Di salvegera komkujiyê de li Sêwasê bi hezaran kes kom bûn

Bi hezaran kes ji bo 33 rewşenbîr û hunermendên ku beriya 30 salan di otêla Madimakê de hatibûn qetilkirin kom bûn û xwestin hesab ji berpirsyarên qetliamê were pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Di ser komkujiya Sêwasê de 30 sal derbas bû. 33 rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û hunermendên ku di 2’yê Temûza 1993’yan de li otêla Madimakê hatibûn qetilkirin, li Sêwazê hatin bibîranîn.

Komeleyên Elewiyan, partiyên siyasî û gelek saziyên civaka sivîl, endamên Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, li pêşiya şaxa Sêwasê kom bûn û meşek li dar xistin. Di çalakiya bîranînê de bi hezaran kes amade bûn û pankartên bi nivîsên “Em ê nebin Elewiyên dewletê”, “Dê ronahiya Sêwasê venemire”, “Dewleta kujer dê hesab bide” û wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin.

Malbatên ku hatin pêşiya otêla Madimakê wêneyên xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin û qerenfîlan danîn pêşiya otêla ku veguherandine navenda çand û zanistê û deqeyek rêz girtin. Malbatan careke din xwestin otelê veguherînin muzeya şermê û diyar kirin ku heta ev daxwaza wan bi cih were û hemû kesên di komkujiyê de berpirsyariya wan heye neyên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Dê tembûr werin lêdan sema were gerandin’

Hevberdevka Partiya Yeşîl Sol Çîgdem Kiliçgun Uçar, di çalakiya bîranînê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî ku qerenfîlan danî pêşiya otêlê axivî û got ku komkujî bi awayê ku hişê mirov qebûl nake pêk hatiye û diyar kir ku di dîrokê de cara yekem komkujiyek di weşana zindî de hatiye weşandin û wiha domand: “Em wek parlamenter û xebatkarên Partiya Yeşîl Sol heta îro li ba têkoşîna Elewiyan bûn. Ji niha û pê ve jî em li ba wan bin. Dadgeha ku di sala 30’yem de tu gav navêtiye, mixabin di doza ku di meha Îlonê de were dîtin bi demboriyê re rûbirû ye. Duh me got em îro jî dibêjin, qetliama Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em ê destûr nedin ev komkujî bi demboriyê were girtin. Bila yên Sêwasê şewitandin bizanibin dê li Sêwasê semah bigere, tembûr lêbikevin û cem werin girtin.”
‘Dê hesab were pirsîn’

Çalakiya bîranînê bi xwendina metna hevpar a Komeleyên Elewiyan, danîna qerenfîl û girtina cemê domiya. Di metna hevpar de careke din hat gotin ku dê komkujiyê Madimakê neyê jibîrkirin û ji berpirsyaran hesab were pirsîn.