî: Komîn bingeha avakirina jiyana komînal e. Li taxa Eşrefiyê komînên xweser tunebûn û me pêwîstî dît ku li taxê komîneke xweser ava bikin. Di destpêkê de di vê taxê de tenê mala jinan hebû her wiha komînên hevbeş jî hebûn. Beriya ku em vê komînê ava bikin me pêngava gerandina malan dest pê kir û me xwe da naskirin û me li ser komînê nîqaş pêk anîn. Jinên taxê jî her dem daxwaz dikirin ku divê li vê taxê komîna xweser hebe û me li ser daxwaza jinan komîna xweser vekir. Vaye îro deriya komîna me derî ji hemû jinan re vekiriye. Her wiha mirov dikare bi riya komînan civaka xwe baştir nas bike û û wan bi pêş bixe."